Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (223): Fetwe û peyvên hinguvîn, girtinên bêsûcane û bendkirina zorane, vêrgiyên werza zeytûna, qutkirin û hilkirina bermaya daristana Çiyayê Hawarê

Di xwepêşandaneke hin anîndeyan û komek kesên ji Ezazê hatine de, ye ku duh Roja Înê li Efrînê li dijî “Desteya Tehrîr El’şam” derketiye, “El’şêx Mehmûd Ehmed El’caber” bi dengê xwe yê qebe şorin hinguvîn firotin Xelkê Efrînê -tu kes ji wan beşdar nebibû- mîna ku ew “di tengî û ferehiyê de bira û hezkiriyên me ne” û “em tu carî rê nadin zordaran zorê li we bikin”, û divê were zanîn, ku ew nûnertiya çînateke fere ji yên bi “Rikberiyê û Şoreşê û Rewayetiyê” têne navdan dike, û rojekê ji rojan piştgiriya Efrînê li dijî zordarî, kîn û zikreşî û talankirina fere -yên ku “Artêşa Azad” pêk aniye- nekiriye û hîn jî weha ye.

“Miftiyê Ezazê “El’şêx Mehmûd Mihemed El’cabêr” dema ku gotina xwe di xwepêşandana Efrînê de pêşkêş dikir, Roja Înê 11.11.2022an. Z.”

Ev jî binpêkirin û tewanin têvel in:

= Girtinên bêsûcane:

Li 8.11.2022an. Z, Istixbaratên Turkiyê û Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Mabeta” Hemwelatî “Merwan Enwer Îbiş /50/ sal” ji xelkê Gundê “Sariya”, bi behaneya pişikdariya wî di payandina şevayî di dema Rêvebiriya Xweser a berê de girt, û li 10.11.2022an. Z jî -piştî ferzkirina baceyeke diravî li ser- berda. Û di heman demê de jî Hemwelatî “Henan Emîn /45/ sal” ji xelkê Gundê “Emara”, bi tuhmeta têkeliyê bi R.X a berê re.

Piştî ku Milîseyên “Feyleq El’şam” li Reşmeha 2022an. Z Girtî “Hesen Şukrî Seydo /36/ sal” (yê ku zorane di hepsa wan a taybet di Avahiya “Tîmargeha Mirîşkan a Dilovanber Faroq Ezet Mistefa” li Gundê “Îska ” de – Şêrewa, ji 16.11.2018an. Z ve) radestî “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” kir, û paşê jî Hepsa “Maratê” ya navendî; Li gor raporeke kîndariyê ye ji “El’feyleq” ve amedekirî, bi /5/ sal hepis hate cezakirin, û dadgehê li ser çarêka dema ceza wî jê re erê nekir, da ku li Tebaxa 2022an. Z berde; Bi taybetî jî divê bê zanîn ku hejmarek nexwaşî – jê Nexweşiya Gurçikan- vê re hene, bi taybetî jî ku ew li destpêka vê salê tiştekî mîna seknexînê vê re çêbû, û ji ber wê bo nexweşxaneyeke Efrînê hate rêkirin, û paşê jî bo Hepsa “Îska” hate vegerandin; Û ji ber qehr û xemgîniyê bavê wî yê temenmezin jî bi seknexwîna mejî ket, û kete rewşeke pir ne baş.

“”Hesen Şukrî Seydo” yê girtî.”

Herweha ji Gulana 2020an ve û ta niha “El’feyleq” Hemwelatî “Elî Xelîl Xelîl /47/ sal” ji xelkê Gundê “Celemê” – Navça Cindirêsê li ba xwe di Hepsa “Îska” de zorane digre, bê ku tuhmetên raberî wî bûne bêne naskirin an jî li ba dadgehên ku Destlatên Dagîrkeriyê li Efrînê çêkirine rûcesne were dadgehkirin, û divê bête zanîn ku ew nexweş e û pir jar bûye, û têkeliya wî bi R.X a berê re tune bû.

“Girtiyê zorane bendkirî “Elî Xelîl Xelîl”.”

Û herweha jî divê were zanîn jî, ku hin kesên li ba “El’feyleqê” di Hepsa “Îska” de bendkirî jiyana xwe ji dest dan, mîna Hemwelatî “Mihemed Hesen Misto  /50/ sal” ji xelkê Gundê “Bihiyê” – Şêrewa, li 4.6.2021an. Z, di nexweşxaneyeke Efrînê de û di encama işkencekirinê de; Bê zanîn jî, ku ew li navboriya Avrêl û Gulana sala 2021an de du caran hate revandin; Û herweha jî, Hemwelatî “Ebid El’rezaq Tirad El’ubêd – zayîn G.Me’izraf sala 1977an. Z” – Miherde (ji Gundewarê Hemê anîndekirî – Êla El’ne,îm) û yê ku li Bajaroka “Celemê” rûniştibû, li 24.2.2022an. Z di bin işkencê de jiyana xwe ji dest da, û hêjaye were zanîn ku ew bi tuhmeta têkeliyê bi R.X re – Rojhilatê Ferêt, ji aliyê “El’feyleq” ve hatibû bendkirin.

                                   

“Vêgunehê jiyan ji dest dayî “Mihemed Hesen Misto”.”   Vêgunehê jiyan ji dest dayî “Ebid El’rezaq Tirad El’ubêd”.”

“Cîgeha hepsa G. “Îska” ya taybet bi Milîseyên “Feyleq El’şam”, Gogel Êrs.”

= Werza zeytûna:

Di encama dizîna zeytûna de – dawşandinên komelane yên tewşankî û bêwijdan û bi ser de jî zirara berhemê, ziyan gelekî gihîşte darên zeytûnê, ji bilî wê jî xizmeta nizim ji milyonan daran re, yên ku ji aliyê milîseyan ve desteserkirî.

Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” yên ku “Hesen Xeyriyê” serkêşya wan dike, li Gundê “Gemrûkê” – Navça Mabeta, 7% li ser berhema zeytê zeytûna yên hemwelatiyên hene û 40% li ser malmewdanên ên li derveyî herêmê vêrgiyan ferz dikin, bi ser ve jî dizînên pir ên gihîştine werzê, bi rengekî ji salên berê fazletir.

Milîseyên “Feyleq El’mecid” li gundên (“Kêla” – N.Bilbilê, “Zerka û Çobana” – N. Reco) li ser her malbateke Kurd ji /1-3/ teneke zêtê zeytûna (her yek 16 KG sade) ferz dikin, yanê tenê li G.”Kêla” dora/150/tenekeyî “Eşref Emûdî – Ebû Zahêr – ê ji Şêrmexarê – Gundewarê Hemê” werdigre; Lê li gundên “Zerka û Çobana”, yê bi “Ebû Welîd” tê navdan bi ser vêrgiyên mûsimê de, berdewam fişarê li mêran dike, herwext wan beşdar dike,  vêrgiyan li ser wan ferz dike, û bi ser de jî ji bo êzingkirin û çêkirina komirê û bazirganiyê pê, li Geliyê “Curqa” ya hevcîwar bi G. “Zerka” re, kokên darên zeytûn û ihracê yên qutkirî bi bagrê hildike.

Bi ser desteserkirina bihezaran darên zeytûnê û ferzkirina 10% li ser berhema zeytê zeytûna û 40% jî li ser malmewdanên hemwelatiyên derveyî herêmê de, li gundên “Kerê, Eşûnê, Zivingê” – N. Bilbilê, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ve, û weha jî ferzkirina /75/ Pere Turk li ser her malbateke Kurd mehane ji bo “Ebû Nesir” – berpirsiyarê nû yê rêbenda çekdar li ser riya giştî, vêca hîn ê dawiyê tenekak zêt (16KG sade) li ser her malbateke Kurd -heftê malbat heye- ji xelkê G. “Kerê” ferz dike, û bi ser de jî şormorên kêm û gefan li wan dide.

= Binpêkirinine din:

Li ser rûbera Bakur ji “Çiyayê Hawarê” – N. Reco ji aliyê G. “Zivingê” ve, Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” dora deh konan -weke navend ji komkirina êzingan, çêkirina komirê û bazirganiyê bi wan- venane, û bermaya daristana xwezayî li wê çiyayê ku G. “Çê” -yê koçberbûyî û Artêşa Turk ji xwe re kiriye bargeheke leşkerî- xwe li hafê venayî hildikin.

Fetwên ku “Encûmena Islamî ya Sûrî – Istanbûl” û yên pêve girêdayî derxistine, û vêre jî hînkerî û şîretên Istîxbaratên Turkiyê yê ji bo “Şerê Hêzên Sûriya Demokratîk û Partiya Yekîtiya Demkrat PYD” û desteserkirina ser malmewdanên wan, bi behaneya ku ew “cihêxwaz û zaniştwerine kîndar in, hevalbendê rijîmê li dijî şoreş ne, û xwediyê çandina fîtnê di nav xelkê û ol û dunya wan de ne”… Li ser erdê deriyên fere li pêş Milîseyên ku bi “El’ceyş El’wetenî El’sûrî” têne navdan vekirin, da ku binpêkirin û tewanan bi rengekî fere li Efrînê pêk wînin; Vêca gotina heman encûmenê “em ji rêvebiriyên xwecihî yên li herêmên azadkirî daxwaz dikin ku malmewdanan li wan herêman  serjimar û bêlî bikin û bidin belgekirin, digel wê jî lêkolînkirineke lezgîn ji her binpêkirineke li ser malmewdanên nişteciyên sivîl re vekin, û vegerandina wê ji xwediyan re…Fetwa /19/ an- 15 Tebaxê 2018an. Z” hat xuyakirin ku tenê ji bo xweşikbûnê ye û avenivîsa ser kaxezê bû.

13.11.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Miftiyê Ezazê “El’şêx Mehmûd Mihemed El’cabêr” dema ku gotina xwe di xwepêşandana Efrînê de pêşkêş dikir, Roja Înê 11.11.2022an. Z.

“Hesen Şukrî Seydo” yê girtî.

Girtiyê zorane bendkirî “Elî Xelîl Xelîl”.

Vêgunehê jiyan ji dest dayî “Mihemed Hesen Misto”.

Vêgunehê jiyan ji dest dayî “Ebid El’rezaq Tirad El’ubêd”.

Cîgeha hepsa G. “Îska” ya taybet bi Milîseyên “Feyleq El’şam”, Gogel Êrs.

———————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-223-13-11-2022 – PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button