Roja 14-ê Hizêrana sala 1957-an, li mala xebatkarê Kurd Mihemed E›lî Xoce li bajarê Helebê, 7 têkoşerên Kurdperwer (Osman Sebrî, Reşîd Hemo, Mihemed E›lî Xoce, Şewket Ne›san, Hemîd Derwîş, Hemze Niwêran û Dr. Xelîl Mihemed) civînek lidar xistin û biryar bi damezirandina partiyeke Kurdî li Sûriyê wergirtin, û birêz Reşîd Hemo weke Sekreterê Partiyê binav kirin, û ji xwe Apo Osman weke serkêş û mezinê partiyê bû. Pistî çend heyvan, di sala 1958-an de, Dr.Nûredîn Zaza û Cegerxwîn (Mele Şêxmûs) û Şêx Mihemed Îsa tevlî serkirdayetiya partiyê bûn, û Dr. Nûredîn Zaza weke serok hate binavkirin.
Di siha merc û hoyên bikaranîna siyasetên nijadperest dijî gelê Kurd li Sûriyê û hewldanên windakirin û pişaftina wî ji bal destelata Sûriyê ya şoven ve, gelê me jidayikbûna Partiyê bi dilxweşî û mîna mizgîniyeke pîroz pêşwazî kiriye û bi dilgermî hembêz kiriye.
Lê, destelata şoven, bi hemû awa û karînên xwe şerê vê partiyê kiriye û serkirdayetiya wê avêtiye binê zindanê, rê û derfet li pêş firehbûna rêzên wê di nav gel de girtine. Lê, digel ewqas fişar û zordestî jî, gelê Kurd û partiya xwe berxwedan kirine, kiryarên rijêmê rûreş û riswa kirine û bi serfirazî berevanî di ber doza xwe ya dadmend de kirine. Di vî warî de, belgeya Dr. Nûredîn Zaza ku li hember Dadgeha Ewlehiya Dewletê pêşkêş kiriye, nîşana têkoşîn û cihê serbilndî û rêzgirtinê ye.
Lê mixabin, bi demê re, neyarên hebûna gel karîbûn vê tevgerê ji hundir ve bi giranî birîndar bikin, rêzên wê ji hev bixin û wê parçe bikin!.. Ew parçebûna ku bûye egera qelsbûn û peydabûna valahiyekê di navbera wê û cemawer de, û ta roja îro, agirê parçebûnê ji hev dizê, û dilê gel dişewitîne.
Neyarên doza Kurd baş dizanin ku tu gel, bê rêkxistin û tevger nagihêjin armancên xwe û biser nakevin. Ji ber vê hindê, ew hewl didin ku tevgera siyasî ya Kurdî ji holê rakin, tune bikin, di civakê de wê kêm û bê rol bikin da ku gel jê dûr bêxin, û ew bi qîma dilê xwe pilanên tunekirina wî, ziman, folklor û sextekirina dîroka wî bi hêsanî birêve bibin.
Bêgoman e ku di pilan, dek û dolabên xwe de ta radeyekê ew biser ketine, rêzên me ji hev cuda û belav kirine, dîwar di navbera me biran de, xwediyên yek doz û armancê, ava kirine, tevgera me kulek û bê hêz kirine. Li hêleke din, ev pirbûna bêsînor a partiyên Kurdî û Kurdistanî(!) ku di dema dawî de hatine çêkirin, hêviyên gelê me dişkîne, û baweriya wî bi tevgera wî qels dike, me xwestî nexwestî, bi pilanên neyaran re alîkariyê dike.
Di vê bîranînê de, pêwist e em Kurd serûber li xwe vegerin, rewşê weke heyî bibînin, bixwînin û binirxînin, ji bo parastina berjewendiyên gel û welatê xwe Sûriyê tevbigerin, dev ji durişmên mezin berdin û gelê xwe bi xweşgotinan nexapînin û berî her tiştî, bila biryara me ji serê me be, tu alî destêwerdanê di siyaseta me de nekin, çiku ew karê me Kurdên Sûriyê bi xwe ye, û bê derengî tê xwestin ku civînek ji partiyên sereke re lidar bikeve, di wê civînê de, pilaneke karê hevbeş destnîşan bibe, nûnertiyeke Kurdî Sûrî di rêya kongreyekî giştî re bi beşdariya welatparêzên serbixwe saz bibe, hemû bi hev re, mil li mil, pişta xwe bidin hev û berê xwe bidin neyarên hebûna gelê xwe û bi dilsozî xebatê bikin. Eger ev gav neyê avêtin, bila em zanibin ku gotin û kiryarên me ji hev dûr in, û ew dûrbûna di navbera me û gelê me de heye, her kûrtir û firehtir dibe.
Silav ji giyanê xebatkarên gelê me re, silav ji her Kurdekî ji hundir û derveyî rêzên tevgera siyasî re ku ji dil û can, bi dilsozî kar û xebatê dike, û ji bo vê armanca pîroz her em li rê ne.
Digel vê rewşa me ya ne xweş û tevlîhev, em bê hêvî nabin, û em bawer in ku man û serkeftin ji gelê me re ye.
* Rojnama Newroz – hejmar /157/ – 20 Tîrmeh 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.