Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Her sê kesên di wêneyê de xuya dikin û dikenin ji bal Turkiyê ve xwestî ne!

Rojnama Newroz*

* Cengîz Çandar (1948) – Lêkolîner û rojnamevanê Turk ê navdar, xwediyê pirtûka «Tirêna Rafideyn a Xurt» e. Ji aliyê Partiya Kesk ve ew weke berbijêrê Parlementoya Turkiyê di lîsteya Partiya Gelên Demokrat (HDP) de hatiye pêşniyarkirin û HDP jî ew pejirandiye.

* Can Dunder (1961) – rojnamevanê Turk ê bi navûdeng e, sernivîserê berê yê rojnameya «Cumhûriyet»ê bû.

* Xanim Emîne Kakabawê, xebatkareke Kurd e, ji Kurdistana Îranê û endama perlemana Swêdê ye.

Emînê di rûpela xwe ya “Facebook”ê de dibêje: Dunder ji mezinên rojnemvanên Turkiyê ye, piştgiriya Erdoxan ji Da,iş re aşkere û riswa kir, û ji welatê xwe derbeder bû; Û Çandar mirovekî navnetewî rastgu û dostê Kurda ye; Herdu ji tirsonekiya siyasetmedarên swêdî re derbareyî danustandinên bi Erdoxan ê îslamî re dilxemgînin.

* Rojnama Newroz – hejmar /156/ – 20 Avrêl 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button