Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Taybetên Zimanê Kurdî nasnama xwe ye

Mihemed Qere Hesen*

Gava merv bêjeya nasname bilêv dike, tavilê nasnama kesîtî bi bîrê tê. Ango nav, navê dê û bavê, ciyê lê bûye, kînga bûye, rengê çavan û mirûzê wî digel tiştin dî têvel hebin.

Li gor vê pîvanê merv dikare netewa Kurd jî pê bipîve. Bi vî awayî, em dikarin van xal, merc û taybetên Kurdî şanî bidin û li ser rawestin.

1-    Navê netewê: Kurd e

2-    Kînga bûye û ji kîjan malbatê ye?

3-    Li ku bûye?

4-    Rewşên xwe yên zimên çine?

5-    Ziman û xweyetiya netewî

Berî em derbasî gotara xwe bibin, divê têrma nasnamê were zanîn.

Nasname: Ewê ji bilî xwe ve bi rewş û tiştan cuda ye, ji hev tê naskirin û zanîn. Ango ew bi xwe ye.

Em li mijara xwe vegerin.

=     Nav: Gelek nêrînên têvel, li ser têrma Kurdî li ba dîrokzanan hene. Hin ji wan vedigerînin peyva kerdox û netewek bi vî navî rojekê di dîrokê de li ser xaka Kurdistanê dijiya û bi wateya xedar hatibû naskirin.

Dîrokzanê almanî Cêrnot Fêlhêlm dibêje: Bêjeya Kurd ji ya Xurd hatiye, wateya xwe jî ronahî ye, bêjeya hor û xor ji hev in, û netew in di dîrokê de hebûn perestvanêne roya bi basik û ronahiyê bûn. Her wekî dî nêrîn di vê mijarê de pir bûn. Lê roja îro netewek ji komek mervan heye navê xwe Kurd e, û zimanekî xwe yeknetew heye. Lê hin ziman hene pir netew in. Ango pirtirî netewekê bi zimanekî dipeyvin. Îro zimanê Kurdî bi navê netewa xwe hatiye naskirin.

= Kînga bûye û ji kîjan malbatê ye?

Zaniyarên dîroka peyvkirina merv vedigerînin berî vê bi sed hezar sal (100,000). Bi gotinek dî, berî peyvkirinê hest, nest û raman li ba merev peyda bûn, li gor mercên heyama zemîngarî û gerekiyê û heyîna xwe ya civakî, guhartin di zenglorê de çêbû, deng ji serê serê lêvan ta dawiya gewriyê belav bûn, ew deng bûn tîp û bi hevketin, bêje hatin afirandin. Bêje jî li gor jiwariyê û vaca mêjî, ji hest, nest û ramanê û sazê xweş li guh hatine, bi hev ketin, stîla peyvkirina rêzmên hate afirandin (hevok hatin ristin). Wê peyvkirinê rûdawek civakî taybet wergirt û bû hêzek mezin di guhartina civakê de, û bi heve girêda û nimand. Ev yeka ha bû şoreşeke berdewam di heyîna merev de.

Di pêvajoya dîroka her girûpekê ji mervan de bi hev re jiyan û bûn netew, zimanekî xwe taybet wergirtin.

……/Dumahîk heye

* Rojnama Newroz – hejmar /156/ – 20 Avrêl 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button