Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Elî Riza Erselan bi dilekî kul radihêje hestiyên kurê xwe yê kuştî !

Rojnama Newroz*

Berî 7 salan, dezgehên ewlehiya dewleta Turkiyê ciwanê nûhatî Hakan Elî Erselan/Erzrom, bi guleyan kuştin û termê wî radestî malbata wî nekirin. Li roja 29.08.2022 Z, bi şêweyekî hovane, dûr ji nirxên mirovatiyê, li dadgeha Amedê, hestiyên Hakan di sepetekê de radestî bavê wî kirin û li Erzrûmê hate veşartin.

Ev wêneya dilêş, ku bavek hestiyên kurê xwe yê kuştî li ser dest bin û diçe ku wî veşêre, bê tu gunehê wî ji bilî ku ew Kurd e hebe! Ev wêne, xemsariya civaka navnetewî û hovîtiya dewleta Turkiyê diyar û nîşan dide!

* Rojnama Newroz – hejmar /154/ – 03 Mijdar 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button