Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (244): Artêşa Niştîmanî” rêvebirine “Da’işê” dihewîne cem xwe, Gundê “Hêvî/El’emel 2” ê niştecîkirinê, girtinine bêsûcane, pevçûnin û qurşîn avêtin, vêrgî û dizînin

Hejmarek zêde pir ji endamên Rêxistina “Da’işê” û endamên malbatên wan di herêmên di bin desteserkirina “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî/ Hikometa Sûrî ya Demkî” – Hemahengiya Sûrî ya Rikber û Dagîrkeriya Turkiyê de cihekî bi’ewle û aram dîtin, nemaze ku armanckirina rêvebirine rêxistinê li dû hev wê aşkere nîşan dide, û herweha jî xuyakirina malbatine Da’işî li Efrînê, jê li Gundên “Miskê Jêrin û Jorin, Xalta û Gorda” yên di bin desteserkirina Milîseyên “Artêşa/Ceyş El’şerqiyê” de (ya ku di du cihên pê ve girêdayî de sê serkêşên Da’işê hatin kuştin), ma ev lêhatîbûne? Di heman dema ku Istîxbaratên Turkiyê çavdêriya hertiştekî “dere – tê” û “çûk – mezin” li herêmê dike, û bê sezakirin û pirsiyarkirin ji rêvebir û serkêşên “Artêşa Niştîmanî” re!

Ev jî hin bûneyên rewşên serwerkirî ne:

= Kuştina serkêşê “Da’işê”:

Di rapora me ya borî/243/(29.4.2023an.Z)de, nûçeya teqîna Avahiya “Vêla Mihemedî Gorda” ya li “Deşta Henara” û li ser riya di navêna Gundên “Miskê û Sindiyankê” – Navça Cindirêsê de, ya şeva 28-29.4.2023an. Z û bê zanîna sedem û encaman hatibû belavkirin, û li roja din 30.4.2023an. Z Serokê Turkiyê Erdoxan di hevdîtinele tilvizyûnî de (kuştina serkêşê Rêxistina Da’işê” ya terorîst “Ebû El’hisên El’qureşî” di piroseyeke Istîxbaratên Turkiyê de li Sûriyê) ragîhand bê ku cihê wê tewaw bêlî bike, û paşê Ajansa Anadolê ya fermî û alavine ragîhandinê yen din wêne û vidiyûn li ser avahiya armanckirî û cihê wê li Navça Cindirêsê – Efrînê belav kirin, û ew jî bi yê me belav kirî re li hev hat.

“Cîgeh û avahiya kuştina “Ebû El’hisên El’qureşî” serkêşê Rêxistina “Da’işê” yê çaremîn, li Navça Cindirêsê – Efrîn.”

Cih: Vêla Mihemedî Gorda (a koçberê zorane Mihemed Ehmed Umer ji xelkê Gundê Gorda – N. Cindirêsê ye) li orta zeviyên zeytûn û henara ye, li cihekî deştî yî vekirî li ser riya giştî (/700/M ji Miskê Jêrin ve, /2/KM ji Sindiyankê ve) û /12/KM ji Sînorê Turkiyê bi Rojva ve dûr e, û ji Bajarê Cindirêsê ve jî /5/KM.

Avahî ji aliyê Milîseyên “Ceyş El’şerqiyê/Tevgera Rizgarkirin û Avakirinê – Herekit El’tehrîr we El’bîna’i/ Artêşa Niştîmanî ya Sûrî/Hikometa Sûrî ya Demkî” û serkêşê wê “El’eqîd Hisên Hemadê/Ebû Elî Şerqiyê” û ji dema dagîrkirina herêmê ve li 2018an. Z desteser bûye, li dorê timî payandin heye, û hin caran jî li pêşiyê rêbendeke çekdar dihate danîn, bi ser de jî herdu rêbendên berdewam li Gundên “Miskê û Sindiyankê”.

Herweha ev cih tenê bi /4/KM ji cîgeha Gundê (Xalta) ve dûr e, ya ku lê herdu rêvebirên Da’işî “Mahêr El’uqal û Menhel El’uqal” li 12.7.2022an. Z ji aliyê balefireke Hevbendiya Navdewletî a li dijî terorê ve hatibûn kuştin).

Bi bîr were jî ku “El’qureşî” ji despêka 30.11.2022an. Z ve serkêşê çarê yê Rêxistina “Dewleta Islamî” ye ku li wir tê kuştin e, vêca ji kînga ve û çawa wî kanî di wê avahiyê de û di bin payandina endamên “Artêşa El’şerqiyê” de xwe veşarta, û kî di ber hewandina wî û herdu “El’uqalan” yên berî wî de berpirsiyar e?!

Û herweha jî “Hemadê” serkêşiya”Tevgera Rizgarkirin û avakirinê” dike, û “Ehmed El’hayês (Ebû Hatêm Şeqra)” serkêşê Milîseyên”Ehrar El’şerqiyê” jî cîgirê wî ye.

” “El’eqîd Hisên Hemadê” serkêşê Milîseyên “Artêşa/Ceyş El’şerqiyê” û “Tevgera Rizgarkirin û avakirinê/Herekit El’tehrîr we El’bîna’i” di “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” de.”

= Gundekî niştecîkirinê yî nû:

Li 4.5.2023an. Z, “Encûmena Xwecihî li Efrînê” (ya ku ji aliyê Dagîrkeriya Turkiyê ve hatiye bi navkirin) gundekî niştecîkirinê yî nimûneyî yî nû li herêmê di bin navê “Gundê El’emel2/Hêvî” de (yî ku ji dora /500/yekîneyên niştecîbûnê tevî amûr û xizmetguzariyên wî, du dibistanên ji bo mendalan, lîstgeheke gopêyê, gulîstanina, dermankiringehekê, bi ser de jî mizgeftek û amojgeheke li’ezberkirina Qur’ana pîroz pêk tê) vekir, da ku anîndeyan tê de bide niştecîkirin û malan li ser tomar bike, ji bo kûrkirina guhertina demografî (ya ku bi rengekî fere gihîştiye herêmê ji dema dagîrkirina wê ve li 2018an. Z), ew jî di çarçewa “Herêma Erdoxan a aram” de.

“Gundê “Hêvî/El’emel 2″ yê niştecîkirinê yê nimûneyî û cîgeha wî.”

Divê were bîranîn ku gund li cîgeheke (bi xêza dîtinê/7/KM) Başûr Rojhilatê Bajarê Efrînê ji aliyê “Desteya Cîhanî ya Fîxan û Geşepêdanê (Unsir) a ku li sala 2011an. Z hatiye damezrandin û rêdanka wê li Turkiyê hatiye wergirtin û nivîsgeheke wê ye serekîn li Bajarê Entabê heye” ve hatibû avakirin; Li ser erdekî ji malmewdanên taybet, li derbasgeha Bakur a Çandingeha “Gobelê (10)mal” a girêdayî Gundê “Cilbirê” – Robariya û herdu jî li dema dijberiya li ser herêmê zorane ji xelkên wan hatibûn valakirin, û dîwarek jî li ser erdekî hember “El’emel 2” hatibû rakirin weke rêdûzkirinekê ji avakirina gundekî niştecîkirinê din re, û bê dandina berdêlekê ji xwediyan re.

= Girtinine bêsûcane:

Destlatên Dagîrkeriyê ev girtin:

Li 15.4.2023an. Z, Hemwelatî “Ehmed Resûl Gulîn /35/sal” ji xelkê Gundê “Çê” – Navça Reco li Bajarê Efrînê, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û li 25.4.2023an. Z berda, digel ferzkirina sezayeke diravî li ser, piştî sê heftan ji vegera wî ji Heleb – aliyê penaberiyê bo cî û warê xwe,  ji bo lêsekirina bavê xwe yê kalemêr û nexweş.

Li 19.4.2023an. Z, Hemwelatî “Ebid El’rehman Gênco /40/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” û li Bajarê Efrînê rûniştî, ji aliyê rêbendeke çekdar e asayêşê ve li çateriya Bajarê Ezazê, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.

Ji du heftan ve, şeş hemwelatî ji xelkê Gundê “Keferzîtê” – Efrîn, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, û piştî ferzkirina sezayine diravî li ser wan ew berdan, ji bilî “Ednan Ebdo Ebdo/37/sal” (ê ku ta niha bêsûcane girtî ye).

Li 26.4.2023an. Z, giropeke ji xelkê Efrînê li Herêma pêşesaziyê li bajêr, jê ev hatin naskirin: “Egîd Ebdo, Hisên Meter, Îse, Hebeş Hebeş, Gîvara, Civîn Şemas Kalo, Hemûdê Horîk, Mihemed Ubêd“, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, û “Hisên Meter û Civîn Şemas Kalo” piştî heftakê berdan, û yên din jî ta niha bêsûcane bendkirî ne.

Li 27.4.2023an. Z, Hemwelatî “Mistefa Nûrî Xelîl” ji xelkê Gundê “Me’ireskê” – Navça Şera û li Bajarê Efrînê rûniştî, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.

Li 1.5.2023an. Z, Hemwelatî “Ehmed Bekir Elî /43/sal, Mihemed Nezmî Hemdî /44/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna”, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, û ta niha li ba Asayêşa Navça Reco bêsûcane bendkirî ne.

Li 1.5.2023an. Z, Hemwelatî “Bedirxan Hac Mihemed kurê Mihemed Nûrî /54/sal” ji xelkê Bajaroka “Ekbezmeydanê” – N. Reco, û ta niha li ba “Asayêşa Reco” bendkirî ye.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li 1.5.2023an. Z, şer û dogişek di navêna çekdarine anînde ji Êla “El’mewalî” û rêbenda Milîseyên “Asayêşa Leşekerî de li Bajaroka “Bilbilê” pêk hat û qurşîn hatin avêtin û tirs kete nav sivîlan, bi sedema ku yekî ji wan razî nebûye ku matora xwe ya bê belge radestî wê bike.

Li 4.5.2023an. Z, pevçûnek di navêna du giropên anîndeyan de (ên li çadirgeha stasyûna bajaroka Reco de rûdinin) derket, û dema ku Milîseyên “Asyêşa Sivîl li Reco” destêwerdan kir, hevdûtêvedan û lêxistin di nav endamên wê û sivîlan de çêbû, û di encamê de dijayetî li ser hin jinan çêbû û hin kes çend katan hatin girtin.

Li 6.5.2023an. Z, piştî şer û dogişekê û avêtina qurşînan di navêna “Ebû Ezher” (berpirsiyarê Gundê “Kêla” – N. Bilbilê yê Milîseyên “Feyleq El’mecid”) û çekdarekî ji Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” (ê ji bo armancekê seredana gund dike) de û revîna herdiwan, Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” bi hejmarek makînên bi endaman dagirtî gund basmîş kir û di dor /15/ malan de lêgerîn çêkirin bi behaneya ku li yên revîne digerin, di karnava tirsîna sivîlan de.

= Binpêkirinine din:

Li dawiya Heyva Rojiyê ya borî, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah/El’emşat” vêrgiyeke nû (hezar Dolar Emrîkî) li ser xwediyên guvêşgehên zeytûna (Mihemed Hisên Hiso, Muhemed Menan Hiso, Semîr Fa’êq Mistefa, Ebdo Xelîl Hiso) li Bajaroka “Kaxrê” – Navça Mabeta ferz kir.

Li şeva Sêşemê 2.5.2023an. Z, giropeke çekdar mala Temenmezin “Ehmed Salêh /75/sal” li Gundê “Endarê” – Şêrewa (yê ku Milîseyên “Firqit El’hemze” desteser dike) bi behaneya lêgerandinê basmîş kir, û tibabeke diravî, xilyewîk û amûrên enternêtê dizîn.

Çawa “Artêşeke Azad” dê bibe Niştîmanî û metirsîdartir serkêşên Rêxistina “Da’işê” ya terorîst dihewîne, û piçekî ji karanîna pîstirîn binpêkirin û tewanan di dermafê ax û xelkê ku perçak ji welatê wê venagere û poşmam nabe?!

07.05.2023 an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Cîgeh û avahiya kuştina “Ebû El’hisên El’qureşî” serkêşê Rêxistina “Da’işê” yê çaremîn, li Navça Cindirêsê – Efrîn.

“El’eqîd Hisên Hemadê” serkêşê Milîseyên “Artêşa/Ceyş El’şerqiyê” û “Tevgera Rizgarkirin û avakirinê/Herekit El’tehrîr we El’bîna’i” di “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” de.

Gundê “Hêvî/El’emel 2” yê niştecîkirinê yê nimûneyî û cîgeha wî.

——————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-244-07-05-2023– PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button