Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (222): Girtineke bêsûcane, berdewamkirina dizînan û ferzkirina vêrgiyan, qutkirina darine zeytûnê û şewtandina daristanekê, hilweşandina Zaretgeha “Şêxmûs Enzelî”, pevçûnin

Bûyêrên ku ji çend heftan ve li herêmên bi navê “Mertala Feratê” û “Şaxa Zeytûnê” çêbûne, hîştin ku hebûneke ewlehî ye “Desteya Tehrîr El’şam (HTŞ)” li Herêma Efrînê peyda bibe, û bandor û desteserkirina Milîseyên ku serkêşên wan ji Turkmana û pirtir bi ser “Hikometa Dad û Geşepêdanê – Turkiyê” ve fere bibe, mîna: Firqit El’sultan Silêman Şah – Mihemed El’casêm (Ebû Emşe), Firqit El’sultan Mûrad – Fehîm Îse, Firqit El,hemze – Sêf Ebû Bekir…, li ser hesabê tunekirina hebûna Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” û hin din li herêmê, û herweha jî Anqerê guvaşa xwe li ser hemî giropên çekadar zêde dike, da ku ji her pêngaveke pêşerojê ku bixazibe bimeşîne re amede bin; Lê, bê ku rewşên giştiyane baş bibin an asta binpêkirin û tewanên ku di dermafê Kurdan de li Efrînê têne kirin dakeve.

Ev jî binpêkirin û tewanin têvel in:

= Girtinine bêsûcane:

Li 2.11.2022an. Z, Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Mabeta” Hemwelatî “Faroq Ebdo Mihemed” ji xelkê Gundê “Emara”, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re girt, û ta niha bêsûcana bendkirî ye; Herweha hemwelatiyine Kurd en din jî hene bi heman tuhmetê daxwazkirî ne.

= Werza zeytûna:

Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed El’fateh” ên ku “Doxan Silêman” serkêşiya wan dike, 10% li ser berhema zêtê zeytûna li Gundê “Me’imila” – Navça Reco ferz dike, û weha jî 50% li ser berhema malmewdanên hemwelatiyên ne li wir, ji bilî wê jî destdanîna li ser dora/1500/darên zeytûnê yên koçberine zorane, û bi ser de jî ferzkirina berefkirinê bi riya giropine ji karkerên pêve girêdayî. Û li Gundên “Kurkê Jorin û Jêrin” ên hevcîwar, ew 50% li ser berhema malmewdanên hemwelatiyên ne li wir ferz dikin.

“”Doxan Silêman” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed El’fateh “.”

Dizîna berê /25/ darên zeytûnê yên “Hemîd Saro” ji xelkê Gundê “Kumreşê” – N.Reco, ji aliyê çekdarên Milîseyên “Firqit El’hemze” ve.

Şelandina /10/ teneke zêtê zeytûna (heryek /16/ KG zêtê sade) ji reseniya /15/ teneke zêt (tevahiya berhema hemwelatî “Emîne Bîlal Umer” ji xelkê Gundê “Qizilbaşa” – Navça Bilbilê), ji aliyê Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” ve; Divê were zanîn ku ew jinebî ye, bi tena xwe ye, û xizmet dê û bavê xwe yên temenmezin dike; Û wan milîseyan gef jî danê ku ewê dest dînin ser piraniya malmewdanên wê (1500 darên zeytûnê – îsal negirtîbûn), bi behaneya ku ew bi tena xwe ye.

Milîseyan berine zeytûna ji (/35/darên Serxwebûn Ehmed Me’imo, /9/darên Xedîce Ehmed Seydo, /35/darên Hisên Ehmed Qawoq) ji xelkê Gundê “Kêla” – N. Bilbilê dizîn.

Giropine mezin ji karkiran bi pêşengtiya çekdarine diz ji Milîseyên “Feyleq El’şam” (yên ku “Ebû El’nûr” li Gundê “Naza” – Navça Şera serkêşiya wan dike), berê zeytûna ji hezardaran -bi şev û ro- dizîn, jê (/50/dar ên “Henîf Xelîl”, /125/dar ên “Ibrahîm Xelîl”), û berê jî alavên guvêşgeha zeytûna a koçberbûyê zorane “Ehmed Osman” -piştî ketina gund li Avdara 2018an. Z dizîn, û dest danîn ser avahiya wê û kirin stewlê çêlan, û paşê ji nû ve guvêşgeh amede kirin û xelk neçar kirin ku berhemên xwe yên zeytûna têde biguvêşin.

= Qutkirina daran û şewatên daristanan:

Li vê dawiyê, Milîseyên “Siqor El’şemal” dora /400/ darên zeytûnê yên koçberê zorane “Fewzî Umer” ji xelkê Gundê “Qizilbaşa” – N.Bilbilê ji kokê ve hilkirin, û herweha jî /7/darên “Emîne Bîlal Umer”, bi ser de jî qutkirina /15/darên gûzê yên “Fewzî”.

“Berevaniya Sivîl li Efrînê” tekez kir ku tîpên wê, li 30.10.2022an. Z, şewatek li daristaneke nêzîk Gundê “Bilêlko” – N. Reco vemrand.

” Şewatek li daristaneke ihracê li nêzîk G. “Bilêlko” – N.Reco.”

= Hilweşandina zaretgeheke olî:

Zaretgeha “El’şêx Şêxmûs Enzelî” ya olî û dîrokî li Başûrê Gundê “Gewenda” – N. Reco bêtirî carekê rastî tarûmarkirin, kolan û tevdanê hat, bi ser de jî qutkirina hemî darên daristana wê ya ihracê yên temenmezin, ji aliyê Milîseyên “Feyleq El’şam”ve, û roxandina gorên hin miriyan.

” Hilweşandina avahiya Zaretgeha “Şêxmûs Enzelî”, li nêzîk G. “Gewenda” – N.Reco.”

Û li Roja Înê 28.10.2022an. Z, giropeke çekdar ji nû ve teqînerek di hundir avahiya zaretgehê de teqand, di encamê de dîwarên wê şi’etîn û hilweşîn, û gorgeha wê jî tarûmar bû, piştî ku berê carekê hatibû çaksazkirin.

= Bêserûberî û serberdayetî:

Li şeva Duşemê 31.10.2022an. Z, piştî ku hêzeke “HTŞ”, ji bo lêgerîna li hin çekdarên daxazkirî, Gundê “Sariya” – Navça Mabeta basmîş kir, pevçûnin di navêna wê û çekdarên Milîseyên “Firqit El’muntesêr Bîlah” de -ên ku gund desteser dikin- derketin, û di encamê de hin endamên wan û sivîlekî anîndekirî birîndar bûn, û tirs kete nav sivîlan.

Li 31.10.2022an. Z, makîna “Bîlal Ebû Welîd” – serkêşekî Milîseyên “El’feyleq El’sales(sisiyê)”- li nêzîk çateriya Gundê “Çema” – N.Şera rastî piroseyeke teqandinê hat, û di encamê de mir, û du peyên wî jî birîndar bûn.

“Teqandina makîna “Bîlal Ebû Welîd” – yek ji serkêşên Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê”.”

Tu kabik li piş “lihevkirina bi Rijîma Sûriyê re” ya Hikometa Anqerê jê re dide defê nayê avêtin û tu hêvî li piş netên girêdan, li şûna wê ji Civaka Navdewletî tê xwestin ku pêngavine bilez bavêje û zextê li ser Turkiyê bike, ji bo gerantîkirina sîstem û aştiyaneya giştî û danîna rêgirekê ji binpêkirin û tewananan re li Efrînê, li ser riya dawîkirina dagîrkeriyê û vegera herêmê bo serweriya Sûriyê û rêvebiriya xelkê wê.

06.11.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

“Doxan Silêman” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Mihemed El’fateh “.

Şewatek li daristaneke ihracê li nêzîk G. “Bilêlko” – N.Reco.

Hilweşandina avahiya Zaretgeha “Şêxmûs Enzelî”, li nêzîk G. “Gewenda” – N.Reco.

Teqandina makîna “Bîlal Ebû Welîd” – yek ji serkêşên Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê”.

——————-

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-222-06-11-2022 – PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button