Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Perwerde û Hînkirin

Nûşîn Bêcirmanî*

Perwerde Jiyan e… (Dêwê )

Di kultûrê Kurdî de hatiye gotin (Nîv melayan dîn biderdan, û nîv textoran can bider dan), ez jî vê gotina pêwîst û bi wate temam dikim û dibêjim, nîvmamosteyan jî jiyan bider dan….!).

Ji ber giringî û pêwîstiya perwede û hînkirinê, gelek nivîs, lêkulîn û pirtûk li ser hatine amadekirin, çiku perwedeyê ji destpêka peydabûna merov li ser rûyê zemînê, destpê kiriye, ji zanyariyên herî kevin e, ku mirov di vî beşê zanînê de xebitiye û lêkolîn çêkirine. Ji vê jî zanyarên perwerdeyê ên ku danasîn dane, wê bi gelek awan perwerde destnîşan kirine.

Di hînkirinê de, gelek hêman hene ku  roleke wanî berz û gewre heye, ew jî ziman , mamoste û rêvebiriya perwedeyê ne. Pêwîst e rola hêmanên din jî yên hînkirinê , neyên paşguhkirin.  Bê guman di  vî bêşî de ezê li ser wan binivîsim.

 1 – Ziman :

Ziman, sîstemeke peywendiyê ye, ji komek deng û simbolên nivîskî, yên ku nişteciyên welat, dever an yê gelekî bikar tînin . Ziman di jiyana tevaya civakan de bi roleke mezin radibe, ziman alava derbirîn û peywendiyê ye. Û di pêvajoya hînkirinê de, ji ber ew alavê têkildariyê yê sereke di navbera şagirt û mamosteyan de û di navbera şagirtan bi xwe de ye jî, ziman hêmanê herî girîng e.

Cureyên zimanan  geklek in, li gor bikaranînê an li gor xwezaya zimanan têne dabeşkirin , lê giringtirîn ziman,  zimanê Dayikê ye, ew zimanê ku zarok di destpêka jidayikbûna wî de, bihîstiye, di malbatê de tê bikranîn; zanyarên hînkirin û perwerdeyê pêwîstiya hînkirinê bi zimanê dayik pileyeke bilind didine vê xalê.

Di hînkirin û perwerdeyê de, Zimanê dayikê, pêdiviyeke pêwîst e, ew nasnameya civakî , kesayetî û ya çandî li cem zarok ava dike.

Ji bo giringiya zimanê dayik di hînkirinê de, ez vê DATABASA UNESCO ya li ser newekheviya perwerdeyê nîşan dide, tînim ziman, ( zarokên ku bi zimanê pê li malê dipeyivin (Ango zimanê dayikê) têne fêrkirin, 30% zêdetir gumana ku di dawiya dibistana seretayî de fêrî têgihiştina xwendinê bibin li beramberî zarokên ku li seranserî cîhanê bi zimanê malê (zimanê Dayikê) fêr nabin.

Ev Databasa Unesco ji me re diyar dike ku, fêrkirin dema bi zimanê dayikê be, wê berhemê fêrkirin û perwerdeyê bihtir û li pêştir be .

2     – Mamoste:

ev mirov kî ye? Çi dike? Çi gotin hevkûfê wî ne?…..Bi rastî gelek danasîn ji  bêjeya (mamoste)  re hatine danîn û çî baş dermafê wî were nivîsandin jî, dê kêm be, li hember westan û rola wî di ber fêrkirin û perwedeyê de.

–      Mamoste komek ji serpêhatiyên ku bi dest xistine arasteyî şagirtan dike, bi rê û alavin hêsankirî tê kirin ta ku şagirt bi hêsanî vê yekê biprjirîne, ji ber vê yekê, mamoste KEVIRÊ bingehîne di pêvajoya hînkirinê de. Ew rêberê civakê ye , nifşên nû ji paşerojê re amade dike .

–      Gelek rê li pêşiya mamoste hene ku bandorê bi rengekî xuya li jiyana şagirtan bike , weke :

A –    Mamoste,  zanyarî û her tiştê pêdivî ji serkeftinê re di jiyanê de, vediguhêzê ji şagirtan re, wan bi rengekî erênî û çalak hîn dike bo pêşerojeke baştir.

B – Mamoste ji şagirt re nimûnekî herî pîroz e, bo wilo mamosteyê erênî, ew yê herî xwedî bandor e li jiyan, kar û şêweyên şagirt di jiyanê de.

C – Bandora mamoste li civakê bi xwe jî heye, dîrok û şaristaniya xwe diparêz e… Mamoste, tuştê buhirî diparêze, yê niho pêşdixê û paşerojê çêdike.

 3 – Rêvebiriya Hînkirinê:

Rêvebirî di her rêxistin an saziyekê de, mîna birca çavdêriyê ya li balefirgehan e ku bêyî wê rêwerz winda dibe û şansên daketinê zêde dibin.

Di milê perwedeyê de gelek rêvebirî hene, rêvebiriya dibistanê, rêvebiriya perwerdeyî li herêmê û rêvebiriya perwerdeyî li welêt.

di vê gotarê de, ez dê li ser  rêvebiya dibistana rawestim ji ber giringiya wê di karê hînkirin û perwerdeyê de. Bê guman, rêvebiriya dibistanê ya serketî, yek ji stûnên sereke yên her civakekê dimîne, çiku , şagirtên derçûyî bo pêşketina civakê peyda dike.

–      Lêkolînên pêşîn li ser rêvebiriya dibistanê, bal dikşande ser rêvebirê dibistanê bi tenê, ji hêla kesayetiya wî, peywir û şêwazên rêvebirina wî ji dibistanê re. Lê belê, lêkolînên vê dawiyê, ji salên notan ji sedsala bîstan vê destpê kirine, ber bi lêkolîna li ser rêvebiya dibistanan bi xwe , ne li ser rêvebirê wê û diyarkirina pêdivî, merc û astengiyên li pêşya wê derdikevin.

Gelek taybetmendiyên rêvebiriya serkeftî hene ku dibin pîvanên nirxandina wê, ji wan :

1 – pabendiya rêvebiriya dibistanê bi yasayên perwerdeyî yên ku di desteya perwerdeyê û rêvebiriyên bi ser ve girêdayî de, bikar tên.

2 – peydakirina giyanê hevkarî û beşdariyê, nerîn û standina biryaran ne bi xwe tenê ve girêbide.

3 – guhdan li zanyariyên nû di karûbarên perwerde û hînkirinê de.

4 – nûjenkirina peywendiyan bi civakê re.

5 – Alîkarî bi mamosteyan re bo bi karê xwe rabin, weke dadmendiyê di navbera wan de û rawestana li ser pirsgirêkên wan.

6 – Şêweyên nûjen û pêşketî ji xwe re bikin armanc.

Di jiyana mirovan de,  Perwede û hînkirin ji zanyariyên herî kevnar in, bi gotarekê  têr nabe, ev hewcedarî berdewamiya lêkolîn û nivîsan e; bo wilo berdewamî di vê mijara perwerde û hînkirinê de, dê hebe, û di jimarên  weşana NEWROZ de bêne belavkirin.

* Rojnama Newroz – hejmar /157/ – 20 Tîrmeh 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button