Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Şandeke Partiya (Yekîtî) hevdîtina şandekarê Emerîkî “Girêncir” kir

Yek-Dem.net

15 Rêbendan 2023 an

Li 15 Rêbendana 2023an. Z û li ser vexwendinekê ji şandekarê bilind ê Hikometa Emrîkî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê berêz “Nîkolas Girêncir”, şandeke Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê bi serokatiya sekretêrê wê “Miheyedîn Şêx Alî” hevdîtin bi wî û şanda vêre kir, û di hevdîtinê de rewşa Sûriyê ya kambax û girîngiya dîtina çareseriyeke siyasî ji  kirîza wê re û li gor biryara Encûmena Ewleya Navdewletî /2254/ hate gengeşekirin, û herweha jî rewşa Bakur Rojhilatê Sûriyê û rola “Hêzên Sûriya Demokratîk” û “Rêvebiriya Xweser” di parastina aramiya xelkê û şerê Rêxistina “Da’işê” û kokirina wê, û erk  û stubariya rûnîkirina li ser tewan û binpêkirinên ku li dijî sivîlên Kurd û yên  bilî wan ji nişteciyên resen li herêmên Serê Kaniyê, Efrîn û yên bilî wan ji herêmên Sûriyê yên ku Turkiyê dagîr dike de, û weha jî girîngiya zimanê guftûgoyê di gengeşe û çareserkirina hemî doz û kirîzan de.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button