Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Ji Kobanê… Hunermenda Kurd‎ Evîn Berazî kî ye ?

Arif Hiso*

Evîn Berazî derhênereke sînemayî kurd e, bawername di derhêneriya sînemayî de ji zanîngeha Beyrûtê bi dest xistiye. Herwisa bawernameya alîkar di bazirganî û aboriyê de standiye, û di yekîtiya festîvalên navnetewî ya sînema erebî de, ew berpirsa ragehandinê ye. Evîn, çend xelatên navdewletî bi dest xistine, ji wan:

      Xelata baştirîn filmê Animation di festîvala eskinavî (Eskendînavî) ya navdewletî de li Finlandayê.

      Xelata Komîteya Navbênkariya di festîvala Hamburgê ya filmê kurdî di xula nehemîn de.

      Bawernameya rêzgirtinê ji festîvala sînema ya Silîmaniyê li Herêma kurdistanê wergirtiye.

      Herwisa, berî çend rojan filmê wê Dîsa Destpêkirin (Starting Over) bo xelatên festîvala Londonê ya filmên kurdî hate helbijardin.

Evîn, seroka FestîvalaKobaniyê ya sînemayî navdewletî duwem de û seroka Komîteya Navbênkariyê di xula sêyem de bû.

Evîn weke endameke Komîteya Navbênkar di çend festîvalên erebî de beşdar bûye, û bi derhênerin sûrî navdar re weke cîbicîkar û alîkar; mîna Nezîr Ewad, Mihemed Elşêx Necîb, Samir Berqawî, Mahir Gedo, Qeys Elşêx necîb û hinin din re, hejmarek filmên belgekirinê û vejandinê) derhênaye. Aniha, di kenala Danimarkî DKSYD de kar dike, û hejmareke kurtefilm jî derhênaye, ji wan:

      Rawestgeheke taybet (موقف خاص)

      Ji kesekî xwedî serbor bipirse (اسأل مجرب)

      Evîn dimîne (يبقى الحب)

      Dîsa Destpêkirin (Starting Over)

Herwisa derhêneriya komeke belgefilman kiriye, weke: Şam di çavên dildarên wê de (دمشق في عيون عشاقها), û Ji cîhana zarokan (من عالم الأطفال) , û karên wê rengereng in di navbera drama (şanogeriya telivizyonî û sînemayî, ji bilî kar di derhêneriya belgeyî de.

Li ser Sêyem Festîvala Kobaniyê ya Sînemayî ya Navnetewî, hunermenda me wiha dibêje:

Festîvala Kobaniyê ji min re pir bi wate bû, ez seroka wê ya xula duwem bûm, û di xula sêyem de, endama komîteya rêvebir û seroka Komîteya Navbênkar bûm.

Di xula derbasbûyî ya festîvalê de, me weke rêvebiriyê ji hêla diravî de fînanz kir. Di çend xalan de, me karîbû pêşxistinê têxin festîvalê, û ji hêla beşdariya filmên kurdî yên ku nirxeke fikrî û nameyekê li xwe digirin ku Karin alîkaiyê di avakirina sînema kurdî de bikin.

Me hewl da ku festîvala Kobaniyê ya sînemayî Navdewletî pêşxistinê di hêla rêxistinî de jî li xwe bigire, û ji hêla beşdariya pirtirîn afirênerên filman, derhêner û rojnamevanan de.

Serokatiya Komîteya Navbênkar derfet da min ku gelek filman temaşe bikim û rengên cuda yên derhêneriyê nas bikim, û di nerîna min de festival demsal in rastî ne bo naskirina derhêneran, hunermendan, ekteran û ragihêneran, ku giringtirîn alavên afirandina bûyerê ne, afirandina sînemayê bi giştî û belavkirina wê.

Bi giştî ez kêfxweş im ku festival navê bajarê min Kobanî hildigire, û ew jî ji min re şanazî ye û watedar e ku navê wê di dilê Ewrupayê de bilind dibe di.

Komîteyê Navbênkariyê ya Festîvala Kobanîyê ya sînemayî ya Navneteweyî ya sêyem:

Evîn Berazî serok, û bi endametiya:

1-Zanyar Mihemmedîniko – Rojhelat

2- Ardîn Dêrîn – Bakur

3- Betal Silêman – Rojava

4- Meryem Ehmed – Sûriyê

5- Serdar Zengene – Başûr

 

Xelatên festîvalê:

1- Xelata baştirîn filmê drama ji bo filmê: Fifth Narcissus

2- Xelata baştirîn Belgefilm (Documentary) ji bo filmê: The Kurds in Egypt through the ages ‏

3- Xelata baştirîn filmê Animation (vejandin/vejîn) ji bo filmê: Night ‏

4- Xelata baştirîn Derhênan ji bo filmê: Quarantine

5- Xelata baştirîn senaryo ji bo filmê: Peľe

6- Xelata baştirîn lîstikvan ji bo: Said Darif – di filmê «Charter» da

7- Xelata baştirîn aktrîs: Rozhan Hamajaza – di «filmê: I will wait» da

8- Xelata baştirîn wênegir ji bo filmê: Allegoria

9- Xelata Rêveberîya Festîvalê ji bo filmê: The Pandemic

 

Gotina dawî:

Spasiyeke germ bo te mamoste Arif Hiso, Rojnameya Newroz û xwendevanên wê, û hêviya serkeftinê ji we re bo xizmeta huner, çand û sînemaya kurdî dixwazim.

* Rojnama Newroz – hejmar /154/ – 03 Mijdar 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button