Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Careke din qedera reş xwe li me Kurdan dimîn e

Zelîxan Cimo*

Li Berbanga Roja Duşemê 6. 2. 2023anZ, erdhejeke zor dijwar li Turkiyê û Sûriyê rûda û bi taybetî jî herêmên Kurdî li herdu welatan, qedera reş dîsa xwe li gelê me mand û xezebeke zor dijwar bi ser de anî, xemgînî û şîniyê konê xwe di ser me re vegirtin. Yek ji wan herêmên me yên ziyan dîtine Efrîn, û taybet jî Bajaroka Cindirêsê bû. Di encamê de, bi sedan avahî bi ser xwediyan de hatin hilweşandin – ji bilî sedan avahiyên herfandî ku li ber hilweşandinê ne – û bi sedan jin û mêr, kal û pîr û ciwan û zarokên di hembêza diyan, û bavan de, di bin kavilan de man û jiyana xwe ji dest dan; bi sedan jî birîndar û seqet bûn, û bi hezaran jî bê cî û war li kolanan li ber serma û barana zivistanê man!

Lê tiştê tewrî bi›êş, di rojên pêşîn de nalenal û fîxana xelkê me di bin kavilan de dihat, lê tu alî di hawara wan de derneketin, û ji ber wê jî hejmara qurbaniyan zêde bû.  Derd û kulên xelkê me yên Efrînê ji roja dagîrkirina wê li 18. 3. 2018an Z. ve û ta erdheja şeşê Reşmehê dikşên û hîn jî berdewam in, cimkî  nandozên li wir destlatdar, bi serpereştiya Istîxbaratên Turkiyê, dev ji kiryarên xwe yên qirêj di dermafê gel û axa me de  bernedan û  bernadin, herwekî ew piştî erdhejê bi nijadperestî bi xelkê me re didin û distînin, û cudahiyeke beloq dixin nav wan û anîndeyên biyan, çi di derxistina xelkê ji bin kavilan an kolandina gorên qurbaniyan, û an  jî belavkirina alîkariyên mirovî de  (yên ji aliyê komele û dezgehan ve dihatin pêşkêşkirin).  Ne tenê weha jî, ew bi her awî hewil didin ku xelkê Cindirêsê bi aliyê koçberiyê û çadirgehan ve têvedin, û ji malên wan bi dûr bixînin, da ku di pişt re jî heyînên di hin malên wan mane de û yên di bin kavilan de jî bidizin, û bi alîkariya dewletên herêmê yên piştgir ji wan re piroseya guhertina demografî ya nijadperest li herêma Efrînê bi giştî û li Cindirêsê bi taybetî bimeşînin.

Lê xelkê me yê Kurd ji wê pilanê re hişyar in, ew li ber xwe didin û rijd in ku ji malên xwe bi dûr nekevin, û çadirên xwe li nêzîk malên xwe yên wêranbûyî vedin û tê de jiyana xwe derbas bikin, ta ku malên xwe ji nû ve ava dikin. Vêca li hember vê vîn û berevaniyê, ji gelê me yê Kurd bi tevayî û bi taybetî jî Rêvebiriya Xweser û Hikometa Herêma Kurdistanê tê xwestin ku, bi her awî ji gelê xwe yên hundir Efrînê re piştgir û palpişt bin, da ku ew kanibin di berevaniya xwe de berdewam bin, û ew pilana qirêj jî nere serî!

* Rojnama Newroz – hejmar /156/ – 20 Avrêl 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button