Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Keça Kurd Jîna Emînî li Tehranê hate kuştin!

Rojnama Newroz*

Li roja 13ê meha Êlûnê, keça Kurd a bajarê Seqiz li rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî ya (22) salî, bi karekî diçe Tehranê. Li wê derê, di çarçiyê de, pêrgî komeke polîsên (qaşo) sinciyê dibe, ewên ku serûka jinan kontrol dikin! Bi behaneya ku desmala serê wê ne li gora zagonên ola Islamê ye, porê wê ne nuxumandî ye, radibin bi tundî û şêweyekî hovane li keça Kurd dixin û kûr wê birîndar dikin ta ku ew ji ser hişê xwe diçe! Wê diguhezin nexweşxaneya Kisra li Tehranê, lê mixabin, roja Înê, 19-ê Êlûnê, ew jiyana xwe ji dest dide.

Ji ber vî karê hovane, xwepêşandan li hin taxên tehranê derketin kolanan, û bi xemgîniyeke mezin, termê pakrewana Kurd a bêsûc û bêguneh li Kurdistanê hate veşartin.

Ji wê rojê ve, xwepêşandan li gelek bajarên Îranê gur bûne, hejmara kuştiyan 250 mirov derbas kiriye, gelên Îranê daxwaza mafên xwe dikin û nema îde vê sitema dewleta Îranê dipejirîne! Ji bo guhertina vê rijêmê, her diçe, mangirtin û xwepêşandanên gelên Îranê berfirehtir dibin.

Bi vê bûneyê, Partiya me, daxuyaniyek bi zimanê Erebî ji çapemeniyê re da weşandin û ev e wergera deqa wê ye:

 

DAXUYANÎ

Ji roja 19-ê vê mehê, meha Êlûnê ve, piştî rêwresma xakpaastina termê keça Kurd a ciwan, pakrewan Jîna (Mehsa) Emînî li bajarê Seqizê/Rojhilatê Kurdistanê, ew keça ku bi behaneya nedurstiya serûka wê li Tehranê, ser destê kujerên ku bi navê»Polîsên Sincê» têne binavkirin bi tundî tê aşkencekirin û tûşî azareke hovane dibe, jiyana xwe ji dest dide, û di hoyên xem û kulên giran de, xelkên bajar û bajarokê Rojhilatê Kurdistanê rabûne ser piyan û li dij vê tewana hovane ya karbidestên Îranê xwepêşandanên gelêrî birêve dibin, û kuştina keça Kurd a bêguneh şermezar dikin.

Li ser asta fermî û gelêrî, ev tewana reş, rastî protesto û şermezarkirineke berfireh hatiye, ji hêla xwe ve, Yekîtiya Netewan (UN) û hin dewletên cîhanê mîna Emerîka û Frensa jî, diltengî û şermezarkirina xwe sebaretî kuştina Jîna Emînî diyar kirine, ji bilî ku gelên Îranê bi hemû reng û netewên xwe ve piştgiriya xwe nîşan dane û derketine xwepêşandanên mezin.

Lê, kela dilê karbidestên Hikûmeta Tehranê bi kuştina keça Kurd a qurban hênik nebû, rabû bi tundûtûjî, bi zimanê guleyan, bi kuştinê têkilî bi xwepêşandanên Kurdistanê re kirin û xwîna welatiyan rijandin, hin kes şehîd û bi dehan jî birîndar ketine! Eve çar roj in ku xwepêşandan berdewam in û her diçe, xeleka wan li seranserî Îranê berfirehtir dibe, te gihaye Tehrana paytext û bêtir ji (15) bajarên din. Dengê xwepêşanderan bi van saloxanên jêr: (Mirin ji diktator re, Mirin ji Xamenî re, Mirin ji wîlayet el Feqîh re) bilind dibe!

Rijêma «Wîlayet El-feqîh» a diktatora ku ji /43/ salan ve destelatiyê li Îranê dike, siyaseteke tund, tekane û tepeserker li dij welatiyê Îranê birêve dibe. Bi behaneya ku welatiyek bi dijmin ve girêdayî ye, ew rikberên siyasî bi sêdaran ve darda dike, qeleziyê li xelkên Îranê dike û hawîr terora reş belav dike!

Ji bilî vê yekê, di wê dema ku gelên Îranê di rewşeke aborî ya zor û xirab de dijîn, hejarî û belengaziyê jiyana wan kiriye dojeh, hikûmeta Tehranê dirav û samana wan li welatine dûr xerc dike ku tu berjewendiya gel ne ji dûr, ne ji nêzîk ve têde tune ye, herweha, ew destêwerdanê li ser bingeha rêolî(mezhebî) di hundirê hin welatên herêmê de jî dike, ku bûye egera têkçûna aramî û aştiya wan welatan!

Di wê dema ku em tewana rijêma Îranê bi kuştina keça Kurd a bêguneh Jîna Emînî şermezar dikin, em piştgiriya xwe bi xwişk û birayên xwe re ku li hember siyaseta tunekirin û kuştinê serî hildane û têkoşîneke rewa dikin, nîşan didin û hevxemiya wan pareve dikin. Herweha, em bang li dewletên mezin ên cîhanê û rêxistina UN dikin ku ew bi erk û ustubarên xwe yên mirovane rabin, vê kuştina hovane ya bixwîn li ser gelê me, kesên me li Kurdistan Îranê rawestînin û kujeran radestî dadgeheke dadmend bikin, da ku bi serperiştiya rêxistinên navnetewî ew bêne darizandin û sezayê xwe bibînin!

      Rûmet û bilindî ji giyanê pakrewan Jîna Emînî û giyanên hemû pakrewanên ku li gastînên xwepêşandanan bi guleyên hêzên ewlehiya rijêmê ketine re!

      Nizmî û serşorî ji rjêma Tehranê re, ewa ku bi zimanê hesin û agir têkiliyê bi gelê xwe re dike!

21.09.2022 Z

Komîta Rêzanî ya

Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê

* Rojnama Newroz – hejmar /154/ – 03 Mijdar 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button