Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (259): Du rêkxirawên/rêxistinên Emrîkî gundine niştecîkirinê yen nimûneyî ava dikin, dijayetiyek li ser malbatekê di malê de, girtinine bêsûcane, şewatek di daristaneke ihracê de

Piştî şopandin û lêkolînê hate xuyakirin ku du rêxistinên ku li Emrîka rêdankirî (Destê Alîkariyê/Yed El’ewn, Wekhevêtî/Sewasiye) û bi nixumandineke fîxanî tevlî cîbcîkirina pirojeyine niştecîkirinê li Efrînê bûne , bi alîkarî û hevrêzî bi Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê û Hikometa Hemahengiya Sûrî – Ixwanî ya Demkî û milîseyên wê re; Û ew kiryar weke pêngavine kûr di guhertina endeza demografî ji herêmeke Kurdî ye dîrokî re têne jimartin, û hebûna pêkhateyeke nijadî ye cîwaz armanc dikin, û bi ser de jî koçbarkirina zorane ya gihîştiyê, û li dawiyê dikeve çarçewa pêkanîna tewanekê li dijî mirovahiyê.

Ev jî hin heyîn û kiryarên li ser rewşên serwerkirî ne:

= Dijatiyek li ser malbatekê:

Îro piştî nîvro, çar çekdarên endamên Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” -yek jê cîranê wî bû- mala Hemwelatî “Ehmed Mistefa Silêman /27/sal” (ji xelkê Gundê “Birka” – Navça Mabeta) li Taxa Mehmûdiyê – Bajarê Efrînê basmîş kir, piştî hilkirina deriyê derve, û bi mebesta dijberîkirinê çek kişandinê, û ji ber wê “Silêman” û hevjîn û diya wî reviyan balkona malê, û ji tirsa ku werin kuştin re xwe avêtin kolanê, û ji ber wê bo Nexweşxana Sûrî ya pisporî/eltexesusî hatin rêkirin, û hat xuyakirin ku ling û parsiyên “Silêmên” şikestî ne û govdeyên herdu jinan derizî ne; Ev jî piştî qutkirina “Silêmên” ji şirîta elektirîkê re, ya ji malê ji aliyê cîranê wî ve hatiye dizîn.

“hmed Mistefa Silêman” ê birîndar.”

Were zanîn ku “Silêman” ji dora sê heyvan ve zorane ji Turkiyê hatiye derkirin, û ji heyvekê ve zewicî ye.

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:

Li 24.08.2023an. Z, Hemwelatî “Şiyar Remzî Şêxo /30/sal” ji xelkê Gundê “Hesendêra” – Navça Bilbilê, piştî vegera wî ji penaberiyê bo cî û warên xwe, û vexwendina wî ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Bilbilê” ve bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê (R.X), û bo Hepsa Maratê ya Navendî li Efrînê hate şandin, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.

Li 05.09.2023an. Z, Hemwelatî “Esmet Mihemed Kor /48/sal” ji xelkê Gundê “Walîkilî – Meydana” – Navça Reco, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.

= Şewatên daristanan:

“Berevaniya Sivîl li Efrînê” tekez kir ku tîmên/tîpên wê li 03.09.2023an. Z, agirek bi hirşeke nêzîk Gundê “Tetera” – Navça Cindirêsê ketibû (ye ku dora /10/donim dar şewitandî) vemirand, û ji wêneyên bi nûçeyê re hatine belavkirin, komên bermayên êzingên hişk (ên berê bi sedema qutkirina fere ji hirş re) xuya dibin.

“Şewatek li daristaneke ihracê li nêzîk Gundê “Tetera” – N. Cindirêsê, 03.09.2023. Z.”

= Rêkxirawa “Destê Alîkar ji bo Fîxan û Geşepêdanê/Yed El’ewn lîl-îxasê we El’tenmiyê – HHRD”:

Li 03.04.2023an. Z, vê rêxistinê li ser rûpela xwe ya Fêsbokê ragihand ku Endezyar “Hîşam El’zayêd – Urdinî ye û rêvebirê pirojeyan e” kevirê bingehîn ê avakirina “Gundê Destê alîkar yê yekem/Qeryit Yed El’ewn El’ûle – HHRD Village 1” li “Devera Keferomê li Efrînê” danî, û bê zanîn ku ev gund ji “/250/yekîneyên rûniştinî tevî dûhatan (mizgeftek, cihekî taybet ji bo lîska zarokan, dîkanên bazirganiyê û dibistanekê” pêk tê, û li gor jêdereke xwecihî ew li ser beşek ji erdekî tê avakirin, û ew erd jî bi bergeheke dora/19/hiktaran e, hirşê wê ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ve hatibû qutkirin, li derbasgeha Rojhilat a Gundê “Keferomê” – Navça Şera û bi /15/KM ji Bajarê Efrînê/aliyê Bakur ve dûr e.

Û wê bi bîr anî jî ku wî kevirê bingehîn ê pirojeyeke din e weke wê û bi heman salixan di bin navê “Gundê Destê Alîkar yê diwem – HHRD Village 2” de li “Devera El’xaldiyê li Efrînê” daniye; Û li gor jêdereke xwecihî ku ew gund li ser erdekî nêzîk Gundê “Xalta” – Şêrewa/Çiyayê Lêlûn (ê ku li Rojhilatê Bajarê Efrînê bi /10/ KM û li kêlek Gundên “Kiwêt El’rehme” û “Komelgeha El’berekê” yên niştecîkirinê dikeve) tê avakirin; Bi behaneya ku /500/ malbatên Sûrî yên ziyan di erdheja dawiyê de dîtine û malên xwe wenda kirinê dê sûdê ji herdu pirojeyan werbigrin, û cîbicîkirina herdu pirojeyan gîhaye astine li pêş; Û ew herdu gundên niştecîkirinê yên nimûneyî yên nû ji bo daniştina anîndeyan ji parêzgehên din ên Sûrî tê de ne, û malbatek ji nişteciyên resen ên malên xwe di erdhejê de wenda kirine sûdê jê wernagirin.

Rêkxirawa “Helping Hand Relief and Development – HHRD” ya Emrîkî xwe bi “Rêxistina Mirovahî ya cîhanî ya ji bo Fîxan û Geşepêdanê (ya ku bi hawara zehmetkêşiyên mirovahî di rewşên awerte û xişim û bêtaran de li hemî çarçewên Cîhanê tê) dide nasîn, li sala 2005an. Z hatiye damezrandin û xwedî bîr û boçûnên Islamî ye, û navnîşana nivîsgeha wê ya serekîn ev e: Wîlayetên Yekgirtî (El’mutehî)/Mîşîgan/Sawsfîld/ 21199 Hillto St Southfield MI 48033.

Were bîranîn jî ku li sala 2022an. Z, li Bakur Rojhilatê Gundê “Keferomê” bi /2/KM, li ser riya Gundê “Elkê” gundekî niştecîkirinê yî nû -ji /360/ malî pêk tê- ji anîndeyan re hate avakirin.

= Dezgeha Wekhev a xêrxaziyê/ Sewasia Charity Foundation:

Li 23.08.2023an. Z, vê dezgehê li ser rûpela xwe ya Fêsbokê bi vîdiyo aşkere kir ku kar di avakirina “Gundê Xwediyên Xwêrxwaziyê/Ehil El’xeyr” de berdewam e, ji bo daniştina anîndeyan ji parêzgehên din ên Sûrî tê de; Û herweha “Dezgeha Navdewletî ya Geşepêdana Civakî – SDI” li 31.8.2023an. Z, li ser rûpela xwe bi wêneyan heman piroje da aşkerekirin, ya ku ew dide cîbicîkirin bi pereyên “Dezgeha Wekhev/Sewasiye”.

Ev gundê niştecîkirinê yê nimûneyî ji /13/ avahiyên daniştebûnê yên qateyî (156 perçemalan û bergeha her yekê /55/M çarkoşe) pêk tê, û wê bi binevahiyan, vekirina riyan û mizgeftekê û dibistanekê û dermankirinxanekê û bazareke bazirganiyê û gulîstaneke lîskên zarokan bête xizmetkirin, û asta yekê jê /7/avahî hatine avakirin, ta bi radeya dawîbûnê ne; Û ew li kêlek “Gundê Destê Alîkar ê yekem/Yed El’ewn El’ûle” (ya me li jor çêrê kirî) dikeve.

“Wekhev/Sewasiye” xwe weha dide nasandin: “Rêkxiraweke Emrîkî ye, li sala 2012an. Z hatiye damezrandin, û armanca wê ya serekîn “pêşkêşkirina alîkariyên mirovahî ji deverên zor gerek re, û alîkariya ziyandîtiyên şerê Sûriyê”.

Lê Dezgeha Navdewletî ya Geşepêdana Civakî – SDI dibêje ew “rêkxiraweke civaka sivîl” e, li /2015/an. Z bi awakî zagonkirî li Turkiyê hatiye rêdankirin, du navendên wê li Istanbûlê(Başakşehir) û Xazî Entabê hene.

Pirojeyên niştecîkirinê li Efrînê di bin navine fîxaniyê û mirovahiyê de û bi kedên toreyên Rêxistina Birayên Misilman a Cîhanî/Ixwan El’mislimîn û piştgiriya kesayet û Dewletin Erebî û tîmarkirin û rêvebiriya Hikometa Dad û Geşepêdanê/El’edalê we El’tenmiyê ya Turkî berdewam dikin, û ew dikeve nav pilana “Herêma Erdoxan a Aramkirî” (ya ku çespandina niştecîkirina anîndeyan ji Parêzgehên din ên Sûriyê û malmewdankirina wan ji xwe re dike armanc), da ku guhertina demografî li dijî hebûna Kurdan li herêma wan fere û kûr bike.

10.09.2023 an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Ehmed Mistefa Silêman” ê birîndar.

Şewatek li daristaneke ihracê li nêzîk Gundê “Tetera” – N. Cindirêsê, 03.09.2023. Z.

Qutkirin û jiholêrakirina hirşeke ihracê ye çandiniyê li derbasgeha Rojhilat a G. “Keferomê” – N. Şera.

Gundên “Destê Alîkar ê yekê/Yed El’ewn El’ûle, Destê Alîkar ê dudiyê, Xudiyên xêrxwaziyê/Ehil El’xeyr” ên niştecîkirinê yên nimûneyî.

—————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-259-10-09-2023– PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button