Şiyar bȗ ȗ ji nijka ve li ser nivȋna xwe rȗnişt ȗ bi lez hêz xwe kir ȗ li ser pȇyȇn xwe rawestȋ. Lingȇ xwe yȇ rastȇ di şewler re derbas kir lȇ peyȋkȇ ling girit ȗ berî wȋ bavȇje ser erdȇ xwe bi kursiyȇ hilpesart ȗ li ser kursiyȇ rȗnişt ȗ lingȇ xwe serast kir, lingȇ ҫepȇ jȋ di devlingȇ şewler de ma, bi hȇrs devȋ tȗrkȋ xeberan vekir ȗ gotin wek sȇmsoran ji tȗr barȋn ȗ di pişt re kesereke kȗr kişand ȗ got:
Ax ax bila mirin heba ȗ bila kalbȗn tȗneba! Li Nazê mȇze kir, dȋt Nazê pişta xwe tȇ yal kirȋ ȗ hişk di xew de ye… Li şewlerȇ xwe nihȇrȋ ȗ got:
Tu ȗ Nazê ve wek hev namȗsiz in, Nazê berȇ ji hembȇza min dernediket, ȋro jȋ piştȇ xwe li min yal dike, berȇ ling hema bi derbekȇ re di şewler re derbas dibȗ, ȋro jȋ tev gurȋ kal bȗye ҫete ȗ mar xwe li ligȋ min dalȋne, lȇ dawȋ dawȋ tȇ ser riya rast.
Şewler, saqo ȗ şemlȇ li bejna xwe dȗz dike ȗ ji hundir mala xwe derdikeve. Li hemberȇ bavȇ Bilind li ser balkona xwe Qehwȇ vedixe ȗ dibȇje:
Sibeh bi sibeh Kalȇ Xel zȗ şiyar dibe, dar ȗ kulȋkȇn hewşa xwe av dide, di quncekê ҫepȇ de dareke zȇtȗnȇ heye, siya wȇ ji dȋroka dagȋrkeran mezintire, li aliyȇ cadȇ darȇn Lȇmȗn ȗ Portiqalan sȗre xemilandibȗn, Yesmȋn di dȋwarȋ xȇnî re bi nepirҫekan hildikişe ȗ ne bes hewş ȗ balkona min, lȇ cade jȋ tev mist bȇhn kiriye…
Mala Kalȇ Xel du ode ȗ salon in, lȇ hewşa wȋ pir mezin ȗ fereh e, ȗ mişt dar û ber e, lȇ yapicȋ ȗ osteyȇn avahiyan wisa nafikirin, pere didin ser bedewbȗnȇ ȗ pir ne girȋnge kȋ wȇ bikire, hilweşȋne ȗ ji nȗ ve ȗ bi rengekȋ din ava bike! Sirȗda wan ew e.
{pere me re dibin cihȇ fereh} ȗ eger qula wan jȋ fereh bibe ne xeme! Rojekȇ ez neҫar bȗm ȗ bi cȋranekȋ xwe re ez ҫȗm cem kalȇ Xel, cȋran di kalȇ Xel de reş ȗ hişȋn bȗ ȗ kir ȗ nekir ku kal razȋ bibe xaniyȇ xwe hilweşȋne ȗ li şȗnȇ avahiyekȇ bilind bikin ȗ ew ҫiqas pere dixwaze ne xem e ȗ kȋjan taqȋ dibe bila bibe, lȇ kal razȋ nebȗ ȗ got:
Mala xwe ya Kurmancȋ bi sed taqȋ ez nadim, la win dixwazin min bi xwaşȋ di tirbȇ kin! odȇ taqan wek tirba ne… Bavȇ Bilind berdewam dike ȗ dibȇje: Baş e ew razȋ nebȗ ma aniha bȇhna xweş wȇ ji ku ve bihata me, tiştȇ balkȇş kalȇ Xel hemȗ dar ȗ ber bi dȋnemo av didan bes dareke gulȇ li nȇzȋ sȗrȇ hebȗ wȋ ew gul bi destan av dida diҫȗ ji sarȋncȇ ȗ bi wa temenȋ av hil dikişand ȗ boş satilȇ dikir ȗ ji satilȇ şerbik mişt av dikir, ȗ bi eşiq ber ve gulȇ diҫȗ ȗ gula xwe av dida ȗ stranȇn kevin dilorandin, lȇ deng pir ne zelal bȗ, ȗ rojekȇ kalȇ Xel gotinek pir watedar kir ȗ ew gotin ta niha bi mejiyȇ min ve zemiriye bȗye benȋşt: { Ez rûyȇ mala xwe ya kurmancȋ naguhȇrim, berȇ hema hema rûyȇ her tiştekȋ «» bajȇr, deşt, ҫiya ȗ kȇlikȇn tirban «» hatine guhartin ȗ piştȋ ez mirim, ҫi dikin bila bikin va xanȋ dikin avahȋ, dikin Kazȋno, dikin Mizgefit ew azad in lȇ dem tim hana namȋne….}.
Kalȇ Xel ji hundir derket avdana dar ȗ beran hȇşt ȗ yekser Satil mişt av kir ȗ şerbe tȇda kir ȗ gula xwe av da ȗ got: Ȋro ez dereng mame, eger ji te re strana her roj bȇjim, tȇ li min biborȋnȋ ȗ dest bi strana xwe kir ȗ got:
Gulȇ gula minȇ,
nazdara dilȇ minȇ,
guharȇ Naza minȇ,
te nadim bi malȇ dinȇ
Koka dara gulȇ vedide, axȇ serbinqotȋ hev dike pelȇn zer jȇ dike li aliyekȋ kom serhev dike, weke her car bihesret li koka dara hatiye birȋn mȇze dike ȗ kesereke kȗr dikşȋne ȗ dibȇje :Te ji bȋr nakim, te nehȇşt ez bikevime, ȗ tu ji min re bȗ pişt li hember van gurȇn ku xwe di cilȇn mirovahiyȇ de veşartine… Bȋranȋn weke birȗskan di ber ҫavan re derbaz bȗn ȗ ronahȋ dane tȋka dil… Lȇ tufe tenekȋ gemarȇ kir gava dȋt Sursurek di deriyȇ cadȇ re dixwaze derbasȋ gulȋstana malȇ bibe, tavilȇ ew pelixand ȗ got: Nazê bes te bidȋta, ҫawa derbȇ mȇran nabin didu… wa sursurȇ genȋ bȋranȋnȇn kalȇ Xel bi der kirin ȗ hate bȋra wȋ ҫawa awciyan newȇrȋn bi şert ȗ mercan bi wȋ re daketina, awciyan tim derdidan…Kalȇ Xel di gelȋ ȗ newalan re mȋna hespekȋ rewan digeriya, Kew ҫiqas sivik in, lȇ qurşȋn ȗ nȋşan a wȋ ji Kewan siviktir bȗn, qurşȋn nedibȗn didu. Rojekȇ ew di ser Kewekȋ re rawestȋ ȗ got:
Ha ha la tu ҫiqas fodil ȗ şȇrȋnȋ lȇ tu bȇhişȋ, teyrȋ baz gava tȇ girtin serȋ wȋ dikin tȗrekȋ berȋ wȋ di qefesȇ kin, ҫima? Ȗştȇ xwe nekuje…Lȇ tu! Tu hȋn dike qebqeb ȗ tu bi wȇ nakȋ jî, lȇ tu hȋn hevalȇn xwe jȋ bi ber dehvan dixwȋ ȗ tu dixwazȋ wan weke xwe bikî kole… Ax kewo dijminȇ xweyo… Deriyȇ hundir nȋvkȇşȋ bȗ, li hundir nihȇrȋ, dȋt qȋtȇn Nazê ji bin mitȇlȇ bi derketine xwazȋ daqirtand ȗ got: Ȇ DUNYA, Nazê ya min ȋro qȗna xwe di min yal dike ȗ hişk xew dike… bi hȇrs kȇzike sursur e ҫekir cadȇ ȗ got: Here la teve refȋ xwe bibe, win ji gemarȇ ҫȇ bȗne, ji gemarȇ hez dikin ȗ bȇ gemar win najȋn ȗ eger min tu nekuştiba tȇ bi xwe bimriya ji ber ku win di paqijiyȇ de najȋn ȗ berȇ win li ba me tunebȗn lȇ bȗye demeke win pir bȗne, bes bi pirbȗnȇ xwe pir şa me be, hevalȇn te ȇn duling ȗ pȇxas roja wan jȋ nȇzȋk buye ȗ dawiya wan eger ne wek te be ȇ ji te pȋstir be… Berȋ Kalȇ Xel deriyȇ cadȇ bigre giropekȋ ҫekdar di wir re derbas bȗ ȗ dȋt ҫawa kalȇ Xel termȇ sursur ҫe dike cadȇ dilȇ wan ȇşiya ȗ kezeba wan şewitȋ tȇbȇ mirȋyek ji malbata wan ne, ȗ yekȋ ji wan got: Hecȋ qe ne heram e tu qet ji Xwedȇ natirsȋ ev ajilȇ bȇguneh te kuşt? ma ҫi ziyan bi te kiribȗ? em kanin anha te bavȇjin zȋndanȇ bi tewanbara tu terezuya jȋngehȇ hildiweşȋnȋ!.
* Rojnama Newroz – hejmar /154/ – 03 Mijdar 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.