Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (226): Qutkirina daristanan û darên zeytûnê, girtinine bêsûcane, revandin û kuştin û pevçûnin, vêrgiyên “Ebû Emşe” û desteserdanînên “Reslan”

Bi destpêkirina Demsala Zivistanê re, asta qutkirina giştî ji daristanan û darên ihracê û qutkirina vêguneh ji dehezaran darên zeytûnê re û hinan jî ji kokê ve, ji aliyê Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî ve” bi awakî rêbazkirî ji bo êzingkirinê û çêkirina komirê û pêbazirganîkirinê, û ji aliyê anîndeyan ve jî ji bo germkirinê, herçû zêde bû…Ta radeya hilkirina kok û tamarên darên ihracê bi alavên giran, da ku careke din şîn nebe; Ew jî di çarçewa siyaseta Destalatên Dagîrkeriya Turkiyê de (ya ji bo qirkirina  jîngeha herêmê û tunekirina sermiyanên wê yên xwezayî û lawazkirina girêdana civaka xwecihî ya Kurdî bi herêma wê ve) tê kirin.

Ev jî binpêkirin û tewanin têvel in:

= Girtinine bêsûcane:

Li 25.11.2022an. Z, Hemwelatî “Henan Xelîl Henan /38/ sal” ji xelkê Gundê “Qenterê” – Navça Mabeta, û endamê Encûmena Xwecihî, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Mabeta” ve hate girtin, bo Efrînê hate rêkirin, û ta niha bêsûcane bendkirî ye, bê ku em kanibin sedeman nas bikin.

Li 8.12 2022an. Z, Milîseyên “Asayêşê li Efrînê – Ewleya Rêzanî” Hemwelatî “Sahîm Nûrî Oso /40/ sal” ji xelkê Gundê “Çençeliya” – Navça Reco, û li Taxa Eşrefiyê – Bajarê Efrînê rûdine hate girtin, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.

= Bêserûberî û serberdayetî:

Li 26.11.2022an. Z, Endezyar “Osman Hesen Hesen /40/ sal” ji xelkê Gundê “Şingêlê” – Navça Bilbilê, ji aliyê giropeke çekdar ji milîseyan ve li B.Efrînê hate revandin, û beramberî vêrgiyeke diravî piştî çend katan hate berdan.

Li 26.11.2022an. Z û berî çend rojan ji dewata wê, Keça bi navê “Mêrem Nûrî Ibrahîm Cabo/17/sal” ji mala wê li Gundê “Qirigolê” – N. Bilbilê, ji aliyê giropeke çekdar ve hate revandin, û piştî çend katan ji aliyê asayêşê ve -ya ku serbest berdaye- di bagaca makînakê de destgirêdayî hate dîtin; Bi bîr were jî, ku bavê wê “Nûrî – /43/ sal”, ji dema ku li Avrêla 2018an. Z ji aliyê milîseyên dagîrkeriyê ve hatiyê girtin, zorane veşartî ye.

Li 3.12.2022an. Z, endamên rêbenda Gundê “Maratê” a çekdar – Efrîn û ji Milîseyên “Firqit El’hemze”, xort “Umran Xalêd El’hemdo” (ji Êla “El’mewalî” û ji anîndeyên ku li Gundê “Gazê” yê hevcîwar dane niştecîkirin) qurşîn kirin û kuştin, dema ku ew di rêbendê re derbas dibû, û piştî devavêtinekê di navêna herdu aliyan de; Ji ber wê jî endamên êlê li dijî rêbendê ketin amedebaşiyê, û merivên kuştî termê wî radest nabin ta ku tolê hilnînin.

Li 4.12.2022an. Z, li Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa, di navêna hin kesên berê endam li cem Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” û endamin ji “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” de qurşîn hatin avêtin, û sivîl hatin ceflandin, ji ber zext û fişarên ku “El’emşat” li yên ji “El’şamiya qewtandî” û li gund mane dike, û nelihevkirina li ser dizînên malmewdanên xelkê gund.

= Binpêkirinine din:

Jêdereke xwecihî tekez kir ku milîseyên herdu firqeyên “El’hemze” û “El’sultan Silêman Şah” daristana ihracê li çiyayê G. “Turindê” – Başûrê Efrînê bi rengekî fere qut dikin, û rêjeya qutkirinê gîhaye 40%.

Piştî ku rêjeya qutkirinê li daristana/Hirşê Mehmûdiyê – B. Efrînê li sala borî gihîşt 80%, îsal ê maye jî anînde û çekdar qut dikin.

Li 24.11.2022an. Z, “Mihemed Ebdo El’hecî” – serkêşê Milîseyên “Firqit El’hemze” li G. “Coqê” – Efrîn, dora /20/ton êzing ji mala Hemwelatî “Leyle Hec Mehmûd” – jinebiya Dilovanber “Mihemed Şêxo” bi zorê bir.

Li 4.12.2022an. Z, Hemwelatiyê temenmezin “Ekrem Hac Elî” ji xelkê G. “Coqê” – B.Efrînê, çû nav zeviyeke zeytûna ye xwe, dît ku /17/dar ji kokê ve û dora sedî jî bê wijdan, ji bo êzingkirin û bazirganiyê, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’hemze” ve -yên ku gund desteser dikin – hatine qutkirin, û di heman demê de hin endamên “Firqê” li wir bûn, wan gefgur dane wî û lê jî dan; Bi bîr were ku berê jî li Avdara 2020an. Z  endamên “El’hemze” bêtirî /150/ darên zeytûnê yên “Hac Elî” qut kirin, û were zanîn jî ku ew darên qutkirî darên temenmezin û berhembilind in.

piştî dawîbûna werza (mûsima) zeytûna, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” vêrgiyeke bi qasî/25/hezar Dolar Amrîkî li ser pênc guvêşgehên zeytûna li Bajaroka “Mabeta” û herdu gundên “Qenterê” û “Hisê/Mîrka” ferz kirin; Ew gundên ku wan desteser kirine, piştî qewtandina “El’cebhe El’şamiyê” jê. Û herweha jî heman milîseyan /50/ teneke zêtê zeytûna (her yek = 16 KG sade) ji Hemwelatî “Menan Isma’îl Dîko” ji xelkê Gundê “Senarê” – Navça Şiyê şelandin, bi behaneya ku lawekî wî di nav refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG)de şehîd bûye; Piştî ku wî tevaya berhema xwe guhestibû Bajarê Efrînê.

Li vê dawiyê, Milîseyên “Artêşa El’nuxbe” yên ku “Sertîp/El’emîd Mu’itez Reslan – pêşengê Feyleqa Yekê ya Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” serkêşiya wan dike, dest danîn ser dora /15/ hiktar ji erdên çandiniyê di çarçewa Benda Meydankê de, li nêzîk Gundê “Zêtûnakê” – Navça Şera, ewên ku ji kok ve yên Malbatên  “Şêx Zade” û “Sem’o Xelîl” ên ji gund in; Û berê jî dema ku ew milîs li 2018an. Z derbas gund bûne, dest danîn ser dora /35/ mal û dora /6/ hezar darên zeytûnê tevî rezên tirî yên hemwelatiyên ne li gund, jê: (du hezar darên zeytûnê, /12/ hiktar erdên çandiniyê, û maleke vêla ye ku paşê kirin biryargeheke leşkerî) yên Endezyarê biyanber “Fayêq Şêx Ehmed”, bi ser ku wî wekaleteke zagonî ji merivekî xwe re çêkiribû jî. Ji bilî wê jî vêrgiyên ku li ser werzên têvel têne ferzkirin, û bi ser de jî dizînên ku dighêjinê.

Hemî wêne, perçevîdiyo û raporên li ser qutkirina daristanan û darên biber li Efrînê ku hatine belavkirin, û giştînameyên virançî ku ji aliyê milîseyan û encûmenên xwecihî ve ji bo qedexekirina qutkirinê hatine derxistin, rê li pêş tewana qirkirina jîngeh û xwezayê li Efrînê negirtin, û ew ji dema dijberiyê ve – Rêbendana 2018an. Z hîn berdewam e.

11.12.2022 an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Daristana/ Hirşê Mehmûdiyê – B.Efrînê, berî û piştî qutkirinê.

Temenmezin “Ekrem Hac Elî” ji xelkê G. “Coqê”, kokê dara zeytûnê (ya bi rengekî hovane hatiye qutkirin) hembêz kiriye, Avdara 2020an. Z.

——————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-226-11-12-2022 – PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button