Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Li Almanya Reşîd Bakîr û Fatima Hemadê Hatin xelatkirin

Rojnama Newroz*

 Li ser pêşniyara hevalên li vir, Komîteya Herêma Başr – Rojavayê Almanya biryar da ku herdu heval: Reşîd Bakîr û Fatima Hemadê werin rêzdarkirin, li ser dîroka têkoşîna wan a bi rûmet a di doza gelê me yê Kurd li Sûriyê de.

li vir bi kurtasî vê dîrokê em bibîr bînin.

Heval Reşîd Bakîr lawê Hesen û Elîfê

1- Di 5/9/1954 de, li gundê Qudeh – navçeya Reco – herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) ji dayîk bûye.

2- Xwendina dibistana seretayî bidawî kiriye, li dibistanên gundê xwe Qude, Me`imila û Reco ji sala 1960 ta 1966-an. Bawernameya amadeyî ji dibistana Ibn Ruşd li Efrînê sala 1969 wergirtiye. Di wê demê de tevli partiya Komonîst a Surî bû. Piştre li Helebê xwendina xwe berdewam kir; partiya Komonîst berda, sala 1970 kete Partiya Demuqrata Kurd li Sûriyê (ELPARTÎ). Paşê Peymangeha pîşesaziyê li Helebê sala 1974 PZ bi dawî kir.

3- Ew yekser, piştî qedandina xwendina xwe, bû mamoetê Pêşesaziyê li dibistanên pîşesazîyê li bajarê Helebê.

4- Di sala 1980 de, bi heval Fatime Hemadê re zewice, keçeke wan bi navê Bêrîvan heye, ew jî zewicî ye û di maleke nêzî dê û bavê xwe de dijî, 4 zarokên wê yên gulber hene xwedê wan tavan biparêze.

5- Heval Reşît ji 1970yî ve karê xwe di rêxistinên Helebê de kirye û di komik, Komîtên Şax û Herêman ên partiya Yekîtî de jî, dixebite tevî berdewamiya astengên tendirustî û civakû.

6- Bi comerdî û bê sînor xebata xwe kir. Li gel buveyan an xeteriyê, vî hevalî mala xwe vekir bi dilfirehî, û mala wan ne tenê mala hevalan bû, ji bo partiyê jî bû. Weşanên wê û hevdîtinên lîderan, karê wan ên veşartî di şert û mercên herî tarî de bê westandin bû, bêygazin, bêyî ku li benda spasiyê an xelatekê bin.

7- Di sala 1997›an de koçî Almanyayê kir û bi hevalên xwe yên li Ewropayê re têkoşîna xwe berdewam kir, heya ku ji ber şert û mercên taybet û nexweşiyan, rawestiya ji karê rêxistnê. 43 sal di nava refên tevgerê de ma weke şervanekî bêdeng ku pir dikir û kêm daxivî.

8- Kesayetiya heval Bavê Berê ew e, bi aramî, dilsozî û bi qasî ku ji destê wî dihat, bicihanîna erk û wezîfeyan dihate naskirin. Em bi serbilindî Bavê Bêrî wek hevalekî fedayî, wek modela bi sedan, bi hezaran milîtanên gelê me yê Kurd dinasin, ku piraniya jiyana xwe derbas kirine bi bedelên bi rûmet di parastina hebûn û mafên Kurdan de.

Heval Fatime Hemade keça Îbrahîm û Fîdanê

1- Di sala 1961›an de li bajarê Helebê ji dayik bûye.

2- Di pênc saliya xwe de çûye pêşdibîstana Ermeniyan û dibistana seretayî li dibistana Kordoba li Eşrefiyê di sala 1966an de xwendiye; piştre xwendina xwe berdewam kir li Senewiya Ednan El-Malikî. Di sala 1980 de bekelorya stand bi heval Reşît re zewicî, piştre  heta sala sêyemîn li Fakulteya Zanyarî li zanîngeha Helebê xwend û di sala 1984an de ji ber çûyîna mêrê wê leşkeriyê 4 salan  dest ji xwendinê berda ji ber şert û mercên civakî gelek dijwar bûn.

3-  Hevala me Diya Bêrî li taxa kevn a El-Suryan a Helebê di nava malbateke Kurd e welatparêz ji gundê Qitmê Herêma çiyayê Kurmênc – Efrîn de mezin bû û di nava xebat û têkoşînê de xwe dît, di sala 1973yan de çend lîderên ku ji aliyê îstixbaratê ve hatin binşopankirin. Di yek ji du odeyên mala xwe de demek dirêj xwe veşartin, demeke dirêj xizmeta wan hate kirin. Di wê demê de asayîşê têkoşer Emîn Şêx Gulîn û hin din ji serkirdayetiya Partiyê girtin û paşê jî bi dehan salan mêvandariya hevalên partiya me û serokatiya wê kirin.

4-  Ew di sala 1978 an de tevlî Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El-Partî) bû. Ew yek ji pêşemîn  endamên damezrêner ên rêxistina jinan e. Di tevgera Kurdî de li Helebê (li gel Fatima Mihemed, Asiye Brîmcah, Emina Brimo û Diya Kawa ji Cezîrê). Di rêxistinên Helebê a Partiya me (Yekîtî) de endamtiya komik, Şax, û Herêmê kiriye. Di hilbijartinên fermî yên Sûriyê de namzeda tevgera Kurdî bû. Hêjayî gotinê ye ku bi salan li Ewropayê çalakiyên xwe yên siyasî û civakî berdewam kir.

5- Em dikarin bibêjin ku Hevala Fatima gelekî di bin bandora welatparêziya dê û bavê xwe de maye û li hemberî nexweşiyan, di şert û mercên zehmet de bi serhişkiyeke bêhempa li ber xwe da. Hemû hevalên wê dizanin, wê weke jineke Kurd a wêrek, xebata xwe siyasî û civakî domand.

6- Ew di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de ji kombûnên girseyî cemawerî  re axivî û bernameya xwe ya hilbijartinê pêşkêşî wan kir wekî berendam ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî li herêma Efrînê û bi wêrekî rûbirûyê desthilatdaran û zextên wan bû.

Serkeftin ji doza kurdan re!

Spas ji Herdu Hevalan re Reşît – Fatme

roja Yekşemê 30.04.2023an

Komîteya Herêma Başûr – Rojavayê Almanya

* Rojnama Newroz – hejmar /157/ – 20 Tîrmeh 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button