Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Serokê Komela Gelên di bin gefê de Têlman Zoltş Oxir be !

Newroz*

Roja Înê. 17. 02. 2023-yan, dostê gelê Kurd û hemû gelên cîhanê, li Almanya, birêz Têlman Zoltş, piştî jiyaneke (83sal) tev kar û xebat di ber mafên hûrgelan û kêmnetawan, û hemû bindestan de, xatir ji vê gerdûna bê dad û bê aştî xwest, çav girtin û bar kir.

Li sala 1968-an, li bajarê Almanî Hamburgê, birêz Têlman Komela Navdewletî ya Gelên di bin Gefê de damezirand, paşê, wî cihê wê guheste bajarê Gutingun, û li Berlînê şaxeke wê vekir. Bi demê re, ji ber xebat û çalakiyên vê komelê geş bûn, şaxên wê li dewletine derveyî Almanya mîna Nemsa, Swêsra û Loksomburgê hatin vekirin, û di Yekîtiya Ewropa û Yekîtiya Netewan (UN) de jî bû endamekî çavdêr.

Komela Gelên di bin Gefê de, bi serperiştiya Têlman, ji bo parastina maf û rûmeta Netewan xebateke bêwestan kiriye; ew bi xwe çûye li her çaar kinarên dunyayê geriyaye, li kêleka gelên bindest rawestiya ye. Hember sitema li ser gelê Kurd hatiye kirin jî, bêdeng nema ye; wî piştevaniya glê Kurd li Turkiyê, Îraq, Îran û Sûriyê bê dudilî kiriye.

Têlman Zoltş, dostê gelê Kurd namire, ew di dilê me de her zindî ye!

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi vê bûneyê, birêz Muhyedîn Şêx Alî, Sekreterê Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê, nameyeke sersaxiyê bi zimanê Erebî weşand, ev e li jêr, wergera wê bi zimanê Kurdî ye:

Sersaxî

Encûmena Rêveberiya Komela Gelên di bin gefê de…

Berpirsê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê…

Bi bûneya koçkirina dawî ya demezrênerê Komela Gelên di bin gefê de, dostê gelê Kurd birêz Têlman Zoltş, yê ku temenekî dirêj di berevaniyeke dilsoz, dij siyasetên şer û nijadperestiyê kiriye. Çûna wî, ji me hemiyan re ziyaneke mezin bû!

Bi rêya we, em sersaxiya malbata Têlman Zoltş, hemû karmendên komelê, dost, heval û hezkirên wî li Almanya û cîhanê bi tevayî dikin.

Hûn xweş û aram bin.

Qamişlo 19.03.2023

Muhyedîn Şêx Alî

Sekreterê Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê.

* Rojnama Newroz – hejmar /156/ – 20 Avrêl 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button