Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Roja Zimanê Kurdî Rojeke Pîroz e

Rojnama Newroz*

Roja 15-ê Gulana sala 1932-yan, yekemîn car di dîroka gelê Kurd de, Mîr Celadet Alî Bedir-Xan kovareke bi bi zimanê Kurdî bi navê HAWAR û bi tîpên Kurdî latînî li Şamê weşandiye, bi sedan xwendevan û rewşenbîrên Kurd tê de nivîsandine, helbest, gotar, dîrok, wêje, çêrok … hwd belav kirine, bi hezaran xwendevanên Kurdiya latînî çêbûne, kovara xwe hembêz kirine û bendewarê derçûna wê bûne. Paşê, mîrê gewre 28 hejmar ji kovara RONAHÎ jî weşandine, dilê gel bi wan xweş kiriye. 57 hejmar ji kovara HAWARê derketine û rawestiya ye.

Ji ber rola Kovara HAWARê ya berbiçav di geşkirina çand û toreya Kurdî de, roja 15-ê Gulanê bûye Cejna Zimanê Kurdî.

ji ber giringiya zimên di jiyana gelan de, nemaze ya gelê me yê Kurd ê bindest, ku ta roja îro zimanê wî lê qedexe ye, di vê hejmara NEWROZê de, me giranî daye gotarên ser zimanê Kurdî. Li jêr ji xwendevanên xwe yên birêz re, em çend gotarên ser zimên pêşkêş dikin û Roja Zimanê Kurdî li we pîroz be!

====

Di 11-ê Hizêrana (Pûşbera) sala 2635K de, li ser daxwaza Komîteya çand û ragihandinê ya rêxistina Kurdistanê ya Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd li Sûriyê, endama Saziya Fêrkrin û Parastina Zimanê Kurdî, Şaxê Ewropa mamoste Gulistan Awaz semînarek bi navnîşana «Zimanê Kurdî di navbera welêt û biyaniyê de» li Hewlêrê pêşkêş kir.

Li jêr, em deqê wê gotarê bi tevayî ji xwênerên NEWROZê re diweşînin:

Zimanê Kurdî di Navbera Welêt û Biyaniyê de

Gulistan Awaz

 1-   Zimanê Kurdî

Zimanê Kurdî zimanê miletê Kurd e, ji malbata Hindo-Uripî ye û bi zaravayên xwe dewlemend e, wek: Kurmancî, Soranî, Zazakî û helbet pir zaravayên din jî hene. Ne tenê ev e, eger em guhdarî dengkirina şêniyên ku li deverên cûrbecûr dijîn wek çiya, deşt û li beravan bikin, emê bigihin wê encamê ku li her deverekê diyalêkteke xwe ye taybet heye; ev jî dewlemendiyeke zimanî ye. Ji bilî zaravayên zimanê Kurdî, hevwateyên bêje û peyvan bejina zimanê Kurdî bihêztir kirine, wek: Eger ez bixwezim çelengiya keçikekê diyar bikim, ez dikarim pir peyvan bikar bînim, mîna: Ev keç çendî xweşik e, çeleng e, rind e, lihevhatî ye… û HWD

2-   Rola rojnamegeriyê û nivîskarên Kurd di fêrkirin û parastina zimên de

Ji destpêkirina derçûn û belavbûna berhemên Kurdî û bicihbûna wan berheman di nava malên Kurdan de, ew gaveke berçav û tekezkirî bû ku pê re karîbû rola xwe di hişiyarkirina Kurdan de bilîsta da ku hem li zimanê xwe xwedî derkevin, hem jî xwe hînî zimanê xwe ye şêrîn bikin. Wek mînak eger em bala xwe bidinê, di dema derçûn û belavbûna kovara HAWARê, sala 1932yan de, li ser destê Mîr Celadet Bedir-Xan, tevî rewşa ne baş, zor û zehmetiya çapkirin û belavkirina vê kovarê, û bi saya wê, bi hezaran kes hînî elfebê û nivîsandina Kurdî bûn.

Min pir caran ji derdora xwe dibihîst, dema ez dipirsim we çawa xwe hînî zimanê Kurdî kiriye, dibêjin ku filan pirtûka Kurdî ketibû nav destên me, û me xwe ji wê hînî elfebêya Kurdî kir, wek pirtûka elfebêya nemir Osman Sebrî.

3-   Zimanê Kurdî li welêt

Ziman stûna hebûna netewan e, eger ziman nema helbet netewa wî zimanî jî namîne; lê eger ziman azad û ne bindest be, û netewa wî xwedî lê derkevin, hîn bibin û zarokên xwe hîn bikin, êdî metirsîna windabûna wî zimanî namîne; lê eger bindest û ne azad be, fêrkirin û axaftina bi wî zimanî qedexe be, êdî ew ziman di metirsiyê de ye, mîna zimanê Kurdî. Ji salên dûr û dirêj ve, dijminên vî zimanî hewlên tunebûn û helandina wî didin, û hîn jî didin. Lêbelê, bi saya zimanperwer û Kurdîhezan, hetanî roja îro zimanê Kurdî xwe parastiye, û bi taybetî li dever û gundên Kurdan. Li wan deveran û çendî xaka Kurdistanê bindest be jî, mirov dikare zimanê Kurdî yê standard û yekteşe li wan deran bibîne. Kal û pîrên Kurdan ji bilî Kurdî bi tu zimanên din napeyivin, zarokên xwe hînî zimanê dayîk kirine û pê re jî dijîn.

Eger em li welêt berve bajaran dakevin, li wir bejna zimên dikeve metirsiyê û zimanên serdestan zorê didin ser zimanê Kurdî. Mixabin ku hin malbatan girîngî dan fêrbûna zimanê serdestan, herwisa jî zimanê dayîk di hundir malan de hêdî hêdî jibîr dibe. Ku em berê xwe bidin Sûriyê, hetanî berî sala 2010an, axaftina bi Kurdî li derveyî malê, li dibistanan û li cihên kar qedexe bû. Tevî wê rewşa zor jî, tu caran Kurdîparêz bê hêvî nebûbûn û bi hemû hêzên xwe liberxwe didan. Di riya kovar, rojname û pirtûkên Kurdî yên bi dizî diketin nav destên wan, xwe hînî elfebê, nivîsandin û xwendinê kirin.

4-   Rola saziyan

Li sala 2006an, yekem sazî ji bo hînkirinê, bi navê Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Sûriyê, hate damezirandin. Helbet bi piştgiriya partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê bû. Xebata vê saziyê hetanî roja îro didome. Li Helebê, Şamê, Qamişlo û Kobaniyê, li her gund û deverên Kurdî, ziman hate fêrkirin.

Bi dizî bû, belê! Lê tevî wê jî, bi hezaran keç, xort, biçûk û mezinan fêr bûn, û hin ji wan şagirt û xwendekaran bûne mamoste, nivîskar û rewşenbîr. Wek: Vejîna Kurd, Giryan Seyro, ji bilî wan jî pir hene.

5-   Avakirina malên zimên û berdewamiya fêrkirinê ta roja îro

Piştî sala 2013, fêrkirina zimên li deverên Kurdan, tevî razîbûn û hin nerazîbûnan jî, derbasî dibistanan bû. Her xebat bi xwe erênî û neyîniyên wê hene, tevî vê yekê mirov nikare paşguh bike ku yekem car e zimanê Kurdî serkeftineke dîrokî bi dest xwe xistiye, û ta îro roj jî li dibistan, amojgeh û zanîngehan tê fêrkirin.

6-   Zimanê Kurdî li biyaniyê

Ji zû de zimanê Kurdî derbasî axa  biyaniyê bûye, ew jî ji ber sedemên cûrbecûr ku şaxên wê li derveyî welêt belav bûbûn.

– Ji ber bicihbûna Kurdan bi sedemên têvel li biyaniyê û bidestxistina azadiya ku li ser axa welêt jê bêpar mabûn.

– Ji ber sirgûnkirina zimanzan û rewşenbîrên Kurdan mîna (malbata Bedirxaniyan)

Mîr Miqdad Midhet Bedirxan, lawê Mîr Bedirxan, mîrê Cizîra Botan, û bi sedema nexweşiyê, di sala1897an de, ji Istenbolê berê xwe dide Misrê û li paytexta wê bicih dibe.

Mîr Miqdad ji bo tekezkirina zimên û rewşa gelê Kurd, dibîne ku gava pêşîn ji bo pêşketin û azadiya wî belavkirina zanînê ye. Lewra jî, di 22yê Nîsana sala 1898an de, wî hejmara yekem ji rojnameya «KURDİSTAN» bi zimanê Kurdî û tîpên Erebî (Osmanî) li Qahîrayê, weşandiye.

Di dîroka gelê Kurd a nûjen de, “KURDİSTAN” yekemîn rojname bi zimanê Kurdî bû. Piştî hejmara pêncan, li 16ê Hizêrana 1898an, weşandina rojnamê radiwestîne û vedigere Istenbolê. Pişt re birayê wî mîr Ebdurehman, barê berdewamiya belavkirina rojnameyê hildigre, û li derveyî dewleta Osmanî, çend mehan li Ewropayê, çi Siwîsrayê û çi li Brîtaniyayê, 26 hejmarên din diweşîne.

Rojnameya «KURDİSTAN» digihîne hejmara 31ê, ew hejmar li Cinêfê têye çapkirin û li wir radiweste. Lê ew dibe çirûskek ku li pey wê bi sedan navên rojname û kovarên Kurdî derketine holê.

7- Fêrkirina zimanê Kurdî li dibistanên fermî li biyaniyê

Ji sala 1977an ve, zimanê Kurdî bi fermî li Swêdê tê fêrkirin. Ne tenê li bajaran, lê li her cihekî ku çend zarokên Kurd li dibistanekê hebin, êdî berpirsên dibistanê daxweza mamosteyan dikin.

-Ji sala 1993-1994 ve, li eyaleta Bremen ya Almanyayê, û bi saya xebata Dr. Zeredeşt Haco, destûra fêrkirinê li dibistanên fermî wergirt; û ji wê demê û ta roja îro, mamoste Emîn Ekbas bê rawestan zimanê Kurdî li dibistanan fêr dike. Helbet hin mamosteyên din jî hene û ta vê demê fêrkirin derbasî çend eyaletên din jî bûye.

-Li hin zanîngeh, komel û navendan li Almanyayê, beşê fêrkirina zimanê Kurdî hatiye damezirandin.

-Li sala 1993yan, komela Yekmal li Berlinê – Almanya – hate damezirandin, xebateke zor hêja hetanî roja îro birêve dibe, û fêrkirina zimanê Kurdî di hin baxçeyên zarokan de, wek baxçeyên duzimanî (Almanî-Kurdî) binav dibin ku zarok tê de bi van herdu zimanan fêr dibin.

Şaxên YEKMALê li hin bajarên din jî hene û li Avdara îsal, 2023yan, derbasî eyaleta Bremenê jî bû û bûroya xwe vekir.

-Di sala 2019an de, şaxek ji SFPZK li Almanyayê hate damezirandin û kursên fêrkirinê li serhêlê/onlin û li hin komeleyan tê fêrkirin.

-Li sala 2019an, Komela Civaka Kurdî ji bo Hînkarî û Perwerdeyê li eyaleta Bremen – Almanya hate damezirandin, serokê wê Dr. Zeredeşt Haco ye û ez cîgirserok im. Xebata wê ya sereke ji bo hişyarkirina dê û bavên Kurd e, da ku li zimanê Kurdî xwedî derkevin, û hezkirina zimên di dilê zarokên xwe de biçînin, û zarokên Kurd daxwaza fêrkirinê li dibistanên fermî bikin.

-Li hin welatên din jî Kurdî tê fêrkirin, wek Rûsiya, Ferensa û Caponê ku beşek ji fêrkirinê li zanîngehê vekirine

8-   Pirsgirêkên fêrkirinê

Hînkirin li dibistanan mîna li Swêdê, ku çar zarok tenê li dibistanekê hebin, waneyên Kurdî tên dayîn. Li beramberî wê, li Almanyayê, hejmareke destnîşankirî heye, yanê li her dibistanekê eger hejmara şagirtên ku daxweza zimanê Kurdî dikin kêmtirî 14-16 bin, mixabin wê hîngê Kurdî danakeve rêbaza xwendinê. Ji ber vê yekê xebata komala Hînkarî Bremen a sereke ew e, ku bi dê û bavên Kurd re bicive û wan hişiyar bike.

* Rojnama Newroz – hejmar /157/ – 20 Tîrmeh 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Back to top button