Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

DANASÎNA ZİMANÊ KURDÎ

Wergerandina ji Erebî: Memê Alan

Di serî de, ez beşdarbûna we sipas dikim… Herweha spasî ji her kesê ku ev pêşxeriya niştîmanî ya pîroz pêk aniye re, bi hêviya ku ev pêngav bibe destpêk ji pêngavine din en erênîtir re û bikeve xizmeta çanda jiyankirina hevbeş di welatê me Sûriyê yê delal de. Herweha jî ji min re rûmet û serbilindî ye ku îro ez li vê cîgeha zanistî û şaristanî, û li pêş van kesayetiyên niştîmanî û zanistî yên welatê xwe bisekinim da ku wan bi zimanekî niştîmanî yî resen bidim naskirin, ew jî Zimanê Kurdî ye – zimanê çiya û kewan; û ji ber tengbûna derfeta demê, ezê waneya xwe pêşkêş bikim bê ku ez têkevim hûrgiliyan.

= Danasîna zimên:

Di karnava berçavbirina pêvajoya pêşveçûna dîrokî ya giropên ademîzadiyê û hemî şêweyên mîna nîşan û wêne… û HWD ên ku ji bo guhestina bîr û boçûnan, zanyariyan û hestan – çi di nav endamên her giropeke ademîzadiyê ye ku di herêmeke erdnîgarî de dijîn, an jî bi giropên ademîzadiyê yên din re – hatine bikaranîn, ziman dimîne şêweya herî pêşketî.

= Parvekirinên Zimanî:

Ta vê kêlîkê tu hejmar bêlî û zelal ji zimanan re di cîhanê de tune ye, lê hejmara derdorî ya ku Rêkxirawa «Yûnisko» ya girêdayî Neteweyên Yekgirtî belav kiriye, dora/7/ hezar ziman e, û gelek nêrînên cuda li ser zimanên ji hev ve nêzîk (yanê ji yek jêderê) hene, lê ya herî berz û ji rastiyê ve nêzîk ya lêgervanê zimanî yê Almanî «Fridrich Max Muller/Firêdrîk Maks Mûler» e (ya ku zimanên cîhanê parve ser sê giropan kiriye), û ew jî ev in:

1- Giropa Hindo-Ewropî:

Mîna Zimanên Îranî yên kevin û Zimanên Enkilo – Ewropî û Zimanê Hindî…H.W.D.

2- Giropa Samî – Hamî: Mîna Zimanên Erebî û Ibrî.

3- Giropa Toranî: Mîna Zimanên Turkî, Mengolî…H.W.D.

Her giropek ji wan giropên zimanî malbat û êlên zimanî, yên ji hev ve nêzîk, di hundir xwe de dicivîne, weke malbata Zimanên Îranî yên kevin (ya ku jê zimanên Farisî û Kurdî… H.W.D vedikşên).

Ziman weke her jîndarekî dijî, pêş dikeve, tê guhertin, li ortê hev dikevin, hikariyê bi hev dikin û ji hev dibin, hin caran bi hev re dikevin nakokiyan û ji bo mandinê rikberiyê jî dikin, û hin caran jî li ser hesabê hev fere dibin, lê vir ne ciyê hewaldana sedemên wê ye. Hin jê bi çerx û demê û zanişweriyê re dimeşin, û hin jî di nav xwe tenê de dimînin û qir dibin. Her zimanek ji yên bilî xwe, bi radeya şaristaniya xwe û dûrbûna ji koka xwe, tê cudakirin, herweha her zimanek bi taybetiyên xwe ji zimanên din cîwaz dibe, ta zimanên ji yek girop û malbatê jî (yên ku bi hev re hin taybetiyan parve dikin).

= Zimanê Kurdî:

Ew zimanekî netewî yî dora pêncî milyon Kurd e, zimanê Pirtûka Zeredeştî ya pîroz «Avêsta» ye, zarzimanê Pirtûkên Ezdahî yên Kurdî (Nimêj/Selewat, dirûşim, gotin/qewil, sirûd û helbestên olî… H.W.D), û ji giropa Zimanên Hindo – Ewropî û ji malbata Zimanên Îranî yên kevin – beşê Rojava ye. Zimanê Kurdî li gor mercên dîrokî yên tê re derbas bûye jî mîna zimanên din pêşket û fere bû, û hin caran hat hev jî, û ew ji zimanên ku nikanîbûn bi pêşveçûn û pêşketina ku li cîhanê çêbûye re bimeşiya, ji ber sedemên naskirî ku niha vir ne cihê ku em wan bi bîr bînin.

= Koka Zimanê Kurdî û Zaravên wî yên sereke û Alfabeyên/Abeyên wê wî yên niha bi kar tên:

Koka Zimanê Kurdî:

Li gor hejmarek ji lêgervan û dîrokzanên zimanî û li ser bingeha hin hejmarokên ku li cîgehên kevneşopî yên Erdnîgariya Kudistanê diyar bûne, koka Zimanê Kurdî vedigere /5000/sal berî zayînê.

Zaravên serekîn:

1- Kurdiya Jorîn an a Bakurî (Kurmancî yan Behdînanî):

Dora 75% ji Kurdan (Tirkiyê, Sûriyê, Kurdên Ermîniya, Kurdên Ezerbeycanê, Kurdên Xoresanê li Îranê, Kurdên Libnanê û gelek Kurdên li seranserî cîhanê rûdinin) pê daxivin.

2- Kurdiya Jêrin an a  navîn (Soranî):

Kurdên «Silêmaniyê, Kerkûkê» û hin ên Hewlêrê li Herêma Kurdistanê, û Kurdên Başûrê «Gola Ormiyê» li Îranê pê daxivin.

3- Kurdiya Başûrî (Hewremanî):

Kurdên Herêma «Mêrîwan» li Îranê û Kurdên «Helebçe û Xormalê» li Herêma Kurdistanê pê daxivin.

4- Kurdiya Zazakî:

Kurdên (Dêrsimê, Palo, Gênco, Siwêrekê, Bêcar û Colemergê) li Turkiyê pê daxivin.

Alfebeyên wê:

Di karnava dîrokê de, zimanê Kurdî bi çend alfebeyan hate nivîsandin mîna (Mîxî/Mismarî, Avêstî, Aramî, Masî, Sotî û Behlewî), lê niha jî bi du alfebeyan tê nivîsandin û ew jî ev in:

1- Alfebeya Latînî:

Bikaranîna wê pirtir e, yanê dora 70% û li hemî cihên ku Kurdiya Kurmancî bikar tînin (Turkiyê, Sûriyê, Kurdên Libnanê, Ewropa, Ermîniya û Ezerbeycanê, û rêjeyek ji Kurdên Îraqê û Îranê jî). Ew ji /31/tîpan pêk tê, û zimanzanê gewre «Mîr Celadet Alî Bedira-Xan» di salên 30an ji sedsala borî de, li Şamê bingehên wê danîn, û wî ew bi rêdanekê/terxis ji Şalyariya Hundirîn a Sûriyê (ya wê hîngê) li sala 1932-yan Z di belavkirina Kovara «Hawarê» de bikar anî. Herweha jî, wî bingehên Rêzimana Zimanê Kurdî danî û di wê Kovarê de – wê hîngê – belav kirin.

2- Alfebeya Erebî:

Ji /38/ tîpan pêk tê û li Herêma Kurdistana Îraqê bikar tê, û herweha jî Kurdên Îranê bikar tînin.

= Hin agahiyên din li ser Zimanê Kurdî:

Li gor hejmara axêveran, Zimanê Kurdî li cîhanê radeya /59/an werdigre.

(735320) bêjeyên sereke di xwe de kom dike û weha jî (1200000) şor di hemî zaravên xwe de, û li gor hejmara bêjeyan -piştî herdu zimanên Filendî û Korî- ew radeya sisiyê distîne.

= Taybetmendiyên bingehîn ên Zimanê Kurdî:

– Ew zimanekî kîteyî ye û ne ezberî ye, kît li gor zanistiya dengan perçak ji bêjeyê ye û yekcar ji dêv derdikeve.

– Ew zimanekî lezqok e, yanê bi zêdekirina pêşkîtekê yan paşkîtekê li ser koka bêjeyê bêjeyeke nû bi wateyeke nû tê darajtin/çêkirin.

– Li gorî lêvkirinê tê nivîsandin.

– Hejmara tîpan qaserî hejmara dengan e, yanê beramberî her dengekî tîpek heye, ev jî tê wateya ku di Zimanê Kurdî de /31/dengên sereke hene û li hemberê jî /31/tîp hene; Ji bilî awerteyek tenê em niha ne di sebaretî bîranîna wê de ne.

– Taybetiyên me li jor anîne zimên, taybetiya hêsanbûna fêrbûn û hînbûnê didiyê.

= Sûriyê û Zimanê Kurdî:

Kurd li Sûriyê Kurdiya Kurmanî ya Bakurî û Alfebeya Latînî li hemî cihên hebûna wan (li herêmên Kurdî wek(Efrînê, Kobaniyê – Eynerebê, Serê Kaniyê – Re›is El›eyn, Dirbêsiyê, Amûdê, Qamişlê, Dêrîkê, Hesekê) û herweha  hin ji Bajarên Sûriyê yên mezin wek (Heleb, Şamê, Reqê…H.W.D) bi kar tînin.

Girîngiya pirjimarî û cûretiya zimanan li welatê me Sûriyê (Zimanê Erebî, Kurdî, Ermenî, Suryanî, Aşûrî) ji welat û gelê me re zengînbûn û sermiyan e û ne jarbûn û lawazbûn e, ji ber ku cûrerengiya zimanan yanê cûrerengiya çandan e, cûrerengiya çandan jî ji bo çi welatî be tê wateya cûrerengiya afrandin û pisporayetiyê di hemî waran de, û ev jî derfetên pirtir dide pêşketina wî welatî zêdetirî welatê yekziman û yekçand û yekreng…Ma gelo,   gulîstaneke yekcûre gul û çîçek û darên yekreng û bîn û durv, û gulîstaneke din e cûrercûr gul û çîçek û darên tonbiton reng û bîn û berhem mîna hev dibin.

= Berhemdanên Zimanê Kurdî:

Zimanê Kurdî tê peyvandin û nivîsandin û xwendin, ne mîna ku tê gotin ku ew tenê zimanekî devkî ye, û vaye li jêr jî kurtasiyek wek nimûne li ser berhemdanên wê ne:

– Bi dehezaran helbest û sirûdên li ser têvel aliyên jiyanê, ji aliyê bi sedan helbestan ve û li ser serê hemiyan mîrê Helbestvanên Kurd «Ehmedê Xanî» û «Meleyê Cezîrî, Feqê Teyran, Cegerxwîn, Şêrgo Bêkes, Hacî Qadêr Koyî, Hejar Mûkiryanî, Seydayê Tîrêj… H.W.D».

– Bi sedan çîrok û romanên mîna (Çiyayê Bi Xwînê Hatiye Avdan, Bîra Qederê, Kela Dumdimê ya Nivîskar Erebê Şemo yê ku şana dostaniya gelan ji Yekîtiya Sovyêtistanê wergirtiye), û Çîroka  «Pêxemberê me Yûsif û Zelîxe» ya helbestvanê nemir «Selîm Silêman»…H.W.D.

– Hejmarek ji dastan û efsaneyên dirêj ên ku  kêm weke wan di zimanên din de hene, mîna Dastana (Mem û Zîn, Xec û Siyamend, Delal û Edûl, Ferhad û Şêrîn, Zembîlfiroş, Kela Dimdimê)…û H.W.D.

– Bi hezaran ji pirtûkên wêjeyî û çandî û civakî yên mîna pirtûkên (Şerfname – ya Mîr «Şerefxan Betlîsî/1543 -1603.Z/», Mewlûdname – ya Helbestvan»Mile Hisênê Batê/1675-1760.Z»), û herweha jî bi sedan kovar û rojname û belavokên ku hemî aliyên jiyanê şirove dikin, jê: Rojnameya Kurdî ya yekem «Kurdistan» a ku Mîr «Miqdad Midhet Bedirxan» li «Qahîrê» li 22.4.1898an. Z derxistiye, û Kovarên (Hawarê,  Gulîstanê, Gelawêjê…û H.W.D).

Careke din sipas ji beşdarbûn û guhdariya we re.

#- Têbîn: Ev Wane bi Zimanê Erebî ji aliyê Endezyar «Qaziqlî Mihemed» ve hatibû pêşkêşkirin, li Kolîja Wêjeyê – Zanîngeha Heleb, li sala 2021an. Z.

* Rojnama Newroz – hejmar /157/ – 20 Tîrmeh 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button