Li 22-ê meha Nîsana sala 1898-an, li paytexta Misrê, bajarê El-Qahîre, li çapxana El-Hîlal, li ser destê Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, yekemîn rojname bi navê KURDISTAN bi zimanê kurdî rêya xwe dît û hate weşandin.
Di pey re, gelek weşan, çi rojname, kovar û çi pirtûkên bi zimanê dê, li Îstanbol, Silêmaniyê, Bexdad, Mehabad û Ewropayê rêya xwe qelaştin û ronî dîtin. Herweha li Heleb, Şam û Beyrûtê jî, weşanên bi kurdî geş bûn û gol vedan, nemaze herdu kovarên navdar HAWAR û RONAHÎ.
Hêjay gotinê ye ku, li seranserî herêmên kurdî li bakurê Sûriyê, weşan û çalakiyên ji bo parastin, xwendin û nivîsandina bi kurdî li dar bûn û bawerî li cî ye her dê li dar bin, û rola erênî ya weşanên weke GULÎSTAN, GELAWÊJ, XUNAV, NEWROZ û PIRS… hwd, her dê di bîra kurdhezan de û li holê be.
Di vê bîranîna giranbuha de, ji erk û mafê hemiyan e ku, em rêzê ji hemî xwendevan, dezgeh û nivîskarên bi kurdî re bigrin û wan pîroz bikin. Li kurtejiyan û berhemên camêrên weke Celadet Bedirxan, Dr. Nûredîn Zaza, Dr. Nûrî Dêrsimî, Osman Sebrî, Cegerxwîn û pakrewan Mûsa Enter vegerin û bixwînin.
– Silav li giyanê damezrênerê Rojnamegeriya kurdî nemir Miqdad Medhet Bedirxan re.
– Pîroz be roja 22-ê Nîsanê, cejna Rojnamegeriya kurdî.
Muhyedîn Şêx Aalî
Sekreterê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd Li Sûriya
Qamişlo 22.04.2023an