Bila ew roj ne ji rojan ba, gava me pişta xwe da kişwer û warê bav û kalan. Ew roja dijwar û pir zehmet û bi’êş, roja wendabûn, û hesret û kederê, roja ku xelkê me yê Efrînê, di bin metirsiya balefir û topan de, bi dilên melûl û şikestî dest ji malmewdanan berda bûn û surgun bûbûn, mîna pezekî bê şivan bi çol û baniyan ketibûn, û di riya “Çiyayê Ehlam – Lêlûn” a tekane re girangiran, gavek li pêş û dudu li paş, kabşikestî û piştxûz berve qedereke nediyar ve dimeşîn, bê ku zanibin bi kû ve derin, lê dilên wan li şûn wan diman û ji buhişta rengîn nedibûn.
Ew roja ku tê de zarok digiriyan, nalenala pîr û kalan bû, riya “Ehlam” bûbû riya windabûn û mirinê, em bûbûn mîna kesên ku dilên wan bi tîrên êgir hatibin sotin û bûbin xwelî, eynî ku roja qiyameta me bû!
Lê tiştê herî seyr û ecêb! Pîştî ewqas xişim û bêtarên ku bi ser serê me de hatine, dagîrkirina welatê me, hemî binpêkirin û tewanên têvel ên ku di dermafê xelkê me -yên li hundir mane- û xwezayê de têne kirin, metirsiya li ser hebûna me Kurdan, û bisedhezaran penaber û koçberên me yên di bin çadiran de, hîn hin xêrxwaz û berketî hene dibêjin: De ka em pir xwe bi bûyerê ji xwe re nekin qisewet û bar, û jiyaneke nû li gor demê ji xwe re bihûnin?!
Ma gelo rast mirovê welathez û gelhez kane tiştê bûye û dibe ji bîr bike? Emê çawa welat, ax, hebûn, rûmet, zaroktî, ciwanî, dost, hogir, cîran, mala bavê xwe, malbat, gorên meriv û xizman û merqedên pakrewanên ku ji bona ax û hebûna me canê xwe kirine qurban jibîr bikin? Na û sed carî na, tu carî em kişwera zeytûnan jibîr nakin, hêvî û viyana vegerê dê tim li cî be, û tim û tim û bi her awayî emê hewildana rizgarkirinê bikin, da ku rojek bê û em vegerin Efrîna xwe – Buhişta cîhanê – û axa wê ya pîroz hembêz bikin û ramûsin, û lêborîna destjêberdanê jê bixwazin!
* Rojnama Newroz – hejmar /155/ – 12 Rêbendan 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.