Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Husên Hebeş mêvanê «NEWROZ» ê ye

Rojnama Newroz*

Helbestvanê Kurd ê navdar, Husên Hebeş, lawê bajarokê Şiyê/ Çiyayê Kurmênc/Efrîn, ji çend salan ve penaberî welatê Almanya bûye. Di cîhana helbesta navnetewî de, weke helbestvanekî Kurd, ew xwedî cihekî berz, bilind û taybet e. Di aheng, festival û civînên helbestvanên cîhanê de her dem beşdar e, helbestên wȋ bi pir zimanan tên bȋstin ȗ xwendin, û eger ne bi navê Kurdistan be, ango mîna helbestvanekî ji welatê Kurdistanê bête vexwendin, ew beşdarî wê civînê nabe!

Bi kurtî be jî, em dixwazin xwendevanên NEWROZê Husênê helbestvan nas bikin, Husên Hebeş kî ye?

  1. Pêşî, gelo bandora Kê-Ҫi li te bûye ku di navbera Husênê gencî ciwan û helbestê de evîn û hevaltî saz bibe? (Ҫi bȗn ew tuştên bi rolekȋ mezin di kesatȋ, helbestvanȋya te de pêkar kirine?)

Gotin û axaftinên xweş û delal yên gundiyên min li havînê, li kolanan û li ser bêderan, û çêrokên zivistanê yên li ber agirê soba û pixwaran, ku min bi hezkirineke pir mezin lê guhdar dikir û wan bandorên mezin li min dikirin. Sadebûna diya min û tenikbûna dilê wê yê tije hezkirin, û heybet û serbilindiya bavê min jî bandora xwe li min kir. Di heman demê de bandora kaniyê, ya ku tîbûna zevî û baxçeyan vedimirand jî hebû. Stranên cîranê min Alîyê Ekêl û her wiha vegotinên wî yên balkêş, çîrok, destan û efsaneyên ku ji me re bi coşeke mezin digotin, bala min pir dikişandin, û di pê re, di jiyana min ya nivîsandinê de roleke pir mezin lîstin. Xwezaya balkêş û xweşik ya gundê Şiyê, gundê min û zeviyên zeytûnan yên bê dawî, rez, baxçeyên hêşîn û kesk, darên hinarê, hejîrê, gûz, merx, ba, heyam û herwiha çiyayê Hesîxidir û nîşa li ser, bandorên wan jî li ser nivîsa min hebûn û hîn jî hene. Zarokatiya min, lîstikên min, xewnên min, bîr û baweriyên min, dibistana min, hevalên min… Van hemûyan bandor li xewn û sawîrên min kirin, û bûn çavkaniyên dewlemend ku ez materyalên xwe yên afirêner û nivîsê jê werbigirim. Û pê re qonaxa zanîngehê jî di dewlemendkirina serpêhatiya min ya helbestî de roleke mezin lîst…

Her weha hebûna helbestvanê gewre Hemidê Bedrexan li gundê Şiyê, gundê min roleke pir mezin li min kir û bala min bi tevahî kişand ser helbestê û hişt ku ez di riya nivîsandina wê re herim, bi rastî ew weke mamosteyê min î yekem bû, lê di vî warî de hêjayî gotinê ye ku helbesta min ne weke helbesta wî bû, û helbesta wî tu bandor li helbesta min nekir, ji destpêkê de min ji xwe re riyeke cuda û dûrî riya wî girt û tê re çûm. Helbet ev hemû bûyer di destpêkê de bûn, di destpêka nivîsandinê de bûn.

  1. Berhemên te bi Ҫi zimanȋ ne? Destpêkê, niha, di festȋvalan de…?

Zimanên min yên nivîsandinê Kurdî û Erebî ne. Zimanê danûstandina bi cîhanê re Îngilîzî ye. Zimanên xwendinê ev her çar zimanan in. Di destpêkê de min bi Erebî nivîsî û çend berhem pê derxistin. Niha ez dikarin bêjim ku tenê bi Kurdî dinivîsim û min sê berhemên helbestan pê çap kirine. Di festîvalan de zimanê min zimanê Kurdî ye, û li kêleka zimanê Kurdî, wergerandina zimanê welatê ku ez lê bim. Hinek ji berhemên min bi zimanên Îngilîzî, Spanî, Çînî û Romanî hatine wergerandin û çapkirin. Hinek ji helbestên min bi qasî 30 zimanan hatine wergerandin. Hinek ji helbestên min di bêtirî 100 antolojiyên helbestî yên navneteweyî de hatine weşandin.

  1. Helbest, ne tenê gotin, terazû û wêne ye. Husên helbestê çawa dibînî, helbest çiye?

Helbest danîna têkiliyeke kûr û hêja ye di navbera mirov û hebûna wî de ye, di nabera wî û gerdûnê de ye, di nabera wî û xwezayê de ye, û di nabera wî û derdora wî de ye, û bi vî awayî ew têgihîştin û haybûna hebûn û pirsgirêkên wê ye, ku ew bandoreke mezin li ser zanebûna mirovan dike û herdem wê zanebûnê hişyar dike û hişyar dihêle. Her wiha mirov dikare bêje ku helbest pirsan li dû pirsan dike û peyda dike, da ku trêna peyvan di rawestgeheke berdayî de raneweste û zingar jî lê negire. Helbest yekser têkiliyeke kûr bi giyanê mirov re dike û nirxê wî di ser hemû nirxan re bilind dike, loma ew weke agir, ax, ba, av û hêmanên hebûnê yên din, pêwîst e.

Helbest kaniyên jibîrkirî û girtî di zimên de der dike û peyvên zelal, sayî û nû peyda dike, û herwiha ew zimên geş, zindî dike û nahêle tucarî biweste, biqujmire û pîr bibe. Helbest ronahî û tîrêj e, ew cihên tarî di giyanê mirov de diyar dike û derdixe holê, û çînên qalind yên nenas û yên veşartî radike, bi vî awayî ew ronahiyê dide wê nenasiyê û diyar dike. Helbest azadiyeke mezin e ku asteng û sînoran nas nake û napejirîne. Helbest xewn û sawîreke mezin e ku bi baskên ronahiyê li ezmanan difire û bi sîngeke nazik li erdê dine, û tiştên matmayî û ronahiyeke bêhempa dide me.

Helbest evîneke mezin ya ziman e ku ew mirwar, zêran û kevirên giranbiha bi ser me de dibarîne! Helbest dengê wijdan e û banga rastiyê ye, ew rastiya ku carcarina binpê û winda dibe, lê helbest wê rastiyê dike roka ku tucarî ji ser serê me winda nabe û bar nake.

Helbest sîwana me ye ku her dem hewl dide ku me ji korî, tarîtî û lalbûnê biparêze û deriyên girtî li pêşiya me veke. Helbest qîrîneke stûr e li hember zordarî, êş, birîn, çavbirçîtî, xapandin, sextekarî û biçûktiyê ye, qîrîneke stûr e li hember şer, kuştin, qirkirin û wêrankirina ku li ser mirovahiyê diqewimê ye… Herwiha helbest hebûneke bêdawî ye û bi çend pênasekirinan nayê sînorkirin û bi çend gotinan nayê zeftkirin û dorpêçkirin. Ji berî çend salan min nêzîkî sed pênaseyên helbestê nivîsandin û min li dawiya dawiyê nivîsand: Dibe ku helbest ev hemû pênaseyên min nivîsandin be û dibe ne ev hemû bin jî!

  1. Gelo çima Husên helbest nivîsand, ne çîrok, roman, pexşan, Şano yan bireke din a wêjeyê?

Ji bo min nivîsandina helbestê bi hebûn û jiyanê ve girêdayî ye! Bê helbest ji bo min tu wateyên wê namînin! Helbest di giyan, xwîn, dil û hemû hebûna min de ye. Carekê min ji hevalên xwe yên helbestvan re wiha gotibû: Helbestvanino, helbestên xwe li ser milên xwe, li ser lingên xwe, li ser destên xwe, li ser piştên xwe, li ser stûyên xwe, li ser rûyên xwe, li ser çîpên xwe, li ser zikên xwe, li ser navikên xwe, li ser tiliyên xwe, li ser sîngên xwe binivîsin! Divê helbest bi goşt ve çesipî be, ji lêdana dil ve nêzîk be, parçeyek ji hilmê be, girêdayî giyan be, xwîna ku di damaran re diherike be… Ji ber vê yekê tu dibînnî, ez ewqas bi helbestê ve girêdayî me û bi coş û evîneke pir mezin wê dinivîsim, û nivîsandina wê xweştirîn tişt e li ba min. Ji ber van sedeman, min di warên din yên toreyê de yên ku te anîne ser zimên, nenivîsandiye.

Bêguman, sedemên din jî hene bi rewşê, bi dem û bîhnfirehiyê ve girêdayî ne… Ji bo nivîsandina helbestê tu pêwîstî bi rûniştina dirêj nîn e, pêwîstî bi lêkolîn, plansazkirin, vegotina dirêj û çavkaniyan nîn e, weke nivîsandina roman û şêweyên din ji wêjeyê. Tu dikarî helbestê di qehwexaneyan de, di meyxaneyan de, di trênan de, di otobusan de û heta di balafiran de jî binivîsî. Tu dikarî helbestê di dema seyranê de, di dema xebat û kar de, di dema hevdîtina bi hevalan re, di dema evîn, şahî, xemgînî, şikestin û rabûn û rûniştinê de jî binivîsî, ango li her cihî, di her dem û rewşê de tu dikarî binivîsî, tenê pêwîst e ku ew li deriyê te bixe û derbasî hundirê te bibe, û tu wê bigirî û binivîsî.

  1. Efrîna dagirkirî, wargehê jiyan û bîranînên te her dem û gav, bi te re, di aheng û civînan de beşdar e. Efrîn ji Husên Hebeş re çiye?

Efrîn ji bo min ne tenê cihê jidayikbûnê ye, ne tenê mala dê û bav û kalan e, ne tenê cihê zarokatî, ciwanî û bîranînên min e… Efrîn can û giyanê min e ku min zindî dike û zindî dihêle. Ew pişika hilma min e, dilê ku di sînga min de lêdide û hezkirinê diafirîne û çêdike ye, ew hêza min e ku milê xwe didim ser û li ser piyan dimînim, ew sedema jiyana min û rewatiya hebûna min e, ew evîn, hêvî û roniya çavên min e, lewra ew herdem bi min re ye, li her cihên ku ez lê bim ew bi min re ye. Ew di qirika min de ye û li ser zimanê min e, ew di bêhna min de ye, di gotinên min de ye, di axaftinên min yên bi helbestvanên cîhanê re ye. Ew bûka Kurdistanê ye û xatûna bajaran e… Ji ber tiştên ku ji aliyê dewleta Tirk ya dagîrker û dûvik û çeteyên wê ve hatine serê Efrîna min, ew min gelekî xemgîn dikin. Ji ber ku tiştên bi ser serê mal û milk û gelê wê yê birûmet û qedirbilind ve hatiye, ew min pir xemgîn dikin. Ji ber talankirin, kuştin, wêrankirin, guhertina demografîk û wêrankirina sîstematîk û pilankirî ku her roj bi ser serê Efrîna min de tên, min pir xemgîn dikin. Ji ber van tiştan û tiştên din ku di Efrîna min de tên qewimandin, ez pir xemgîn im. Lewre ew dimîne doza min a herî blind û mezin ku ez bi xwe re hildigirim û li her derê êş û birîna wê vedirşînim û ji cîhanê re dibêjim.

  1. Helbesta Kurdî îro di kîjan asteyê de ye, û tu çi ji helbestvanên Kurd re dibêjî?

Berevajî hinek hevalên helbestvan yên Kurd, ez dibînim ku helbesta Kurdî pir baş û xweş e û di cihekî bilind de ye. Di nav Kurdan de helbestvanên gewre hene ku bi evîneke pir mezin li ser helbestên xwe dixebitin, tîp bi tîp xwedî dikin û lê xwedî derdikevin. Pirsgirêka sereke ya helbesta Kurdî ew e ku tu sazî û dezgeh tune ne ku xwedî lê derkevin û bi rêkûpêk wê pêşkêş bikin. Weşanxaneyên rasteqîn nîn in ku wê çap bikin, reklama wê bikin û bala xwendevanan bikişînin ser. Tu rexnegir tune ne ku li ser rawestin û hêz û qelsiyên tê de ji hev cuda bikin. Rojname û kovarên taybet ji wê re tune ne…

Lê bi ser van hemû pirsgirêkan de jî pirsgirêka herî mezin ew e ku ew ji bo zimanên navneteweyî nayê wergerandin da ku cîhan nirxê wê nas bike û bi balkêşî bala xwe bide ser.

Tiştê ku ez ji helbestvanên kurd re dibêjim? bi rastî ez naxwazim tiştekî bibêjim, ji bilî ku ji wan re başî, tenduristiyek baş û berdewamiya nivîsandinê dixwezim.

  1. Husên ê Kurd, gelek xelatên bilnd wergirtine, li pir fȋstȋvalan heye. Gelo sedema geşbûn û çirisandina navê we di cîhana helbesta navnetewî de çiye?

Ez nizanim! Ji min re zehmet e ku ez bersiva vê pirsê bidim. Belkî sedem ew e ku helbesta min ji aliyê cîhanê ve tê xwendin û ecibandin û belkî jî helbestên min ji bo gelek zimanên cîhanê hatine wergerandin, û belkî jî sedemên din hebin ku haya min jê tune ye. Lê ji bo min ya herî girîng ew e ku baş, kûr û bi bilindî binivîsim û di xebata nivîsandinê de berdewam bikim.

  1. Rewşa cîhanê îro di warekî dijwar re derbas dibe, mixabin ku bi agirê şer ê ku li gelek deverên cîhanê pêketiye, mirov, zarok, jin, pîr û kal têne kuştin, xweza dişewite û jiyan asteng dibe. Gelo, hûn weke helbestvanên cîhanê vê rewşê çawa dixwînin? Gelo çima dengê nivîskar, fêlesûf û helbestvanên cîhanê dijî şer, ji bo mafên gel û mirovan û avakirina aştî û aramiyê bilind nabe?

Rewşa ku niha cîhan tê re derbas dibe pir xemgîn û têkçûyî ye. Cîhan bi tevahî dikele! Tu dikarî bêjî ku şer, gefdayîn, kuştin, wêrankirin, qirrkirin û pêxistina agiran li her derê ye! Dagirkerî, tûjî, pevçûn û qelebalixên penaberên ku ji dojehê bi hemû awayî direvin. Piraniya kesên ku niha pêşengiya cîhanê dikin, ne xwedî rûmet û moral in, berjewendiyên wan di ser her tiştî re ne, û ew cîhanê ber bi vemirandinê ve dibin, û belkî jî ber bi tunebûnê ve…! Bi tevahî rewşa cîhanê niha felaket e…!

Piraniya helbestvan, nivîskar, fîlozof û her kesê ku di cîhanê de têkiliya wî ya rasteqîn bi çandê re heye, li dijî şer, kuştin, zordarî û her tiştê ku rûmeta mirov û mirovahiyê biçûk dike, radiwestin û şermezar dikin. Bi sed hezaran helbest, nivîsar, gotar û nivîsên bi zimanên curbecur ku hene, şer û encamên ji wê peyda dibin şermezar dikin. Bi hezaran antolojî, vîdeo, çalakî, civat, proje, tevgerên helbestî yên navneteweyî, diyalog, platformên medyaya civakî hene ku şer şermezar dikin û ew li kuderê bin li kêleka bindestan in. Li cîhanê bi hezaran helbestvan û nivîskar hene ku dadikevin kolanan û beşdarî xwepêşandanên şermezarkirina şer dibin. Ez vê yekê dişopînim û baş dizanim. Ji aliyê min ve, dema ku artêşa tirk bi awayekî hovane êrîşî Efrînê kir, min bang li nivîskarên cîhanê kir ku hevgirtina xwe bi bajarê birîndar re bikin û êrîşa tirk û dûvçilkên wê şermezar bikin. Bêtirî 2000 nivîskar, helbestvan, fîlozof, şanoger, sînemager û wênekêş bangawaziya min îmze kirin û pişgiriya xwe diyar kirin. Piştî dagîrkirina Efrînê, min careke din bang li helbestvanên cîhanê kir ku li ser Efrîn û Kurdistanê binivîsin. Nêzîkî 80-ê helbestvanî bersiva banga min dan û nivîsandin. Min helbestên wan yên ku bi zimanên Îngilîzî û Spanî bûn, danhev û di antolojiyeke di bin navê «Aştî ji bo Efrînê, aştî ji bo Kurdistanê», û min ew li Berlînê weşand. Bi nihêrîneke biçûk li Înternetê, malper û medyaya civakî, hûnêdi vîwarîde bi gelek zimanêncîhanêhejmareke bêdawîji helbest ûnivîsan bibînin ku li dijîşer hatine nivîsandin. Lêdi dawiyêde ez dibêjim ûdipirsim, ma gelo gotin dêkaribe çibike li hember top ûtivingan? Ma gelo dêhelbestek li hember tank ûbalafir ûbombebaran ûrakêtan çibike…?

Herwiha, hezkerên şer dê herdem şer gur bikin û bidomînin, û emê bi her awayî wan û şerê wan şermezar bikin û li dij bin.

  1. Gotina dawî… Dixwazî ji nifşê me yê nûhatî re çi bibêjî?

Bi gelemperî ez ji şîretkirinan hez nakim, lê ez dikarim bi hezkirineke mezin û ji dil de ji nifşê me yê nû yê ku dinivisîne re bibêjim: Hevalno bi zimanê Kurdî, bi zimanê xwe yê dayikê binivîsin û wek me bi zimanên dagîrkerên welatê xwe nenivîsin, şaştiya ku me li destpêkê kiriye nekin! Pir bixwînin, bi gelek zimanan fêr bibin, berhemên xwe yên wêjeyî wergerînin zimanên cîhanê, ji ber ku bê werger tukes di cîhanê de dê we nas nake û bi nirxê nivîsandina we nizanibe.

Tucarî ji bîr nekin ku hûn ji Kurdistanê ne û ji bilî Kurdistanê tu welatekî we yê din tune ye, li herderê divê ev yeka di bala we de be, û tucarî ji bîr nekin.

  1. Weşana NEWROZ, spasiya we dike ku we ev dema xwe ji xwendevanên wê re terxandiye. Her şad û li pêş bî.

Ez jî we spas dikim û ji NEWROZÊ re herdem serkeftinê dixwezim.

Bonn 11.09.2022

—————————

Husên M. Hebeş (Hussein Habasch):

-Sala 1970 li gundê Şiyê, herêma Efrînê li rojavayî Kurdistanê ji dayik bûye.

-Ji dawiya 1996 de li Almanya dijî.

Berhemên wî yên çapkirî ev in:

1- Noqbûna di nav Gulan de/ weşanên Azmina li Urdinê û ji weşanên Alwah li Madrîdê (2002).

2- Revyayên di çemê Êvrosê re/ weşanên Sanabel li Qahîre (2004).

3- Ji dilbijînê bilindtir û ji newqa xezalê xweştir/ ji weşanên Alwah li Madrîdê (2007).

4- Windabûnên ji bo Selîm Berekat/ ji weşanên Alzaman, Şam (2009).

5- Firişteyê firyane (babetên li ser zarokên Sûrî)/ ji weşanên Moment li Londonê (2013).

6- A flying Angel (Texts about Syrian children) bi zimanê Îngilîzî/ ji weşanên Bogdanî li Albanya (2015).

7- Xewnên di Dîwêr de/ ev dîwana helbestvanê Albaî Jeton Kelmendi ye, min wergerandiye Kurdî – ji weşanên Bogdanî li Albanya yê (2015).

8- No pasarán “Derbas nabin”/ bi zimanê Spanî, pirtûk ji hêla Festîvala Helbestê ya Navnetewî li Puerto Rico hatiye weşandin (2016).

9- Dos arboles “Du dar”/ bi zimanê Spanî, pirtûk ji hêla Festîvala Helbestê ya Navnetewî li El Salvador hatiye weşandin (2017).

10- Tiempos de Guerra “Demên şer”/ bi zimanê Spanî, pirtûk ji hêla Mala helbestê û ji hêla Festîvala Helbestê ya Navnetewî li Costa Rica hatiye weşandin (2017).

11- Copaci Cu Chef “Darên sermest”/ bi zimanê Romanî, ji weşanên Ars Longa li Romanya (2017).

12- Taya Bîhokan/ ji weşanên Sersera li Berlînê (2019).

13- Berfa sor/ bi zimanê Çînî, pirtûk ji hêla Festîvala Helbestê ya Navnetewî li Taiwanê hatiye weşandin (2019).

14- Peace for Afrin, Peace for Kurdistan “Aştî ji bo Efrînê, Aştî ji bo Kurdistanê”/ ev Antolojiyeke helbestê ye, navnetewî ye, bi zimanê Îngilîzî û Spanî ye. Min û helbestvana Taiwanî Miao Yi -Tu amadekiriye, tê de nêzîkî 80 helbestvan ji cîhanê beşdarbûne û hestên xwe li ser Efrîn û Kurdistanê nivîsandine/ ji weşanên Sersera li Berlînê (2019).

15- Mirî di buhêrkan de gengeşeyê dikin/ ji weşanên Al-Darawich li Plowdiw, Bulgaria (2020).

16- Darên sermest/ ji weşanên Sersera li Berlînê (2020).

17- Kulîlka Espinillo/ bi zimanê Spanî, ev pirtûkeke hevbeş e bi helbestvana Kolombiyayî Bibiana Bernal re, ku ji hêla Weqfa Çandî ya bi navê Esteros ve li Arjantîna hatiye weşandin (2020).

18- Bêzariya Peykerekî Westiyayî/ ji weşanên Sersera li Berlînê (2021).

19- A Rose for the Heart of Life/ Helbestên bijarte bi zimanê Îngilîzî, ji weşanên Inner Child Press International li Amerîka (2021).

Hinek ji helbestên wî wergerîne zimanê Îngilîzî, Almanî, Îspanyolî, Fransî, Farisî, Ozbek, Albanî, Rûsî, Romanî, Îtalî, Sirbî, Makedonî, Bulgarî, Polonî, Slovenî, Lîtwanî, Vîetnamî, Nepalî, Hindî, Malayalam, Bengalî, Tirkî, Berberî (Amazîxî), Boşnî, Portekîzî, Hungarî, Çînî, Yewnanî, Mandarin (zimanê Taywanê) û Tzotzil (zimanê gelên Mayan yên Meksîkayê).

Helbestên wî di bêtirî 100 antolojiyên helbestî yên navneteweyî de hatine belavkirin.

Xelata Helbestvanê Kurd yê Mezin Hemid Bedirxan, ya ku ji aliyê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd ve tê dayîn, wergirtiye. Her wiha xelata “Bosnian Stećak” Navneteweyî ya Helbestê, ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Bosna û Herzegovina ve tê dayîn. Xelata bronzî ya helbestê  «Arîstoteles» ji festîvala helbestê ya navneteweyî ya Naoussa li Yewnanîstanê jî wergirtiye.

-Beşdarbûna Festîvalên helbestê:

Ew li 37 festîvalên helbestê beşdar bûye.

* Rojnama Newroz – hejmar /154/ – 03 Mijdar 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

 

 

Related Articles

Leave a Reply

Back to top button