Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (240): Çêwirandinek li dor Komkujiya Cindirêsê, jihevşelandina dîwarên heweşa Bargeha Turkiyê li Gundê “Dêrwîş”, bindestkirina Êzdiyan, geregoşî û binpêkirin

Ji dema komkujiya Cindirêsê ve -ya ku bi tewaneke li dijî mirovahiyê tête salixdankirin- li şeva Cejna Newrozê /20/î Avdarê, Destlatên Dagîrkeriyê û destikên wan hewil didin ku li dor sedem û encamên wê bizîvirin, wê weke kêşeyeke demkî û ji “pevçûnekê” pêkhatibe biçûk dikin, endamtiya kujeran ji pêkhateyeke “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” re înkar dikin, û hemî binpêkirin û tewanên têvel ên ku ji pênc salan ve di dermafê herêma Efrînê û xelkê wê de têne kirin bincil dikin û li ser vedişêrin; Û di çarçew û hûrgiliyên “Lêkolînê” de “dozger û şeş endamên Asayêşa Leşkerî” yên dezgehên dagîrkerîyê li Roja Duşemê 27.3.2023an. Z beşdarî mala herçar pakrewanan li Cindirêsê bûn û piştî  bihîstina li bînerdayîna/şehadeta hejmarek merivên wan û birêketinê, sê endamên asayêşê man û ew neçar kirin ku li ser pelên sipî imeze/mor bikin, mîna hewildaneke açiq û riswakirî ji bo guhertina îfade û daxwazên wan; Herweha jî “Ebid El’rehman Mistefa serokê Hikometa Hemahengiyê ya Demkî û hejmarek ji wezîrên wî” li 29.3.2023an. Z bi hin kesên ji Cindirêsê û Efrînê re civiyan  “ji bo sezakirina tewankaran” sozin dan, di heman dema  ku li ba xelkê Efrînê nizimtirîn bawerî bi wî û dezgeh û milîseyên wî tuneye, ku nizimtirîn daxwaz   wekî “tolhildana ji tewankaran” û “derxistina çekdaran ji ciyên ku sivîl lê hene” were cîbicîkirin.

“”Ebid El’rehman Mistefa” di civatekê de bi kesine ji Cindirêsê û Efrînê re, 29.3.2023. Z.”

= G. “Dêrwîş” ê koçberbûyî:

Ta niha dora (/57/ malbat = 180 nişte ji reseniya /400/ nişteciyên Kurd ên resen berî dagîrkeriyê li gund bûn) ji xelkê G. “Dêrwîş” – Navça Reco yên li herêmê mane, di navêna Bajarê Efrînê û gundên “Raco, Mûskê, Coqê, Avrazê û Keferdelê” de pergende ne, û ji veger an seredana gundê xwe qedexekirî ne -ji bilî  dema veşartina miriyekî di goristana wê de yan jî carina seredana wê- ji destpêka dagîrkeriyê ve sala 2018an. Z, bi sedema avakirina bargeheke leşkerî ye Turkî li cîgeheke Rojhilatê gund bi rûbereke dora şeş hiktar û nîvan û desteserkirina Milîseyên “Firqit El’hemze” û “Ehrar El’şerqiyê” li ser, ewa ku ziyanine mezin gihandine gund û malmewdanên çandiniyê. Bi ser ku di navboriya du hefteyên dawîn de, Artêşa Turkiyê dîwarên çîmentoyî yên pêşesazkirî ji hewşa bargehê vekirin û guhestin, bê ku em sedem û armanc jê û aliyê guhestinê zanibin.

“Cîgeha bargeha Leşkerî ya Turkiyê, Rojhilatê G. “Dêrwîş” – N. Reco, berî û piştî avakirina wê.”

= Bindestkirina Êzdiyan:

Li destpêka dagîrkeriyê sala 2018an. Z, Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” herdu birayên Êzdî “Şêxo Arêf Şêxo, Heyder Arêf Şêxo” ji xelkê Gundê “Qîbarê” – Bajarê Efrînê û sê zaroyên wan heftakê girtin û îşkence kirin, û ji bo serbestberdana wan jî vêrgiyên diravî li ser wan ferz kirin, du makîne (vanek nûjen, pîkabek Hunday e mezin) ji wan dizîn, û dest danîn ser pênc mal û çar dîkanên wan li derbasgeha B. Efrînê ya Rojhilat – nêzîk sûtemenxaneya “Sebrî”, û ji ber wê ew neçar bûn ku di maleke malbatê ye li gund de rûnin; Û piştî sê salan ji daxwazkirin û gilîkirinê kanîn dîkan û du mal vegerandana; Lê kîn di derûnên çekdarên ku dest danîne ser malan ma, ta ku yekî ji wan li vê dawiyê qurşîn di ser serên herdu biran re avêtin û ew gef kirin, û ji ber wê herdu biran li 30.3.2023an. Z bi navbêncîkirina nasekî berê xwe dane “El’şêx Ehmed Ebid El’kerîm Zeyok – serokê Encûmena Zaroyên Şoreşa Sûriyê/ Ebna’i El’sewre El’sûriyê” li biryargeha wî ya ser Riya “Turindê” – Başûrê bajêr, bi hêviya ku bela wî çekdarî ji ser xwe bişon; Û ji ber ku ew halxweş in û di warê bazirganiya êmî dewêr de kar dikin jî, ew neçar bûn şert û mercên “El’şêx” bipejrînin û herdu şehadetan hilînin, û El’şêx jî “derbasbûna wan ji Îslamê re” ragihîne û ji xwe re wê tiştî weke serkeftineke “şoreşî ye olî” bibîne; Û wêneyên wan di perçevîdyoke de hatin kişandin û belavkirin.

“”El’şêx Ehmed Ebid El’kerîm Ziyok” û herdu mêrên Êzdî.”

Û ew bûyer jî di pêvajoya tevgereke olî ye Islamî ye tundrew û çalak e ku herêm tê re derbas dibe de tê kirin; Ew tevger bi5 azadî di siya Dagîrkeriya Turkiyê de kar dike, di heman dema ku azadiyên giştî bi awakî rêbazkirî têne çewsandin û binpêkirin, û Êzdî tûşî bindestkirineke cêwî dibin.

= Girtineke bêsûcane:

– Li 29.3.2023an. Z, Hemwelatî “Selah Mihemed Hemo/Malbata Cilo /44/ sal” ji xelkê Gundê “Dîkê” – Navça Bilbilê û yê ku li B. Efrînê rûdine hate girtin, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Efrînê” ve, li ser pişikdariya wî di xwepêşandan û mîtîngên Cindirêsê de, û li roja din hate berdan.

= Geregoşî û serberdayetî:

Li 26.3.2023an. Z, li ser hevrikî û nakokiyên wergirtina vêrgiyan û kirên dîkanên nişteciyên resen ên ku dest danîne ser li Bajaroka “Kotana” – Navça Bilbilê, çekdarekî birayê “Ebû Ratêb” ji civaka Ednan Xuweylêd (Ebû Welîd El’ize)/ Benî Iz – Êla Elmewalî qurşîn avête çekdarekî din ji civaka “Ebû Îmad” ê Tirkman, û di encamê de birîndar bû û bo Turkiyê hate şandin, û tirs kete nav sivîlan; Hêjaye bête naskirin ku herdu alî ji Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” in, û wê hîşt ku herdu alî jî li N. Bilbilê çekdarên xwe  seferber bikin.

Piştî ku temenmezin “Sefer Ehmed Çolaq /75/sal” bi mebesta dermankirinê ji gundê xwe “Kotana” çû Heleb, çekdarina ji “Firqit El’sultan Mûrad” li vê dawiyê hemî heyînên mala wî ji raxistok û tiştên din dizîn, bi ser ku wî malbateke ji anîndeyan di odeyeke mala xwe de dabû rûnişkandin da ku biparêze, lê mixabin dîsa jî bêsûde bû!

= Binpêkirinine din:

Ji heyvekê ve, nivîsgeha aborî ya Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” li N. Bilbilê – serkêşê wê jî “Ednan El’xuweylêd/Welîd Ebû El’iz”, beramberî her mêweke tirî li Cîgeha “Benda Eşûnê” û derdora wê -hejmara wan dora /2500/î- ji /1.5 – 2/Dolar Emrîkî li ser xelkê ku wan zeviyên mêwan ji ber merivên xwe yên ne li gund ve bi rêve dibin ferz kirin.

Li 31.3.2023an. Z, Milîseyên “Feyleq El’şam” herdu bira “Se’îd Mihemed Casêm /64/ sal, Casêm Mihemed Casêm /63/ sal” ji Malbata “Şêxê Ereb” – ji pêkhateya Ereb li Bajarê Cindirêsê çend katan di biryargeha xwe de girtin, lêxistin û şormorên kêm vêre kirin û ji rûmeta wan daxistin, piştî nerazîbûna wan ji vegera anîndeyina bo mala dê û bavê wan re (ya ku li taxa kevin a bajêr û  ji despêka dagîrkeriyê ve -sala 2018an. Z- desteserkirî), û hewildana qedexekirina wan ji çaksazkirin û destdanîna ser re.

Were zanîn jî ku anîndeyên ji destpêka dagîrkeriyê ve di bajêr de hatine niştecîkirin, hewil didin ku dîsa vegerin malên ku dest danîbûn ser, ziyan ji erdhejê gihîştine wan û gengaz heye ku bêne çaksazkirin, wekî ku malên wan ên taybet bin; Bajarê Cindirêsê bi kembereke ji çadirgehên anîndeyan hatiye dorpêçkirin, di pêvajoya hewildanên Turkiyê û alîgirên wê de ye ku wan ebedî li wir bihêlin; Û bi ser encamên erdheja kambaxker de ziyanine mezin gihîştin malmewdanên çandiniyê jî.

Tewana Cindirêsê ne yê dawiyê ye, berî wê bi pênc salan ji dagîrkeriyê bi hezaran ji binpêkirin û tewanên belgekirî û yên ne belgekirî hatine kirin û hîn jî berdewam in, bê redkirineke sincî yan siyasî yan jî yasayî, û bê ku yek li ser were sezakirin; Ji ber wê, pêngavên wêneyî yan perspankirin tu sûdê nakin û nejî rêgirekê jê re dîdinin, û kilîta çareseriyê tenê dawîkirina dagîrkeriyê û milîseyan e, derketina Artêşa Turkiyê bo sînorê xwe yê navdewletî ye û vegerandina Efrînê bo rêvebiriya xelkê wê yê resen e.

01.04.2023 an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Cîgeha bargeha Leşkerî ya Turkiyê, Rojhilatê G. “Dêrwîş” – N. Reco, berî û piştî avakirina wê.

“El’şêx Ehmed Ebid El’kerîm Ziyok” û herdu mêrên Êzdî.

“Ebid El’rehman Mistefa” di civatekê de bi kesine ji Cindirêsê û Efrînê re, 29.3.2023. Z.

——————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-240-01-04-2023 – PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button