Ziman, di pêvajoya xwe de seranserî dîrokê, di du qonaxên sereke re derbas bûye: devkî û nivîskî. Peyv, li gor vê pêvajoyê, di rêya axaftinê re, hem dihatine naskirin û têgihiştin, hem jî di nav civakê de, nifş bi nifş, dihatine veguhestin. Ev jî bû sedemeke sereke û bingehîn ku bi dehan ziman, di vê qonaxê de, têkçûn, windabûn û ji holê rabûn. Lê, piştî pêşketina ramanweriyê, şêweyên parastina zimanan jî bi giştî pêşketin. Vê qonaxê jî bi destpêka nivîsandinê re dest pê kir, nemaze şêweyê komkirin û ravekirina peyvan, û belgekirina wan di rêya nivîsandinê re; û bi derbasbûna qonaxên demê re, vê şêwenivîs û belgekirinê di pirtûkan de cih girt, û bi navê FERHENG hatine naskirin.
Dema em bêjeya ferheng dibêjin, du têrmên zanistî yên nuh xwe didin pêş, ew jî Ferhengnasî (lexicology) û Ferhengsazî (Lexicography). Ev herdu têgeh jî du şaxên zanistî ji zimanzanînê ne. Berî em li ser van têghan rawestin û wan şirove bikin, pêwîst e em bêjeya (ferheng) nas bikin û zanibin ew çi di nav rûpelên xwe de vedihewênê.
Ferheng, şêweyekî pirtûkê ye taybet e ku, li ser bêjesaziyê radiwestê; ew bêjeyan baş rave dikê û wateyên wan zelal dikê. Hêjayî gotinê ye ku, gelek cureyên ferhengan hene; ew jî li gor rêzkirina peyvan, peyvên pîşesazî di beşekî zanistî yan civakî de, … hwd. Piştî vê kurtepênaseyê ji têgeha ferheng re, gelo çawa ferheng saz dibê? Ji bo bersivdana vê pirsê, pêdivî bi ravekirina du têgehên din heye, ew jî ferhengnasî (lexicology) û ferhengnivîsîn/ferhengsazî (lexicography) ne. Weku ji van terman tê zanîn, herdu jî girêdayî binyatdanîn û avakirina ferhengê ne, ji ber ku ew wateya bêjesazî û peyvnasiyê (etymology) dişopênin.
Ferhengnasî ji peyva Yewnanî ya kevin lexicology hatiye wergirtin. Lexicology bi xwe peyveke hevedudanî ye ku ji (lexico = bêje) + (logos = zanîn) ava dibê. Ango, ew li kok, wate, cure, bilêvkirin, daraştin û şêweyê girêdana peyan bi hev ve ji bo derbirîneke rast û dirust, vedikolê. Lê, ev tev dimênê karekî teyorî, û bikaranîna wê ji erkê kesê ferhengsaz/ferhengnivîs e.
Têgeha duyemîn ferhengnivîsîn/ferhengvanî ye. Ev têgeh wateya bêjeya Yewnaniya kevin (lexicography) e. Lexicography ya Yewnanî ji du peyvan saz dibê. Lexico = bêje, peyv, û graph = nivîsîn; ango bêjenivîsîn, bêjedanîn. Herweku ji wateya wê xuya ye, ew karê danehev û nivîsandina peyvan destnîşan dikê. Ev kar jî li gor du hêmanên bingehîn tê bikaranîn. Yek ji wan berhevkirina komek peyv û biwêj, û ya didiwê jî rêzkirina wan peyvan li gor hin bend û rêbazan, ji bo hêsankirina daraştina bêje, rist û hevokên hevedudanî ji yên sade û asan. Ferhengsaz, di dawiyê de, encamên vê rengexebatê di pirtûkekê de kom dikê û belav dikê.
Digel ku pir cureyên ferhengan hene ku li gor mijarê, yan jî li gor rêzkirina peyvan li pey hev, ferhengvan gelek tiştên têkildarî her bêjeyekê, li pey wê bi xwe zelal dikê. Ew bilêvkirina bêjeyê, kok, wate, cureyê rêzimanî (navdêr, rengdêr, lêker, … ), dem û raweya her lêkereke ku derbas dibê, girêdana bêjeyê di hevokan de bi yên din ve, … hwd, rave dikê. Em dikarin karê wî di van gavan de bi kurtasî bêjin:
1- Komkirina peyvan.
2- Daneheva zanyariyên rasteqîn li ser her peyvekê.
3- Bijartina şêweyê rêzkirina peyvan di ferhengê de.
4- Bijartina pergalekê ji bo rêzkirina peyvan.
5- Nivîsandina peyvan li gor pergala bijartî di hindurê pirtûkekê de (ferheng).
6- Belavkirina encamên vê xebatê.
Di dawiyê de, ka em vê pirsê ji xwe bikin: Gelo, ferhengên zimanê Kurdî yên berdest li vê gorê hatine amadekirin û weşandin? Yan jî, zanistiya zimên li warekî razihayî ye, û em di meydana kêmzanînê de û bi hişmendiyeke çandî ye kor û teng, dixebitin?
* Rojnama Newroz – hejmar /156/ – 20 Avrêl 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.