Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Partiya “Yekîtî” ya Kurd sersaxiya xwediyên qurbaniyên xişimûbêtara erdhejînê dike, û bang li deste û dezgehên navdewletî dike, ku alîkariyê pêşkêşî herêmên kavilbûyî bikin.

Bangewazî

Wergerandin ji zimanê erebî

Li katên pêşîn ji siba îro 6.2.2023an. Z erdhejîneke mezin li Bakur Rojavayê Sûriyê û Başûrê Turkiyê rûda, şop û encamdanên wê gihîştin piraniya dewletên hevcîwar û xişmûbêtareke birûbet li şûna xwe hîşt. Û Serjimarên destpêkîn didin nîşandan ku bêtirî du hezar qurbanî – hejmar jî her dere zêde dibe- û bêtirî wan bi pircaran jî birîndar, taxine niştecîbûnê yen roxandî li bêtirî bajarekî û bi dehezaran jî yên mişexbûyî hene.

Duwazdeh sal ji roxandin û tarûmarkirin û êş û zehmetkêşiyên rojane yên ku gelê me yê Sûrî -bi hemî pêkhateyên xwe yên netewî- têde dijî, bes dikir ku rê û şivîlekên geşepêdan û xizmetguzarî û fîxanê têde nemînin, ji bo xişimûbêtara erdhejê jî di van şert û mercan de were, bi ser serma Zivistanê û heyamên bahozane û mercên dagîrkeriyê de, da ku zehmetkêşiyên xelkê me li herêmên kavilbûyî -di nav de Efrîn û navçên wê û bi taybet jî Navça Cindirêsê- û yên hevcîwar vêre, her biçin zêde bibin.

Di heman dema ku em sersaxiya xelk û merivên qurbaniyan dikin, û em tenduristiyeke lezgîn ji birîndaran re dixwazin, em bang li hemî komît û deste û dezgehên navdewletî dikin, da ku destêwerdaneke lezgîn bikin, ji bo li herêmên kavilbûyî yê mayî biparêzin û ziyanê ko bikin, alîkariyê pêşkêşî pêketiyan bikin, berdêlan bidin ziyandîtiyan, û cihine lêhatî ji yên ku malên wan ziyan dîtine re peyda bikin.

Herweha jî di mercên weha de -weke şiyarî ji awerteyeke din re- em ji gelê xwe hêvî û daxwaz dikin, ku bi zagonên aştiyaneya giştî pêgir bin.

– Dilovanî ji pakrewanan re.

– Tenduristiyeke lezgîn ji birîndaran re.

Komîta Rêzanî ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Qamişlo 6.2.2023. Z

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button