Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Pirsa mezin ew e: Ta kȋjan astê emê kurdperwer bin?

Mihemed Dillȋ*

Roja Înê 23.09.2022-yan malbata malpera TÎRÊJ EFRÎN li bajarê Bergheim-Kölnê li Elemanya, bi boneya derxistina pêncemîn albûma xwe ya bi navê (Destana vegerê), û beşdariya pêkhateyeke çandî, zanistî û hunerî ya Kurd ahengeke hunerî lidar xist.

Xelata Mertala 2022 ya dehemîn a Malperê pêşkêşî 6 kesayetiyên ku xizmeta çanda kurdî kirine, cefa dîtine kirin û rêzname dane piran.

Di sȋwana heyameke hunerȋ, ҫandiyeke kurdȋ de, beşdaran rojek xweş û bi coş, dilşewat borandin, kesên ji dehsalan ve hevdu nedȋtibûn, hev hembêz kirin, ji hev pirsȋn ku: Ji malbatê kȋ li gund ȗ welêt maye?

Bi rastȋ dilşewetȋn, şadbȗn di dil ȗ li hevpirsȋnan de tevlȋ hev bûn, lê mera kane bêjê wekî hunermendekȋ li wir bi denkirina zarava kurmancê Efrȋnê got: (Li Ҫiyayê Kurmênc, em malek bȗn). Rast e, lê ya rasstir ew e ku malbatek kêmtirȋn zarok bȗn. Di wek vê bȗyrê de mixabin nivşê nuh pir kêm in ȗ kêm dibin!

Ev jî ustubariyek ne kêmȋ pir ustubariyan e, ku ziman, kultȗr, huner werin parastin, nifşên nuh pê fêr bibin, da ku bimȋnin kurd, bi doza welatê bav ȗ kalan ve girêdayȋ bimȋnin. Di dibistanên xwe de derfetê bistȋnin, fêrȋ zimanê xwe bi fermȋ bibin, da ku bimȋnin kurd, wenda nebin. Da ku rêzgirtina dê û bavê xwe winda nekin.

Pir giring e her kesê koҫbarȋ welêt bȗye di mal de, di dewatan de, ne tenê bi kurdȋ biaxife, guhdarȋ stranên kurdȋ bike, di mal ȗ gera xwe de, beşdarȋ pêşengehên hunerȋ bibe, ji zarokên xwe re wan huneran şirove bike, da ku ew zarok rêzdariya wan nas bikin, rêzdariya gelê xwe bigrin ku ew jȋ mȋna her mirovekȋ, her miletekȋ vê cȋhanê merov in, milet in, xudȋ maf ȗ welat in.

Pirsa mezin ew e: Ta kȋjan astê emê kurdperwer bin, da xwedȋ DESTANA VEGERȆ BIN?!

* Rojnama Newroz – hejmar /154/ – 03 Mijdar 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button