Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

10 sal derbas bûn, hê jî Pakrewanê raman û pênûsê «Kemal Henan» bi me re dijî!

Rojnama Newroz*

Berî 10 salan, li roja 31. 01. 2013-an, bi guleya tivinga kîndarekî şoven, dilê mezin, dilê mişt evîn û mirovatî, dilê nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd ê dilsoz Kemal Henan rawestiya.

Ev 10 sal di ser wê tawana reş re derbas dibin, hê jî Kemal Henan bi raman, pend û germahiya dilê xwe bi me re dijî û her dê bi gelê xwe re bijî, tu carî ew jibîr nabe.

Digel ku destên gemarî ên tarîperestan, neyarên mirovatiyê hingivtine gora wî û peykerê Kawayê hesinker li Tilif û Efrîna birîndar, lê baweriya me bi gelê me û xebata wî heye ku nêzîk dê rojek were, gora wî nû bibe û peykerekî nû ji Kawa re çêbibe, hêzên tariyê li ber bayê serhildanê herin!

Di 10-mîn salvegera şehîdbûna Kemal Henan de, Newroz û xwendevanên wê li ser soza xwe ne, bê dudilî ewê rêya wî bişopînin û armancên wî pêkbînin!

Cihê wî bihuşt be, neman û şermezarî ji teror û kujeran re!

Serê malbatê û gelê me sax be!

* Rojnama Newroz – hejmar /156/ – 20 Avrêl 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button