Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (228): Gundê “Hecqasma”, kuştina parêzerekî di hepseke Istîxbaratên Turkiyê de, girtinine bêsûcane, qutkirina darên zeytûnê, vêrgiyên “Ebû Emşe” yên nû

Piştî rojekê ji girtina zorane û veşartî di hepseke Istîxbaratên Turkiyê de li Efrînê û bi sedemeke siyasî, parêzerekî Kurd li nîvê şevê jiyana xwe ji dest dide, li roja din termê wî radestî xwediyan dibe, û li ser govdeyê wî şopên îşkencekirinê aşkere têne diyarkirin; Lê destikên Destlatên dagîrkeriyê bi çixîzeke pênûsê tewanê vedişêrin (dibêjin sedema mirinê kirîzeke dilî ye), wekî ku vêgunehber di seyraneke geştiyarane û ûtêleke pêncstêrkî de bû, û bê ku eniya yekî ji şêx û meşayixên “Şoreşê”, Yekîtiya Islamî ya Sûrî – Istanbûl û Kiwalisyûna Sûrî – Ixwanî û yên din xuh bide.

Ev jî binpêkirin ú tewanin têvel in:

= G. “Hecqasma”:

Bi Navça Mabeta ve girêdayî ye, /16/KM ji navenda wê dûr e, ji dora /70/ malî pêkhatî ye, dora /350/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, dema dijberiya bi ser herêmê de tev penaber bûn, jê dora /15 malbat = 40 nişte/ vegerîn, yên din zorane hatin koçberkirin, û dora /5 malbat = 30 nişte/ ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.

Di dema şer de carekê gund hate bombebarankirin, û di encamê de Mala “Umer Hesen Ebû Fexrî” -ya ku berê avahiya dibistanê bû- bi piçekî hate roxandin.

“Roxandineke piçekî ji Mala “Umer Hesen Ebû Fexrî” re – G.”Hecqasma”.”

Milîseyên ” Lîwa’i Mihemed El’fateh” -yên ku Mala “Mecîd Ehmed Mecîd” ji xwe re kiriye biryargeheke leşkerî- gund desteser dikin, lê belê Milîseyên “Lîwa’i Semerqend” jî Mala “Fayêq Hisên Ezîz” li çateriya gund kiriye biryargeheke leşkerî; Û piştî ketina gund, milîseyan xwarinvexwarin, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê û hin tiştên din ji malan dizîn, û herweha jî tevahiya kelûpelên hundir /6/ malan, giropa zayenda elektirîkê ya gund, pîkabeke Datson e “Heyder Heydo” û guheztok û keblên toreya elektirîkê ya giştî.

Û “El’semerqend” dest daniye ser (/400/darî zeytûnê yên malbata”Oso”, /200/darî zeytûnê+/40/ darî gûzê yên “Elî Bekir”, /150/ darî zeytûnê yên “Umer Bekir”, /400/ darî zeytûnê yên “Hemê Elûş”), û ew û “El’fatêh” -her yek di çarçewa xwe de- 50% vêrgî li ser werzên hemwelatiyên ku ne li gund û 10% jî li ser berhema werzên ên li gund ferz dikin, bi ser de jî vêrgiyên têvel û neçarkirina hemwelatiyan ku werza zeytûnên xwe li guvêşgeha Gundê “Rûta” yê hevcîwar -ya ku “El’semerqend” dest daniye ser- biguvêşin, û di vî warî de dema ku “Luqman Hesen” berhema xwe ya zeytûna sala borî li derveyî gund guvaştiye, “El’semerqend” /50/ teneke zêt (her yek/16/KG sade) bi zorê jê stand; Ji bilî wêjî dizînên ku dighêjin werzan(mûsiman), û çêrandina bêwijdan ji keriyên pêz re di nav zeviyên zeytûna û erdên çandiniyê de, bê ku yek ji xwediyan wêribe li hemberê bisekine yan jî gilî bike.

Û xelkê ku li gund mane jî rastî pinpêkirinên têvel tên, mîna girtin, îşkencekirin, rûmetdaxistin, persitandin û koçberkirina zorane û hinên din, û herweha jî bikaranîna çar tirektorên çandiniyê û xwediyên wan bi zorê û bê pere di xizmet milîseyan de.

Û milîseyan ji bo êzingkirin û bazirganiyê piraniya daristanên sinoberê yên xwezayî li dor gund – cîgehên (Çiyayê Te’itika – Rojavayê gund, Çiyayê Ke’inîka – Başûrê gund, Geliyê Kaniyê – Başûr Rojhilatê gund) qut kirin, û weha jî çar darên zeytûnê yên /50/ salî yên “Elî Bekir” ji kokê ve.

Û di çarçewa tevgereke olî ye tundrew û çalak de li herêmê, Mala “Elî Bekir” bû mizgeft.

Û di encama fişaran de, Hemwelatî “Mistefa Menan Yûsêf” neçar bû ku tevî malbata xwe penaberî Gundê “Hisê/Mîrka” yê hevcîwar bibe, ewê ku li 1.7.2020an. Z kurê wî “Mihemed/18/sal“, li nêzîk mala wî, bi dara gûzê ve darvekirî û daliqandî hatiye dîtin.

“Ciwanê mirî “Mihemed Mistefa Yûsêf”.”

= Kuştina di bin îşkencekirinê de:

Li siba Pêncşemê 22.12.2022an. Z, Destlatên Dagîrkeriyê merivên Parêzer “Luqman Henan kurê Hemîd” – zayîna G. “Hecqasma” – N.Mabeta 1977an. Z û bavê sê zaroyan agahdar kirin, ku termê wî ji Nexweşxana “Efrînê ya Leşkerî – ya berê Şehîd Ferzende” dihate nasîn radest bibin, û di heman rojê de piştî nîvro, di Goristana “El’zêdiyê”  de – Taxa Mehmûdiyê Bajarê Efrînê, li kêlek gora diya xwe hate veşartin.

“Pakrewanê Parêzer “Luqman Henan kurê Hemîd”.”

Vêguneh “Henan” li malê li Taxa Mehmûdiyê, li êvara Sêşemê 20.12.2022an. Z, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milïseyên “Asayêşa Rêzanî” -ya ku avahiya “Siyasiyê” ya berê li orta Efrînê ji xwe re kiriye biryargeh û ewa ku bi behaneya lêkolînkirinê, bi bendkirinên dirêj û işkencekirinên tund ên pireng ji girtiyan re tê naskirin- hate girtin, xilyewî û laptopa wî jî jê hate birin, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re û piştgiriya wê, piştî fisûkiya çekdarin Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” li dijiyê, ji ber ku wî -li gor kanînê-alîkariya xelkê dikir da ku daxwaza mafên xwe bikin, û li dijî binpêkirinan disekinî, û ji bîr nebe ku nexwaşiyên mofirk û hestiyan jî vê re hebûn.

“Şopên îşkenecekirinê li ser givdê vêgunehber “Luqman Henan”.”

Li gor wêneyên ku derketine, bi zelalî diyar dibe ku dilovanber rastî îşkencekirinê hatiye, bi taybetî şikestina tiliyên pêyên wî û pêvedana elektirîkê; Û rapora dozgerê dadmendiya Efrînê yê nobedar û bijîşkê rewayetî -yê ku şopên îşkencekirinê red dike- nîşan kir ku ew berî dîtyariyê (deh û nîv sibehê) bi deh katan miriye, yanê li nîvê şevê.

“Rapora dozgerê dadmendiya Efrînê yê nobedar û bijîşkê rewayetî.”

Bi bîr were jî ku ew berê jî carekê li 26.7.2022an. Z ji aliyê Asayêşa Sivîl ve hatibû girtin, û bêtirî carekê jî ji aliyê milîseyan ve hatibû bendkirin û pere jê hatibûn sitandin.

= Girtinine bêsûcane:

Ji dora çar heyvan ve, piştî ku Hemwelatî “Ziyad Isma’îl kurê Seydo/40/sal” ji Libnanê vegerî gundê xwe “Tirmûşa” – Navça Şiyê, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên Asayêşê ve hate girtin, û “Dadgeha Efrînê” bi du salan hepis ceza kir.

Li 27.11.2022an. Z, rêbendeke Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” li ser riya Reco – Efrîn, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, endezyar “Remzî/Remedan Hec Reşîd kurê Mihemed/42/sal” girt, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.

Li êvara 21.12.2022an. Z, Istîxbaratên Turkiyê û Milîseyên Asayêşê li Reco, bi behaneya li darxistina sersaxiyekê di Mala “Elî Ereb Hesen” de, ji bo pakrewanbûna keça wî ya şervan di nav refên hêzên Kurdî de û ya ji jina yekê (ya ku li Herêma Şehba’i dijî – Bakurê Heleb), hemwelatî “Elî Ereb Hesen /57/ sal û kurê wî yê negihayî Mistefa, Şêxmûs Hisên Dodîk /23/ sal, Umer Hemîd Xalêd /60/ sal, Fewzî Mihemed Gulo /50/ sal û jina wî Emîne û du keçên wî yên negîhayî” ji xelkê Bajaroka “Meydanekbezê” û mîvanê yê dawîn “Selah Erebo /52/ sal” ji Gundê “Kurê – Şediya” girtin, bi ser ku “Ereb” keyayê bajarokê ye jî.

Li êvara Înê 23.12.2022an. Z, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re, Milîseyên “Asayêşa Bilbilê” herdu bira “Xelîl /55/ sal û Şe’iban /40/ sal kurên Mihemed Eteş” ji xelkê Gundê “Şingêlê” û mîvanê wan “Ehmed Isma’îl Sîno/28/sal” ji xelkê Bajaroka “Meydanekbezê” girtin, û ta niha bêsûcane bendkirî ne.

= Binpêkirinine din:

Li vê dawiyê, Milîseyên “Lîwa’i El’semerqend” ên Bajaroka “Kefirsefrê” – Navça Cindirêsê desteser dikin, ji bo êzingkirin û bazirganiyê, dora (/120/ darên zeytûnê yên “Reşîd Hecî Heso”, /80/ dar ên “Ehmed Reşîd Mehmûd”, /9/ dar ên “Ebid El’henan Hec Ebdo”) bêwijdan qut kirin.

Di navboriya hefteya borî de, Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” kokên dora/200/darên zeytûnê yên Hemwelatî “Reşîd Ehmed Henan, Henan Osman Kolê” ji xelkê Gundê “Bêlê” – Navça Bilbilê hilkirin, piştî qutkirina pircar û bêwijdan di salên borî de.

Mihemed El’casêm (Ebû Emşe) serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” ên ku ji dêvla “El’cebhe El’şamiyê” Bajaroka Mabeta destser dikin, ji nû ve /250/ teneke zêt (her yek /16/KG sade) weke vêrgî li ser malabatên Kurd ferz dike.

Tewanin bê lêkolînên zelal û neyalane û bê şopandina tewankaran têne kirin; Gelek kiryarên bevajiyane ji Zagona Navdewletî ya Mirovane re têne kirin, û bi ser ku Turkiyê li gor hemî pîvanan Efrînê dagîr dike, Civaka Navdewletî jî li hember wan kiriyaran bêdeng e û Hikometa Anqerê di ber de berpirsiyar nabîne; Û Komîta Lêkolîna Navdewletî ya Serbixwe û taybet bi Sûriyê binpêkirin û tewanên ku li herêmê dibin bi têrm û têgehên nermik dinirxîne.

25.12.2022 an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Roxandineke piçekî ji Mala “Umer Hesen Ebû Fexrî” re – G.”Hecqasma”.

Ciwanê mirî “Mihemed Mistefa Yûsêf”.

Pakrewanê Parêzer “Luqman Henan kurê Hemîd”.

Şopên îşkenecekirinê li ser givdê vêgunehber “Luqman Henan”.

Rapora dozgerê dadmendiya Efrînê yê nobedar û bijîşkê rewayetî.

————————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-228-25-12-2022– PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button