Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Tawana Cindêrisê dîwarê tirsê hilweşand!

Newroz*

Berêvara roja 20-ê Avdarê, şeva Cejna Netewî ya Kurd NEWROZ, di wê dema ku malbata Osman li bajarokê Cindêrisê, li ser banê xwe, agirê Newrozê pêxistibûn û li dora wî civiyabûn û şahî dikirin, çekdarên «Ceyş El-Şerqiye», ya ku piraniya endamên wê ji rêxistina Daiş in, û anha ew girêdayî Artêşa Niştimanî ya Sûrî ye, bi hovîtiyeke kesnedî, bi xwîneke sar û kîneke reş ew civata xortan gulebaran kirin! Di encamê de, 4 kes ji malbatekê hatin kuştin, ew jî ev bûn:

Nezmî Mihemed Osman (53) sal – Ferehedîn Mihemed Osman (45) sal – Mihemed Ferehedîn Osman (19) sal – Mihemed Mihemed Osman (38) sal, û hinên din jî birîndar bûn, paşê yekî ji birîndaran jî jiyana xwe ji dest da!

Navên hin ji Kujeran hatine naskirin:

Umer Salih Elesmer (23) sal – Hebîb Elî Xelef (19) sal – Bîlal Elebbûd (23) sal, bi piştgiriya Elî Xelef (Ebû Hebîb Xişam) ku ji gundewarê Dêra Zorê ne.

Li roja 21-ê Avdarê, bi beşdariya hezaran kes ji Cindêris, Efrîn û gundên derdorê, bi coşeke mezin, bi saloxanên Azadî ji Efrîn re, darizandina kujeran, derketina hemû çekdaran ji devera Çiyayê Kurmênc û bi hildana Ala Kurdî netewî, pakrewan hatin veşartin.

Debarê vê tawana pilankirî, dewleta Turkiyê û dûvikên wê, xwestin rastiyê biguhêrin, wan got ku ji ber derketina pevçûnê di navbera wan û kesine sivîl de derketiye, ev bûyer çêbûye, û qaşo ewê wan ceza bikin. Lê, rastî nayê veşartin, û kujer ji desthilatdariya deverê ne, bi nav naskirî ne!

Xelkên Efrîna birîndar, di vê bûyera dilêş de, bi yek dengî qêriyan, dengên xwe li dij zor û sitema çekdaran bilind kirin, û li pêş mala qurbaniyan serhildaneke mezin lidar xistin, bi mêraniyeke mezin û dilekî xemgîn derd û xemên xwe yên 5 salan ji dagirkeriya malwêran, ji raya giştî re aşkere kirin; tirs û saw xistin dilê çeteyan û dewleta dagirker.

Li Ewropa, Herêma Kurdistanê, Bakur û Rojhlatê Sûriyê, û gelek deverên dunyayê, xwepêşandan lidar ketin û ev tawana hovane ya dijî gelê Kurd û Newroza wî şermezar kirin.

Eve ne cara pêşîn e ku cejna Newroz, cejna aştî, azadî û wekheviyê, bi xwîn û êş di ser gelê me yê Kurd li Sûriyê re derbas dibe, emê hin bûyerên xwîndar bibîr bînin:

–      roja 21-ê Avdara sala 1986-an, bi guleyên rijêma Sûriyê li Şama paytext, Silêman Adê (Pakrewanê Newrozê yê pêşîn) jiyana xwe ji dest da, û li bajarê Qamişlo hate veşartin.

–      20-ê Avdara sala 2008-an, li ser destên hêzên ewlehiya dewletê li Qamişlo, 3 xortên Kurdan, di dema dadana agirê Newrozê de, hatin gulebarkirin û can spartin, û beyaniya Newrozê ew li goristana Hilêliyê bi beşdariya hezaran kes hatin veşartin.

–      21-ê Avdara 2010-an, hêzên ewlehiya rijêma Sûriyê li Reqayê, xelkên sivîl, yên ku bi Newroza xwe şad dibûn, dîlan dikirin û stranên Folklorî digotin, gulebaran kirin, hin kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Derbarê vê tawana mezin, Rêxistina Human Rights Watch, bi sernava «Tawana Cindêrisê jî tevlî tawanên 5 salan dibe», daxuyaniyek weşand, û weha got:

«Kuştina Kurdan di şeva Newrozê de li Cindêrisê bi destê çekdarên girêdayî Turkiyê, tawaneke dîtir e ku tevlî zincîra tawan û zêdegaviyanên mezin ên derheqa nişteciyên devera Efrînê li dirêjahiya 5 salan dibe.

Şeva Newrozê 20-ê Avdarê, çekdarên «Ehrar Elşerqiye» yên girêdayî artêşa niştimanî ku bi Turkiyê ve girêdayî ne, di dema ku malbateke Kurd li Cindêrisê agirê Newrozê pêxistibûn û cejna xwe pîroz dikirin, ew gulebaran kirin, 4 kes hatin kuştin û hine din jî birîndar ketin!»

Cîgirê Kargêrê beşê rojhilata navîn û bakurê Afrîqayê ya Human Right Watch birêz Adem Kûgil got:

«Ev kiryarên kuştina mirovan piştî 5 salan ji talankirin û zêdegaviyên mafên mirov li ser destê hêzên Turkiyê û çekdarên pêve girêdayî têne kirin, bê ku dewleta Turkiyê li hember van zêdegaviyan raweste.»

Herweha rêxistin pêve çû û got:

«Ji ber ku Turkiya hêza dagirker e û li wê devera bakurê Sûriyê ew ji çekdarên xwecihî re piştgir û alîkar e, ew pabend e ku lêkolînê di vê kuştinê de bike û kujeran ceza bike. Herweha ji Turkiyê tê xwestin ku ew hemû rengên alîkariyê ji ser çekdarên Artêşa Niştimanî Sûrî yên ku gelek caran pêl mafên mirov kirine bibirin û li gora Yasaya Navdewletî ew bêne darizandin».

Bila cihê pakrewanên Newroza Cindêrisê bihuşt be, serê malbatên wan û gelê Kurd sax be!

* Rojnama Newroz – hejmar /156/ – 20 Avrêl 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button