Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Milîseyên “Hemahengiya Sûrî” komkujiyekê li Cindirêsa wêranbûyî pêk tînin

DAXUYAN

Ji dema dagîrkirina Turkiyê ji herêma “Çiyayê Kurmênc  – Efrîn” ve li heyşdeha Avdara 2018an. Z, tewankarî rojeke tenê di dermafê xelkê herêmê yên Kurd de nesekiniye, û ya dawiyê ya herî qirêj û bi robet ew e ya ku li şeva /20/î Avdarê li Bajarê Cindirêsê pêkhatiye ye; Ewa ku têde giropeke girêdayî Milîseyên “Artêşa El’şerqiyê/Tevgera Rizgarkirin û Avahiyê” – ya di bin sîwana Hemahengiya Sûrî de û bi hewandina endam û serkêşine Da’işê naskirî – êrişî mala hemwelatiyekî bajêr ji “Malbata Pêşmerg” kiriye, sixêf û gef jê re dane, û ferman daye wan ku agirê Newrozê vemrînin, yê ku malbatê li ser bana mala xwe vêxistibû, bê mûsîk û stiran weke rêzdarî ji qurbaniyên erdhejê re, di heman dema ku bajar hîn birînên xwe dikewîne û tîne hev û bi ser qurbaniyên xwe de digrî.

Êrişkeran bi gefan tenê nekirin, rabûn endamên malbatê bi xwînek sar qurşîn kirin, û di encamê de sisê di cî de şehîd bûn û yê çarê jî li sibeha îro di “Nexweşxana Leşkerí de li Efrînê”, û ew jî ev in:

Nezmî Mihemed Osman /53/sal – Siba îro, Fereh El’dîn Mihemed Osman /45/sal û kurê wî Mihemed Fereh El’dîn Mihemed /19/sal, Mihemed Mihemed Osman /38/sal” ên bira.

Herweha di encama wê dijberîkirinê de du kes (Mihemed Mihemed/kurê Pakrewan Nezmî, Fîras Ebdo Xelîl – xwediyê pêdepêwîstên taybet) birîndar bûn.

Bê berçavgirtina cih û navlêkirinan, dê bimîne ku çand û mejiyê ku komkujiya/tewana Cindirêsê ya bi robet, heman mejiyê ku tewana Qamişlo li Newroza 2008an. Z pêkaniye (ya ku di wê de jî sisê şehîd bibûn), û li piş herdiwan jî heman nijadperestiya kirêt e.

Em wek Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê di heman dema ku em vê tewana hovane û bi robet di dermafê merivin sivîl û bêsûcane de şermezar û ne’ilet dikin, ji ber ku sûcê wan tenê ew Kurd in û xwestine agirê Newrozê dadin, em Dewleta dagîrker – Turkiyê di ber serbedayetiya ku ji pênc salan vê hêrêm tê de dijî û bi hezaran tewanên ku nandozên wê (yên sûrî û li dijî Kurdan tijikirî) pêkanîne berpirsiyarê sereke dibînin. Herweha em bang li rêxistinên navdewletî yên têkildar dikin, ku zextê li Turkiyê bikin, da ku artêşa xwe vegerîne sînorên navdewletî, dagîrkerî were bidawîkirin, çareseriyek siyasî ji doseya Sûriyê re were dîtin û dawîneyek ji zehmekêşiyên milyûnan xelk re were danîn.

 Rûreşî û şermezarî ji kujerên tewankar re.

Hermayîn ji pakrewanên Cindirêsê re, tenduristî ji birîndaran re û hedarî/sebir ji meriv û xisimên wan re.

Desteya Serkirdayetî

ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

21 Avdarê 2023. Z

—————-

Daxuyanî-21-3-2023-PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button