Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (255): Guhertineke demgrafî ye rasteqîn, qurbaniyine kuştî û brîndar yen sivîl, barkirin û veşartineke zorane, pevçûneke milîseyî ye navxweyî

Guhertina binevahiya niştecîbûnî li Herêma Efrînê, ji dema dagîrkirina wê ji aliyê Turkiyê ve li sala 2018an. Z, bi riya koçberkirina zorane ji sedhezaran xelkê wê re, û niştecîkirina dora nîv milyon nişte ji malbatên çekdaran û anîndeyên parêzgehên din ên Sûriyê tê de, û herweha barkirina/biderkirina dehezaran penaberên Sûrî ji Turkiyê -li dû hev-  bo herêmê, û destdanîna wan li ser malmewdanên nişteciyên resen, bi ser de jî avakirina gundine niştecîkirinê yen nimûneyî ji bo bicîkirina wan…Di çêkirina/bûyerdana guhertineke demgrafî ye fere de li dijî Kurdan û herêma wan a dîrokî du delametên/faktorên bingehîn in, û daxuyana seyr û bi gûman a axêverê Şalyariya/Wezareta Derve a Amerîka “Masyo Mêler/Matthew Miller” red dike û derew derdixîne, yê ku li vê dawiyê gotiye: “Waşinton nabîne ku pilana Turkiyê ya ji bo vegerandina milyonek penaberên Sûrî bo Bakurê Sûriyê, guhertineke demografî li Efrînê – Bakurê Sûriyê armanc dike”.

Ev jî hin bûyîn li ser rewşên serwerkirî ne:

= Qurbaniyin sivîl:

Di encama pevçûnên qurşînan di navêna Artêşa Turkiyê û nandozên wê ji alîkî ve û Artêşa Sûriyê û hevalbendên wê ji alîkî din de, ziyanin şênberî û qurbaniyin sivîl en pakrewan û birîndar li herdu aliyan rûdan:

– Li 31.7.2023an. Z, topebarana topavêja Turkiyê herdu gundên hevcîwar “Gundê Mezin, Kalûtê” – Çiyayê Lêlûn armanc kirin, û di encamê de Hemwelatî “Nezîre Welo Mistefa /40/sal” û Zarok “Mihemed Remedan Ilêwî /10/sal” ji Gundê “Kalûtê” bi rengekî têvel birîndar bûn, û ta niha di nexweşxanê de têne dermankirin.

– Li nîvroya 4.8.2023an. Z, Artêşa Sûrî makînak “Van Salon” (a ku hilgêrin sivîl di navêna Bajarê Efrînê û hejmarek gundan de vediguhestin) armanc kir, li cîgeha Çiyayê “El’şêx Eqîl” – riya di navêna herdu Gundên “Fafirtînê û Bircikê” de – Çiyayê Lêlûn, û bi şev jî makînek rahêjok (e ku li ser guhestina  makîna “Van” a armanckirî kar dikir) armanc kir; Û di encamê de Hemwelatî “Elo Silêman Silêman /25/sal” ji xelkê Gundê “Bircê Silêmên” û du anîndeyên li gund hatine niştecîkirin -me nikanî navên wan nas bikirana- şehîd ketin, û heyşt din jî ji Gundên “Kibêşînê, Bircheyderê, Bircê Silêmên” cûrbecûr birîndar bûn, jê: Ajovanê “Vanê” “Mihemed Ednan Silêman“, “Mecîd Ehmed Silêman” û “Kemal Silêman Silêman” (ê bi sivkahî birîndarbûyî), û çar birîndar ji ber birînên wan ên metirsîdar bo Turkiyê hatin guhestin.

“Makîna “Van Salon”, a ku ji aliyê Artêşa Sûriyê ve armanckirî, li 4.8.2023an. Z.”

“Pakrewan “Elo Silêman Silêman”.”

= Girtinine bêsûcane:

Li 22.7.2023an. Z, dema ku Asayêşa Turkiyê Xort “Isma’il Lewend Elo /27/sal” ji xelkê Gundê “Hisê/Mîrka” – Navça Mabeta radestî Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” (ya ku Derbasgeha “Bab El’selamê – Ezazê” desteser dike) kir, ew bêsûcane hate girtin û zorane hate veşartin, bê têkildarî bi merivên wî re; Were zanîn ku ew zorane ji Turkiyê (ya ku ji neh salan ve lê rûdine) hate koçkirin, di çarçewa daneserên/hemleyên ku digihêjin penaberên Sûriyê de, û hevjîna wî jî li Istenbûlê bê xwedîlêderketin ma; Û divê bête zanîn jî ku tu têkeliyê xort bi Rêvebiriya Xweser a berê re tune ye.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li Êvara 30.7.2023an. Z, di encama nelihevkirina li ser dizîn û talanan û bazarên navxweyî de, “Mihemed Fatêh Hemşo/Ebû El’nesir” (ê ji Bajaroka El’ra’î – Herêma Babê û serkêşê Milîseyên “Firqit El’muntesêr Bîlah” li Gundê “Umera” – Navça Reco) bi qurşîna jîndar hate kuştin, ji aliyê endamên rêbenda gund a çekdar a “Firqê” ve, bê ku tu zelalkirin jê derkeve.

Tiştê “Mêler” dayî xuyakirin li ba Kurdên Sûriyê bi giştî ciyê nefret û şermezariyê ye, ji ber ku tiştê gotiye bi tewawî/temamî dûrî rastiyê ye, û Turkiyê û nandozên wê têvedide û dihevojîne ku bêtir binpêkirin û tewanan li dijî wan pêk bînin, û ji ber wê jî jiyan û herêma wan bêtir tûşî metirsiyan bibin.

06.08.2023 an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Makîna “Van Salon”, a ku ji aliyê Artêşa Sûriyê ve armanckirî, li 4.8.2023an. Z.

Pakrewan “Elo Silêman Silêman”.

————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-255-06-08-2023-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button