Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Nivîskar û helbestvanê Kurd Mehmûdê Sebrî koça dawî kir

Rojnama Newroz*

Nemir Mehmûdê Hecî Sebrî Kurte jiyana weha nivîsand:

Navê min, Mehmûdê Sebrî ye, Sala 1937an, li gundê MELEK, nêzîkî Derbêsiyê, Parêzgeha Hesîça ji dayik bûme, di 13 saliya xwe de, li ser destê şêx û feqeyan, dest bi xwendina olî kiriye, û ji ber ku min li ser şewata sînemeya Amûdê nivîsandiye, ji dibistana olî hatime bidûrxistin. Di salên 1960î de, bi alîkariya Hemze Niwêran û Hemîd Derwîş, ku wan pirtûk ji min re peyda kirin, min bawernameya pola 9ê sitand û ji ber ku ez hevalê Partî bûm, rijêmê ez weke mamoste qebûl nekirim, rabû min berê xwe da bajarê Dêra Zorê û li wir 6 salan karê mamostetiyê kir. Di wan 6 salan de, min bekelorya stand, herwiha min bawernameya (Dar muelimîn) jî wergirt, û ji ber ku li wî bajarî kesî haj kêşeya Kurdî tune bû, min xebata xwe ji bo zimanê Kurdî pêşxist, paşê, ez vegeriyam Hesîçe û li wir min karê mamostetiyê kir, û digel rewşa min a aborî ya dijwar, min dest bi xwendina zanîngehê, beşê Yasa û Mafnasiyê kir û jê derçûm.

Li destpêkê, hêjayî gotinê ye ku digel hebûna cudahiyê di navbera zimanê axaftinê (zimanê devokî) û zimanê nivîsandinê de, ango zimanê Kurdî yê petî de heye jî, lê, em ji bîr nakin ku zimanê me Kurdî ye. Ez Kurd im, zimanê min Kurdî ye.

Ji bilî vê yekê, min 10 salan bi zimanê Erebî xwendiye û li ber destê şêx û meleyan fêrî feqetiyê jî bûme, lewra, ji wê demê ve min helbestên tesewifê mîna yên Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî … û hwd dixwendin, vê yekê hişt ku heskirina zimên di dilê min de mezin bibe. Herwiha ji ber ku min feqetî kiriye, ez li deverên Herêma Cizîrê geriya me û zaravayên wan nas kirine. Ji ber van sedeman, min ji zimanê dayikê hez kiriye û dest bi xebatê ji bo vejîn û geşkirina wî kiriye, hewl daye ku wî pêşve bibim.

Lê, mixabin! nivîskarê giran buha li bajarê Heseskê êvara roja Sêşemê 18.07.2023an koça dawî kir, ciyê xemgîniya xelkê kurd bû, û ev jî birûska Şêx Aalî ye:

Sersaxî

Nûçeya koçbarkirina dawî ya mamoste Mehmûdê Hecî Sebrî

li bajarê Hesekê ciyê dilêş û xemgîniyê bû.

Ew li dirêjahiya bêtirî 50 salî, bi dil û can, bi dilsoziyeke bê sînor, di ber zimanê kurdî de xebitî bû, û di weşana kovara XUNAVê de li hundir Sûriyê, di rewşên dijwar de, xwediyê roleke sereke bû.

Bila kur û keç, meriv û dilxwazên Mehmûd Sebrî xweş bin, serê we hemiyan sax be.

Birayê we

Muhyedîn Şêx Aalî

Sekreterê Partiya yekîtî ya demokrat a kurd li Sûriyê

19.07.2023an

Hêjayî gotinê ye ku 8 berhemên mamoste Mehmûd çap û belv bûne, ew jî ev in:

1-    Nîgarên kul û derdên jiyanê-Helbest- sala 1996.

2-    Nerînek di terazûya ristên Kurdî de- sala 1997.

3-    Geştek li nav baxê ristên «Cizîrî»-Beşê yekem- sala 2000.

4-    Hin hest û ramanên netewî û civakî- sala 2002.

5-    Geştek li nav baxê ristên «Cizîrî»-Beşê duwem- sala 2003.

6-    Doza giran û umîdên xwezga yên tevlihev-Helbest-Beşê yekem- ala 2006.

7-    Doza giran û umîdên xwezga yên tevlihev-Helbest-Beşê yekem- ala 2007.

8-    Cengên xaçparêzî û şikodariya berevaniya Kurdî-Vekolîn-sala- 2013.

———

* Jêdera kurte jiyanê: Rojnama Newroz- hejimar /153/-06 Rezber 2022 an

* Rojnama Newroz – hejmar /157/ – 20 Tîrmeh 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button