Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

31 Sal ji terorkirina wî… Ebdilhemîd Zîbar zindî ye, jibîr nabe!

Rojnama Newroz*

Bi armanca birrîna dengê rastî û dilsoziyê û çavtirsandina têkoşer û xebatkarên Kurd, bi destên çepel û biryara karbidestên dewleta Sûriyê, roja Pêncşembê, 10-ê Çiriya Pêşîn-a 1991-an, li nav darên zeytûnên xwe, bi xinizî ew hate kuştin!

Ebdilhemîd Zîbar, li gundê Memila, sala 1943-yan ji dayik bûye, li zanîngeha Helebê Beşê zimanê Erebî dixwend û li gundên Babê, Ezazê, Kobanê û Kurdaxê ji sala 1973-1986-an mamostetî dikir, û ji ber kar û xebata wî, sala 1987-an, bi biryareke ewlehiya dewletê, ew ji karê mamostetiyê hatiye bidûrxistin.

Eve 31 sal di ser terorkirina heval Ebdilhemîd Zîbar re derbas dibin, û tevî rewşa Kurdan bi gelemperî û ya Çiyayê Kurmênc bi taybetî ya zor û dijwar, Ebdilhemîd zindî ye, bi me re dijî. Ew jibîr nabe!

* Rojnama Newroz – hejmar /154/ – 03 Mijdar 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button