Hink kes di civaka me de hene wek mirtibên ku pêjna dawetê bikin xwe pelû ser çalakî û merasîmên bîranînan dikin, ne tenê di çalakiyên çand û hunerî de, lê di serxweşî, hawarî û dawetan de jî kesên wiha peyda dibin.
Bêyî ku di pratîkê de bi qasî serê derziyê ked û xebateke wan hebe, Kamera û mîkrefonekê li ku dibînin xwe didin ber, û ji aş û bajar daxivin!
Dixwazin nav û dengê xwe belav bikin, û dema daxivin, wekî ku ew xwediyê wê çalakiyê bin. A rast ew dixwazin navê wan li kêleka hin navên bi navûdeng derkevin pêş, û bi pêlikên wî navdarî ve hilkişin jor, û navê xwe bidin bihîstin, lê dive êdî kesên ku kedê didin û wan çalakiyan lidar dixin, rê nedin van kurtêlxur û li bîranînan li ber kamereyan.
Gelek pêkenok û çîvanok li ser kesên wiha hene wekî mînak ez behsa çend ji van çîrokan bikim carekê mirovek li dawetkê ji dil û can govendê digire û destmala xwe di serê govendê de dihejîne, dema wiha beloq û balkêş xuya dike her kes meraq dike ku zanibe ew kî ye? Aliyê zêve ji hev dipirsin wî nas nakin û dibêjin qey mervê mala bûkê ye. Aliyê bûkê jî ji hev dipirsin dibêjin qey ew mervê zêve ye.
Ez serê we nêşînim dawî, yek xwe nema digire û wiha jê dipirse: Xwedê ji te razî tu kî yî? Tu mervê zêve yî? Yan jî yê bûkê yî, dibêje ez li ser aliyê zavê têm hesabandin. Dîsa jê dipirse, ma tu çiyî zêve yî? Dibêje: Tu dibînî porê zêve çi xweş çêbûye? (Ez) kurê meta porbir Evdilselam im, berberê kû porê zêve birîye!
Wê rojê di bîranîna dostekî min de jî ez rastî çend ji wan mervan hatim, bi taybetî yek ji wan piştî ku pêşiya wî ji alî bîranîna ve hate girtin û nikaribû mirtibiya xwe li ser wê merasîmê ferz bike, pir û poşman di nîvê çalakiyê de derket derve, wek mirtibên bêpar ji dawetekê derkeve, û teyfikek tirşik jî bi destê wî nekeve! Wiha bi serê wî hat, dema hêviya xwe qut kir, toz û dûman bi pey xwe xist û ji cihê bîranînê pengizî.
Min behsa mirtiban kir çîrokeke wan û aliyê dawetê hat bîra min. Xwediyê dawetê devê xwe dide ber guhê zirnevan û jê re dibêje: Heke tu daweta me xweş bikî, taximekî min ê cilan heye min hê du caran li xwe nekiriye, ezê bidim te. Paşê jî xwediyê dawetê devê xwe dibe ber guhê daholvan û jê re dibêje: Cotek solên min ê nipînî hene, heke tu dawetê xweş bikî, ezê wan bidim te.
Piştî van sozên xwediyê dawetê, zirnevan govend xweş û geş kiribû û pê re govend digirt daholvan jî dikir ku ji kelecan û kêfan dahola xwe biçirîne. Dawet gelekî xweş derbas bû. Piştî dawet bi dawî bû, Zirnevan û daholvan berê xwe dan ba xwediyê dawetê û jê re gotin: Çawa bû? Te dît me daweta we çiqasî xweş kir, de îca ji kerema xwe ka soza xwe bîne cih.
Xwediyê dawetê got: Rast e we gelekî dawet xweş kir siheta we xweş be, lê pêşî min ji we re xweş nekiriba û soza taxim û sola nû nekiriba, we ewqasî xweş nedikir. Xwediyê dawetê wiha pê de çû û got: Ez bi serê bavê we kim ne taxim, ne jî sola nû heye, lê em wek hev bûne.
Mirtiban bi hêrs jê re gotin: Çawa em wek hev bûne? Xwediyê dawetê got: Min ji we re xweş kir, û we jî ji me re xweş kir em wek hev bûne!
* Rojnama Newroz – hejmar /154/ – 03 Mijdar 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.