Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

5-emîn Slavegera Nivîskar û Xebatkarê Kurd Mihemed Zekî (Diljar Seyda)

Rojnama Newroz*

Roja Yekşembê 16.04.2023, bi bûneya 5-emîn salvegera nivîskar û xebatkarê Kurd ê dilsoz Mihemed Zekî (Diljar Seyda), Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî digel birek rewşenbîr, malbat, zimanhez û hevalên partiyê serdana gora wî kirin û bi rêzdarî ew bibîr anîn.

Diljar Seyda, yek ji wan nivîskaran bû ku bêdeng, ji bo zimanê Kurdî û pirsa Kurdî xebateke kûr birêve dibir, herweha ew yek ji damezrênerên Saziyê bû, endamê Komela Ciwanên Kurd û Desteya xwecihî ya Newrozê û endamê Kovara Welat bû. Bi dehan gotar di weşanên Kurdî de belav kirine û ji bo pîşvebirina ziman û çanda Kurdî cefa dîtiye.

Cihê wî bihuşt be, serê malbat, dost, heval û hezkiriyên wî xweş be!

* Rojnama Newroz – hejmar /156/ – 20 Avrêl 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button