Dema ku Xebatkarê Kurd ê navdar, parêzer Mehmûd Şewket Ne›esan, ê ku yek ji damezrênerên yekemîn Partiya Kurdî li Sûriyê sala 1961-ê, digel hevalên xwe yên partiyê, di zindana Mezê de bûn, dibihîze ku Gelê Kurd li devera Çiyayê Kurmênc bi firehî agirê NEWROZê li ser Çiyan pêxistiye, cejna xwe ya netewî pîroz kiriye, dilê wî şad dibe, bi coş û evîneke mezin wê pêngavê dinirxîne, û di zindanê de helbestekê bi navê «Agirê Newrozê» dihûne.
Helbesta wî ya nirxdar di kovara ÇIYA hejmar-8 de, ya ku li ser destê birêz Hemreş Reşo li Ewropa derdiket, bi navê nehênî Ebû Rahêb, hatiye weşandin.
Ji ber ku îsal NEWROZa Çiyayê Kurmênc bi destên dagirker û çeteyan bi xwîn derbas bû, em deqa wê helbestê diweşînin:
Agirê Newrozê!
Mehmûd Şewket Ne›san
Dibêjin
Li çîyê, mêr û jin,
Bi sedan hatin Girtin.
Bi dehan ve gund,
Vala bûne warê kund.
Li Reco, Heleb û Efrîn,
Mexfer û zîndan,
Dagirtîne.
Sêpî û kehreb,
Li dar kirîne
Êşandin û lêdan,
Bûne heyf û kîn,
Kal û ciwan,
Dikin qêrîn,
Dikin nalîn,
Bi lez û hêrsî,
Min dipirsî:
Gelo, çi bûye?
Çîye ev mizgîn,
Nimayîşek rabûye,
An hevalan,
Gerandine kom û civîn?
Gotin:
Na…Na…mestire…mestir,
Çîya hmû bûne agir,
Di Şeva Newrozê,
Taliya zivistan û bahozê,
Li serê her çiyakî,
Zinar û qefakê,
Bi destên gel û hevalan,
Mêr, jin û kalan,
Bi zîrekî,
Bi çalakî,
Bi hezaran,
Agir pêketin,
Erd û ezman bûne yek,
Bi nav hev ketin,
Zaro, keç û pîrek, Ecêb mayî, raneketin,
Digotin:
Siba bihuşt e,
Stêr daketin,
Li Meydan, Keferdelê û Basil,
Li Reco, Gaz û Bilbil,
Gerandin,
Govend û dîlan,
Bi dahol û zirne,
Lîlî û stran,
Keç û xortan tev,
Dest dane hev,
Reqisîn,
Bi dil û dev,
Şabûn û kenîn,
Di roja newroz a ciwan,
Pêk anîn girêdan,
Dawet û mihrecan.
*****
Li mebahîs û terî,
Bi roj û şevên tarî,
Na sekinin,
Ranawestin,
Mîna segên har û gurî,
Dîn bûne,
Şaş bûne,
Çep û rast dibezin!
Li serên xwe dixin,
Xwe digezin,
Bi meş,
Mîna dizên keleş,
Bi siwarî,
Bi rêzên xwar û berwarî,
Bi gerokan,
Bê den,
Bi çirayên temirî,
Her gav,
Erîşan,
Dibin gundan,
Deriyan dişkînin,
Dikevin malan,
Ji nav nivînan,
Mêr û jinan,
Keç û xortan,
Bê sinçî,
Mîna hovan,
Radikşînin,
Lingan kil dikin,
Destan di paş da grêdidin,
Bi kotek û lêdan,
Li çend mexferan,
Digerînin,
Mîna esîran,
Gulbe bi gulbe,
Bi Helebê ve dişînin,
Bê hiş û hay,
Xelkê digrin,
Lê…. nizanin,
Çi bikin?
Dibînin:
Agir hîn pêketîne,
Tîrêjên sor,
Çarmedor,
Ber bi jor,
Hilkişîne,
Serekên wan,
Bi qîr û halan,
Li sîngîn xwe dixin,
Lingan li erdê didin,
Pêş û paş,
Tên û derin,
Bi bihîstokan,
Bi birûskeyan,
Emre didin,
Dibêjin:
Zûbin!!
Li her der bela bin,
Agiran bimrînin,
Bi carekê,
Ronahiyê hilînin,
Ev agir,
Agirê gur û pir,
Nîşan in … nîşan
Nîşanên Şehrezadî,
Û azadiya kurdan!
Serbestî û mêraniya wan,
Tînin bîra wan,
Ji lewra divê,
Vê Şevê,
Yên ko êzing civendine,
Yên ko agir pêxistîne,
Yên ko lê nirîne an dîtine,
Ango bi yek gotin,
Xelkên çiyê,
Hemî bêne girtin!
Min dîsa gote wan:
Bi xurtî,
Bi zimanekî giran:
Gelî hevalan …!
Raste…. ew ji agir ditirsin?!
Ji ber ko dinasin,
Eve agirê Hurmiz,
Pê şewtîne,
Ehremen û xiniz,
Li ber roniya wî,
Aşkere dibin çete û diz,
Raste, ew ji agir ditirsin,
Ji ber ko dinasin,
Ev agirê Newrozê ye,
Ronak û pîroz e,
Bo serbestiyê,
Felat û azadiyê,
Peyman û soz e!
****
Zindana Mezzê 04.1961
* Rojnama Newroz – hejmar /156/ – 20 Avrêl 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.