Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Riya jiyanê yan ya mirinê ye ?!

Nazdar Hesen*

Belê koçberkirin riya jiyanê yan ya mirinê ye? Riya peydakirina jiyanek baştir an binpêkirina jiyanê ye? Riya şahiyê û hêviyan an bidawîbûna şahî û hêviyan?

Ji ber ku koçberkirin bi riyên qaçax û bi destên qaçaxjiyan dibin çarenûsa yên koçber dibin ne diyar e, koçber di rê de rastî pir zehmetî û metirsiyan tê, dibe  ku yek ji sedî bi hêsanî derbas bibe lê ji sedî nod û neh bi çavên xwe mirinê dibînin an bi rastî jî dimirin an pere û cefayê deh salan tên xwarin. Ji ber vê yekê jî em dikarin bibêjin riya koçberkirinê mîna lîstika kabê ye dibe ku tu bi ser kevî an bi bin kevî, tenê cudahiya di navbera herduyan de, di lîstika kabê de, zirar pere ne lê, di riya koçberkirinê de, qelen can û pere ne. Bêguman çûyîna peran ne wek jidestdana can e; pere derin û tên, lê qet çareserî ji vegera can re tune ye! . Erê rast e ceng , lêgerîna karekî û jiyanek baştir û ji felaketên xwezayî wek nexweşî, erdhej (zerzel), volkan û birçîbûn, pirsgirêkên rewşenbîrî û siyasî bi dûr  kevin û jê werin rizgarkirin, sedemên herî sereke ne ji koçberiyê re, û yê ku dihêle mirov bighêje asta ku çarenûsa xwe di navbera mirinê û koçberiyê de bibînin, lê zor mixabin pir caran koçberî jî dibe sedema mirina wan .

Belavbûna diyardeya koçberiyê û zêdebûna qurbaniyan? Kî di ber de berpirsiyar e? Ceng e an tunebûna aştî û ewlehiyê ye, riyên qaçax, û qaçaxî jî  yan deriya yan jî lawir in; biryar çewt e gava yek koçber bibe? Ên din jî bi dû din nizam,  lê em dikarin bibêjin ev hemû ji ber ve berpirsiyar in, û ta rewş wiha bimîne û pirsgirêk neyên çareserkirin wê pir keç, xort û şêrînên me yên dest henekirî, di deriyan û çeman de, binav û noq bibin û pir kezeb û ceger wê bişewitin.

* Rojnama Newroz – hejmar /157/ – 20 Tîrmeh 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button