Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Di Gulistana Weşanên Kurdî li Sûriyê de… Kovara PIRS û Rojnameya NEWROZ

Newafê Bişar*

Roja Înê 11.11.2022 Z, Bi serperiştiya Desteya Çandê li Herêma Cizîrê, Heştemîn Mihrecana Çand û Hunerê li Hola “Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê” dest pê kir. Li Roja Şemiyê 19.11.2022, di simînerekê de ku birek rewşenbîr û hezkirên zimanê Kurdî beşdar bûn, min ev gotara li jêr xwend:

Gelek xwendevanên zimanê Kudî û şopîner dizanin ku Kovara PIRS û Rojnameya NEWROZ, du weşanên bi zimanê Kurdî xwedî nav û dîrok in, eve nêzîkî 30 salî ye ku li Sûriyê ew çap û belav dibin, li kêleka xuşkên xwe yên dîtir, li ser şopa Hawar û Ronahî yê, şopa parastin û pêşvebirina ziman û çanda Kurdî ew birêve diçin.

Bi kurtî be jî, di vê kute-gotarê de, dixwazim li ser kurtejiyan û dîroka wan herdu weşanan hin agahiyan binivîsim û hin belgeyan jî pê re belav bikim.

Kovara PIRS:

Li gora belgeyeke fermî, roja 27ê Êlûna sala 1992-an, li bajarê Qamişlo, nûnerên 3 kovarên Kurdî (Gelawêj, Stêr û Rê) civînek lidar xistin ku ez yek ji beşdarên wê bûm, û biryar bi rawestandina hersê Kovaran, û li şûna wan, kovareke Kurdî demsalî, serbixwe û bi navê PIRS standin. Hejmara wê ya pêşîn li Newroza sala1993-an hatiye çapkirin û belavkirin.

Beşdarên civîna damezrandina PIRSê yên ku belge imze kirine ev kes bûn, weku di belgeyê de hatiye:

  1. Berzo (Berzo Mehmûd)
  2. Tengezar (Tengezarê Marînî)
  3. Royar (Merwan Osman)
  4. Dara (Newafê Bişar)
  5. Goran (Ebdussemed Mûsa)
  6. Şehîn (Dr. Azad Elî)

Ji sala 1993-an ta sala 2016-an, 54 hejmar ji kovara PIRSê çap û belav bûne, û ta dawiya temenê xwe, gorbihuşt Rezoyê Osê, berpirsê Desteya wê maye. Di van salên dirêj de, gelek nivîskarên hêja ji Cizîrê, Efrîn û Kobaniyê di Desteya wê de bûne endam, û ji bo pêşxistina wê, ji dil û can, bi dilsozî xebateke bêwestan kirine ku keda wan nayê jibîrkirin!

Navên rewşenbîrên di Desteya Kovarê de kar kirine ku têne bîra min, ev in. Bi hêvî me ku min kesek jibîr nekiribe:

Rezoyê Osê, Berzoyê Mehmûd, Dr. Ebdulmecîd Şêxo, Heyder Umer, Dilawerê Zengî, Newafê Bişar, Tengzarê Marînî, Dr. Rozad Elî, Merwan Osman, Mrewan Berekat, Dr. Kamîran Bêkes, Ebdusemed Dawûd (Bavê Evesta), Kemal Ebdalo, Mihemed Qere Hesen, Mihemed Emîn Umer û Nûşîn Bêcirmanî.

Desteya Kovarê bi rastî serbixwe û xwedî biryar bû. Rast e ku Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd piştgiriya wê dikir, ew çap û belav dikir, lê tu destêwerdan di karûbarên desteya wê de nedikir.

Weke bûyereke balkêş tê bîra min, rojekê berpirsekî Partiyê bi Desteya PIRSê re civînek lidar xist û wiha got:

“Gelî biran, wekî hûn dizanin em tevlî Hevbendiya Demokrat a Kurd li Sûriyê bûne, Partiyên Hevbendiyê Kovarên xwe yên bi zimanê Kurdî rawestandine û li şûna wan Kovareke nû bi navê BIHAR weşandine. Ji me jî weke rêxistin hatiye xwestin ku em PIRSê rawestînin û du endaman ji we tevlî Desteya BIHARê bikin!”.

Wê demê, bersiva Desteya PIRSê bi yek dengî ev bû:

“Li ser qapê kovara me hatiye nivîsandin ku ew kovareke serbixwe ye, navê tu partiyan li ser nehatiye tomarkirin. Hûn mafdar in û dikarin piştevaniya xwe jê re bikşînin û nema wê çap û belav bikin, lê weke Deste, em li ser vê xwestekê erê nakin”.

PIRS li biryara xwe bû xwedî, Partiyê û Hevbendiyê jî rêz li biryara wê girtin û wê weşana xwe berdewam kir.

Hêjayî gotinê ye ku ji sala 1993-an ta sala 2016-an, 54 hejmar ji Kovara PIRSê çap û belav bûne, endamên desteya wê bi hev re, li bajarê Heleb, Efrîn û Cizîrê bûne mêvan û ji bo derxistina wê civîn lidar xistine.

Lê, mixabin, ji ber sedemên şerê ku eve derdora 12 salan e li welatê me berdewam e, ji sala 2016-an ve, Kovar rawestiya ye, tu hejmar jê belav nebûne, lê di heman demê de tu biryara fermî ji bal Desteya wê ve bi rawestandinê jî tune ye.

Di vî warî de, ez hêviya vejîna Kovarê dikim, da ku careke din ew li ser lingan raweste, li xwendevanên xwe vegere, zanîn, wêje, helbest, çîrok û pexşanê ji hezkirên ziman û wêjeya Kurdî re belav û pêşkêş bike, rewşa civakî, rewşenbîrî û jiyana gelê me berçav bike, û ji bo zimanê Kurdî, xebata xwe ya pîroz berdewam bike.

Herweha, pêwiste ku di rojeke mîna îro de em jibîr nakin ku, rêz û silavên germ ji hemû nivîskarên wê re, ji Endamên Desteya wê re ku pir cefa kişandine pêşkêş bikin, ji miriyan re dilovanî, û ji saxan re jî temenekî dirêj bixwazin!

Rojnameya NEWROZ

Li destpêka sala 1995- an, girûpek ji dilhezên zimanê Kurdî ( Dr. Mihemed Ebdo Elî, Osman Mihemed, Mustefa Tatoz, Edîb Ibrahîm û Qaziqlî Mihemed “Bavê Leheng”) – piştî bidawîkirina korsa rêzimên a bi serpereştiya Dr. Ebdild Mecîd Şêxo, û bi şêwir û mişêwir bi wî re, tekez kirin, ku gerek xebata bo zimanê Kurdî raneweste, karek were kirin, da ku, xebat û gotinên pêşewên Kurdan, ên mîna mîrê helbesta Kurdî” Ehmedê Xanî”, mîrê alfebe û rêzimanê kurdî “Celadet Bedir-Xan”, û zimanzan û siyasetmedarê Kurd “Dr. Nûredîn Zaza “;  Osman Sebrî  û yên weke wan li erdê nemîne. Li dawiyê, ew bi hev re gihîştin rayekê, ku pêdivî bi weşaneke kurdî heye.

Hevdîtina yekê ji bo derxistina belavokeke Kurdî, li destpêka Buhara wê salê, li ser bêdera “Gundê Tilifê”- Efrîn, bi pakrewan “Kemal Henan” re hate kirin. Piştî wê hevdîtinê, li ser derxistina weşaneke Kurdî di bin navê partiyê de û li ser asta parêzgeha Helebê erê bû.

Di Nîsana sala 1995-an de, yekemîn hejmara NEWROZ weke weşaneke xwecihî ji weşanên Partiya Yekîtî li Helebê û Herêma Çiyayê Kurmênc hatiye belavkirin. Wêneyên herdu nivîskarên zimanê Kurdî Apo Osman Sebrî û Dr. Nûredîn Zaza her hejmar weke sembol, rûpela pêşîn a NEWROZê xemilandine. Herweha, digel herdu wêneyan jî, pirsa Ehmedê Xanî ya li ser hezkirina zimanê Kurdî, ya dibêje: “Ma mirov zaroyê xwe yê nexweş bi zaroyê cîran yê xweş diguhêre?” li ser rûpela pêşîn a rojnameyê her hejmar cih girtiye.

Piştî hejmara 10-an, NEWROZ ketiye qonaxeke nû, û ji hejmara 11-an, Avdara sala 1998-an ve, ew bûye rojnameyeke navendî ya Partiyê, û li seranserî deverên Kurdî li welêt belav bûye. Ta niha, 154 hejmar jê derçûne, û hejmara 155-an nêzîk dikeve destên xwendevanên wê.

Hêjayî gotinê ye ku di van 27 salên borî de, 4 endamên Desteya NEWROZê koça dawî kirine, ew jî ev in:

Pakrewan Kemal Henan, Edîb Ibrahîm, Mustefa Ellaş û Mihemed Zekî (Diljar Seyda). Bila Xwedê wan bibexşêne û cihê wan bihuşt be.

Di vê simînerê de, ji Kovara PIRSê min gotarek bi navê DIRAV û sergotara hejmara NEWROZ ya bi navnîşana “Çima Rojnameya NEWROZ” ji beşdaran re xwend. Û min gotara xwe bi van çend gotina bidawî aniye:

Li dawiya vê gotarê, ne ji deriyê belavkirina Şîretan, lê tenê dixwazim weke kes nerîna xwe derbarê erkên rewşenbîr, bîrewer û nivîskarên Kurd bînim zimên û bibêjim:

Bila navnîşan û naveroka xebat û berhemên me, belavkirina çand û gotara rêzgirtina nerînên hev be, avakirina bawerî û hezkirinê di civakê de be. Di çarçewa yekîtiyê de, bila, û pir pêwist e ku nerînên me ne yeksa bin, çimku cudahiya nerîn û baweriyan, mak û jêdera pêşveçûnê ye, zengînkirin û pêşvebirina jiyana ramyarî ye.

Herweha, wê baş be em jibîr nekin ku di siha çi saloxanên mezin û bilindkirina wêneyên sembolên Kurdan de, belavkirina gotara kîn, zikreşî û dubendîtiyê di nav Kurdan de, avê berdide coka aşê neyarên gelê me û dilê wan ê reşî kîndar, hênik dike.

Hemû bi hev re em dest bidin hev û li ser bingeha belavkirina çanda nûjen a aştî, azadî û wekheviyê em kar û xebatê bikin.

* Rojnama Newroz – hejmar /155/ – 12 Rêbendan 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button