Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Careke din Li Parîsê, Êrîşeke xwîndar!

Rojnama Newroz*

 

 Berî nîvroya roja Înê 23.12.2022Z, Navenda Komeleya Ehmed Kaya li Parîsê, rastî êrîşeke xwîndar hat. Ji nişka ve, mirovekî Frensî yê 69 salî, digel çekên xwe derbasî navenda Komeleyê dibe, bi hovîtî, kesên têde gulebaran dike. Di encamê de, 3 kesan (Hunermend Mîr Perwer, Emîne Kara û Ebdullah Kizil) jiyana xwe ji dest dane û 3 kesên din jî birîndar bûne.

Serokomarê Fransa Makron, Şalyarê karûbarên derve yê Emerîka Pilinkîn, Şêwirmendê Almanya Olaf Şolts û gelek berpirsên Fransa û dewletên cîhanê,    ev kiryara hovane  dijî mirovên sivîl şermezar kirine.

Hêjayî goinê ye ku eve ne cara pîşî ye li Parîsê Kurd tûşî êrîşên terorist dibin, lêbelê berî 9 salan, 09.12.2013-an jî, li ser destê MÎT-a Turkiyê, 3 jinên Kurd ên çalak hatine terorkirin, ew jî ev bûn: (Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemiz, bê ku kujer radestî dadgehê bibin û sezayê xwe bibînin!

Piştî vê tewana hovane, bi dehan kes ji revenda Kurd li Parîsê xwepêşandan lidar xistin û ji ber coşa wan ya germ, di navbera wan û polîsan de pevçûn derkete holê.

Şalyarê Dadmendiyê yê Fransayê tekez kir ku bi dehan kes ji revenda Turk tevlî xwepêşanderan bûne, şikandin û şewata trumpêlan bi destê wan hatiye kirin.

Ji bo di mij û dûmana qelebalix û tundiyê de mafê pakrewanan winda nebe, rê li ber xêrnexwazan bête girtin, bila her dem xwepêşandanên Kurdan aştiyane û li gora zagonên wan dewletan bin.

Giring e dewleta Fransa bi zelalî encamên vê kuştarê ji raya giştî re ragihîne.

Cihê pakrewanan bihuşt be, cansaxî ji birîndaran re û rûreşî ji şoven û teroristan re be!

* Rojnama Newroz – hejmar /155/ – 12 Rêbendan 2023 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button