Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Agirê NEWROZê venamire!

Desteya sernivîser*

Li gor kevnedîroka netewa Kurd, bi saya xebata Kawa yê hesinker desthilata Ezdehakê sitemkar hatiye rûxandin, gelê Kurd û hemû gelên deverê ji zordestî û çavsoriya wî rizgar bûne; û bi hatina destpêka Buharê re, rojeke nû li wan hilatiye, agirê Newrozê tariya jiyana wan ronî kiriye.

Ji wê rojê ve, û da ku di dîrokê de careke din efsaneya Newrozê dubare nebe, neyarên hebûna gelê Kurd û dagirkerên welatê wî, bi hemû hêza xwe, şerê agirê Newrozê kirine û hê jî dikin,  dixwazin vemrînin û bidin jibîrkirin!.

Tê bîra me çawa dezgehên ewlehiya rijêma Sûriyê, di şevên Newrozan de, li deverên Kurdî belav dibûn, dadana êgir qedexe dikirin, li Cizîrê, Kobaniyê û Çiyayê Kurmênc hemwelatî digirtin, zindan û îşkince dikirin. Li sala 1986-an, Silêman Adê, û sala 2008-an jî li Qamişlo, 3 xortên Kurd ên bêguneh kuştin!.

Herweha diho, dema ku dewleta Turkiyê û çekdarên cîhadîst ên Sûrî yên pêve girêdayî, Efrîn dagir kirin. Berî her tiştî, bi armanca vemirandina agirê Newrozê, ew bezîne peykerê Kawa yê hesinker û ew rûxandin, ji cihê wî hilkirin û bi lingên xwe yên gemar pêlê kirin!

Li Cindêrisê jî, bi heman armancê, hêzên tariyê, bi pilana dewleta dagirker, şeva Newroza vê salê, çeteyên pêxwas ên bermayên rêxistina Da’işê 4 Kurdên bêsûc kuştin û reviyan!. Lê, gelê me li Efrînê serî hilda, li dij dagirkerên bê rewişt û bê’ol, xwepêşandanên mezin lidar xistin, bi yekîtiya xwe, tirs xistin hinavê neyaran. Herweha, li derveyî welêt û Ewropa, bi sedan xwepêşandanên protestkirinê lidar ketin, derd û kulên Kurdên di bin tariya dagirkeriyê de dijîn û tawanên wê yên kirêt aşkere kirin!

Bila neyarên gelê Kurd baş zanibin ku kuştin, girtin û îşkencekirina xebatkarên gelê Kurd doza wî çareser nakin, ne jî çavên wî bo xebata wî ya rewa dişikînin. Çendî ew hewl bidin agirê Newroza wî vemrînin, zimanê wî qedexe bikin, şer û cengan li dijî hebûna wî bikin jî, lê tucarî ew nikarin wî agirî vemrînin û baweriya wî bi azadiyê û jiyaneke serbest sist û qels bikin!.

Rast e ku dema îro gelê me di rewşeke xirab û ne xweş de dijî, eve rastiyeke li ber çavan e, Efrîn, Girê Sipî û Serê kaniyê ji bal dewleta Turkiyê ve hatine dagirkirin, û gelê me li wan deveran di dojehê de dijî. Bi armanca guhertina demografî li deverên dagirkirî, li ber çavên dewletên mezin ên cîhanê, xwediyên hêz û biryarê, her roj û her gav, tawanên hovane dij gelê me têne kirin bêyî ku ew bi erkên xwe rabin!. Lê, em pê bawer in ku ev rewş dirêj nake, bi saya xebata dilsoz û xemxurên vî gelî, bi saya kerwanên qurbaniyên keç û lawên wî, tarîperest û dagirker dê ji welêt bêne avêtin, birînên dil dê qeşmûşk   bigrin, û gelê me dê azadiya xwe bidestxîne. Tu hêz li ser rûçikê cîhanê nikare agirê Newroza wî vemrîne û vîna wî bişkîne!

Pakrewanên Newrozê, pakrewanên xebata aştî, azadî û wekheviyê namirin!.

Newroz li gelê Kurd, li berxwedêrên deverên Kurdî yên dagirkirî, û hemû aştîxwazên cîhanê pîroz be!

* Rojnama Newroz – hejmar /156/ – 20 Avrêl 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button