Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Azadî Zanava Min e

Kalê Maratê*

Bi hest û ramanên gava pêşîn .

Her destpêkek bi hest û ramanên di asta evînê de dema xwe li peravên dilê mirovan dide, di giyanên mirovan de teqînên volkanîk çê dike, li gor canê wê dem û kêliyê riyên nû peyda dibin û peywirên nû li pêş mirov derdikevin.

Di berbanga avarek welatê min de pêkanîna karkeriya demê pîroziyan li giyanê min ê neteweyî bar dike, hema destên min bigihin ku dixwazim li wir kulîlkan biçînim di binê her lat û zinarekî de di ber û singê her dar û warekî de hema berê min bi kîjan aliyê welêt bikeve bi tîna agirê Newrozê divê ez hemû qirêjiyan bişewitînim û wê xuliya ji ber mayî li wê axa pîroz bireşînim û ji wê axa şewitî bi baweriyeke têrpaqij ji nû ve jiyaneke azad bafirînim ramanên ku ji vê baweriyê re pêşengiyê dikin, ji agirdanên zerdeştiyê ye û tîna xwe şikandine di rojeke ku rûqalî(beramberî) çarê nîsanê dibe de, dixwazim di wê evîna nûranî de hestên xwe bihewînim .

Xwedî armancên mezin

Hestên min ên giranbiha hene ku bi vegotina çand û zimanê min ê dayikê hatibûn meyandin, ji bo li her serdemekê em wateyeke zêrîn lê bar bikin. Hema bibêje dîwar bi neynûkan li dijî her cureyên hovitiyên serdestan hatine kolandin, û girêdana bi kokên xwe ve pir bi wate bû. Zarokên welatê min kêlî bi kêlî berxwedan bi  jiyana exlaqî û polîtîkê hunandin di navbera dîroka kevnar de hatin kolandin roja me  navê bindestan bi tîpên zêrîn hatin neqişandin ew dergûşa mirovahiyê ya ku di pêsîrên vê axê de hat mijandin divê bi tu awayî dagirkeriyê li ser vê axê nepejirîne xwediyê serpêhatî û armancên mezin im, bi dehan bi tofanan re rû bi rû bimînim jî, bi sedan di komkujiyan re derbas bibim jî ji nû ve xwe ji axa bermayî de peyda dikim. Ez heyva nû ya zêrîn im wekî her carê dîsa jî strana li ser ziman im axa bi xêr û bereket xwedî gelek berhemên dayika xwedawend im.

Îro evîndarê baweriya jiyana azad a bi hev re û dilsozê ramanên neteweya demokrat im. Xwedî reng im bi nav û deng im, ji roja ku roj ji lûtkeyên çiyayan bilind dibe, ez qêrîneke xwedî hezar awaz û deng im .

Encama bêhempa

Dengê min olan dide li qadên welêt bi dengê ku ji dûr ve tê govenda azadiyê tê gerandin keserên dil yek bi yek tên revandin êdî şabûn diyardê ye di kenê li ser lêvên zuhayî veşartî de her demsal bihra e di Paxila min de veşartî stêrk di porê yarê de neqişandî kezî bi kezî hûnandiye sebria min ji çavên li rê mayî re mizgînî ye.

Roja min gulrengdar e, û bi hezaran xwedî armanc û bi biryar im . Azadî zanava min e, ku ji serhildana Newrozê çêdibe tîrêja di taritiyê de dibiriqê ye.

Heta ku ew zanav hatiye bi destxistin  bi hezaran canan di oxira wê de can dan, kirin baxê bilbil û şeyda weha rengîne. Kurdistan kirin deryaya evîn û sewdayê, bûne dermanê hemû kul û derdan û wiha qîriyan li her çar dor û Milan:

Encam dê bêhempa be mizgîniyê bidin Roja me.

 

* Rojnama Newroz – hejmar /157/ – 20 Tîrmeh 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button