Ev cara yekê ye, ku xişim û bêtarên bi vî rengî bi serê çiyayê Kurmênc de, bi destê çeteyên hovane yên radîkal bi piştgir û alîkariya artêşa dewleta Turkiyê hatine, û hîn jî berdewame. Bajarê Efrînê tev gundewarên wê di 18.03.2018 an de hat dagîrkirin. Zordarî û binpêkirinên bi hemî awa û rengan bi serê gelê Kurd ji hêla (artêşa niştimanî sûrî) ve tê kirin, û ne wek ji hêla hevalbendên (artêşa azad) ên Kurd tê gotin ku karine tekane ne. Çi kuştin, lêdan, girtin û ta dar qutkirin bi destê hemî giropên çekdar in û bi erêkirina dewleta Turkiyê tê kirin û hîn jî berdewame.
Zerzela di 06.02.2023 an de li bajarokê Cindirêsê xistî, aşkere û baştir xuya kir, ku ev giropên çekdar û destlata turkiyê çiqas tundrew û cudatî dikirin navbera Kurd û Ereban, bi ser de jî, Turkiyê wek dewletek dagîrker bi erk û sutbarên xwe ranedibû. Bilî ku derî li pêş encûmen, dewlet û komeleyên xêrxwaziyê û alîgiriyê bi rûniştvanên resen yên li Cindirêsê bikin, bi rastî gelê Efrînê bi xort û keçan, kal û pîran bi hewcedarî alîkariyê ne, vêca çi alîkariyek moralî be yan jî diravî be.
Bi rastî piştî derbasbûna dezgeha xêrxwaziya Berzaniyê nemir û alîkirina wan bi kesên ziyan ji zerzelê dîtine, li ba kurdaxiyan tiştekî mezin bû, û hestê netewî û morala wan bilntir kirin. Bandora wê yekê di komkujiya cencewîdên Turkan di dermafê çar Kurdan de ji mala pêşmerge xuya û zelal bû. Lê mixwabin ka em ji xwe û bilî xwe bipirsin.
Çima dewleta dagîrker ya Turkiyê û hukmeta demkî ya sûrî rê dan dezgeha Berzanî, berî ku rê bidin welat û dezgehên biyanî yên cîhanê û ta alîkariya rêveberiya xweser ya ku di roja yekê de li ser sînor amede bûn ku bişînin, lê rê nedan wan?
Bawer im Turkiyê xwast hesin bi hêsin bikute, û ew perçebûn û nelihevkirina di navbera tevgera Kurdî û çi jî kurdistanî de xurt û zêdetir bibe, ta kanibe rêvebiriya xweser ya ku bi hezarn pakrewan di ber Kurd û sûriyek dadmend, aştixwaz de dane, ku rûreş bike, û alîgirên xwe encûmena Kurdî xwedî rolek erînî di nav Kurdan de xuya bike. Lê ev yeka han ji aliyên ku rola Kurdan û Efrînê dişopîne nayê veşartin û ne jî tê jibîrkirin. Şoreşa şêx Se›îd û kêrên leşkerên Turkan di sîng û zikê jinên me yên bi canan re kirine hîn ji bîr nebûne.!
Bi rastî ger Turkiyê û alîgirên wê ve berketiyê Efrîniyan û Kurdan bûna, di roja reş de /72 /balefir li ezmanê Efrîna dagîrker ranedikirin, bi hovîtî gundewarên wê bombe nedikir, û ne jî ev gilgemara li seranserî sûriyê li Efrîna rengîn û bedew kom nedikir! Netê wetayê, ku em li dijî hatina dezgeha Berzanî ne, ji berêpaşê de me gotiye: (du Kurd li ku bin, li hev bikin em pîroz dikin, û ger derfet hebe em yê sisyê ne). Divê em baş zanibin bi tucarî Turkiyê û ne jî dûvçilên wê karekî erînî ji bo doza gelê Kurd û Kurdistanê bikin. Berî her tiştî divê em xwe nas bikin, piştî nasînê, divê em dijminê xwe jî nasbikin!
* Rojnama Newroz – hejmar /156/ – 20 Avrêl 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.