Apê Misto xwediyê heyşt zarokan bû, piştî temenê wî digihe 65 salan ew û hevjîna xwe, xaltiya Gulê wek sêwiyan li gund jiyana xwe berdewam dikin.
Apê Misto pir xem û qisaweta xwe nedixwar, ji ber ku çê xirap bi lingên xwe derdiket derve, derd û kulên xwe derman dikirin. Lê, xema hevjîna wî bûbû qisawetek mezin ji ber nexwaşiyê û geres (gerek) heftê du caran bibe bajarê Efrînê ji bo ku gurçikan jê re bişon, çûn û hatina ji Efrînê bi zehmet û rezîliqî bû, tunebûna makînan û mandina hewşa gund bê kes astenkek pir mezin bû, ji ber ku dema ji nexweşxanê vedigeriyan mal, biçûk û mezinên ew kesên dûv dirêj ku li gund bi destê dagîrkeriya dewleta Turkiyê hatine bicihkirin hewşa malê tar û mar kirine.
Dema li ser xwe bû, Efrîn jî li ser xwe û rû geş bû. Di hersê cejnan de, zarok û neviyên wî di hewşa malê de duxulxulîn, û bi taybet dema ji wê de dihantin qirikên zarok û neviyan yek bi yek bîndikir, û piştre maç ji neviyên xwe dibirin ji ber ku piraniya zarokên apê Misto li bajaran dixebitîn û kar dikirin.
Hin caran dema dixwast xem û xeyalên xwe ji bîr bike, berê xwe dida deştê pişta xwe dida koka dara zeytûnê, li bin siya darê rûdinişt û hin caran di xew ve diçû. Dema şiyar dibû di nêrîn û ramanên xwe de dûr diçû; ev xişim û bêtara ku hatiye serê çiyayê Kurmênc, û ev gilgemara bajarên sûriyê tev li Efrîn û gundewarên wê hatine belakirin! Ma kî sebeb e? Û kê we kir? Hîn bi ser xwe de mijûl e! Ji nişka ve, biraziya wî deng lê kir. Tu li ku derê bûyî, me tu windakirî. Amojina Gul rakirin nexweşxanê, gava diçûn ew û cendekê Gulê bi hev re digînin gund. Apê Misto bi dilekî şewitî bandike û dike qêrîn. Mala min careke din hate hilweşandin û xirakirin, cara yekê dema ev kesên dûvdirêj û toximperest pêl axa çiyayê Kurmênc a pîroz kirine, û cara diwem va hevjîna min çû ber dilovaniya Xwedê û nema vedigere.
Dema ji ser tirban vedigerin mal, ew berxê tawlî ku kirî bû, ku apê Misto xwedî dikir, da ku roja zarok û neviyên wî vegerin serjêbike, hatibû dizîn!
Sê rojik û çile jî derbasdibin, derd û kulên apê Misto mezintir dibin, zarok û neviyên wî dûrtir dibin, mîna kundê di şevên tarî de, bi tena xwe dimîne. Bihên teng dibe, li kera xwe siwar dibû û dadiket deştê, li bin dara zeytûnê pal vedida. Bi dara zeytûnê re dikeve guftûgoyê û jê dipirse: Xuya ye tu jî wek min sêwî û bê xwedî mayî, pelên te zer bûne, koka te qaliq bi diranan di ser re hatî rêşkirin, ta şiqnên nêr (bendûq) hatine xwarin. Lê hema ya baş damarên te hîn di bin axê de ne, ger xwediyê te vegerin û tu werî avdan, dîsa û ji nû ve tê geş bibî!
Lê ya herî girîng zeytûna min î delal û buha, dixwazim ji te bipirsim?
Ev rewşa min û te û zordariya li me tê kirin, berî bi kû de ye? Her yek ji me dimire malek wêran dibe, ji ber ku piraniya malên mane ji du-sê kesan in, çend salî din wê yekî dûvdirêj li şûn min û te rûne. Ya ji wê girîntir û pêwîstir ev Kurdên me yên li navça ( şehba), çima venagerin! Li benda kê û çi mane!. Gava xwe top hev bikin bi alên sipî û bi meş, bi silogan û durişmên aşîtî, wekhevî û şiqnên darên zeytûnê bilind rakin û berên xwe bidin Efrînê, da ku ez û tu sêwî nemînin, wê ne baştir be! Bawer nakim ew xelkê me li wir bi hesanî yan bi tiving û şer vegerin ser xaka xwe. Hemû welat wek gokê bi me dilîzin, û berjewandiya wan di ser mafê mirov û gelan re ye. Vêca çima em berjewandiya xwe nas nakin û naşopînin! Em dibin koleyên berjiwandiya wan mîna kerên ji qantira re kar dikin!
* Rojnama Newroz – hejmar /157/ – 20 Tîrmeh 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.