Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (220): Gundê “Heftêr” yê koçberkirî, mirina temenmezinekî ji kerba re, talana werza zeytûna, pevçûn, hebûna “Desteya Tehrîr El’şam (HTŞ)”

Piştî ku Feyleqa Siyem (Milîseyên El’cebhe El’şamiyê, Artêşa Îslam – Ceyş El’îslam û yên din) şer zirar kir û ji Efrînê û gundewarê wê derket, û refên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî – El’ceyş El’wetenî El’sûrî” li pêş Hêzên “HTŞ” ji ber hev ketin, qasnaqa desteserkirin û bandora Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad – Fehîm Îse, Firqit Silêman Şah – Mihemed El’casêm, Firqit El’hemze – Sêf Ebû Bekir, û Tevgera Sa’îron” (ên ku Turkmanê Sûriyê dest danîne ser û bi Turkiyê ve girêdayî) fereh bû, hebûna “HTŞ” di guherîn û gûmanê de ye, û ta niha binpêkirin û tewan û dizîn û talana werza zeytûna jî berdewam in.

Ev jî binpêkirin û tewnine têvel in:

= G. “Heftêr”:

Bi Navça Bilbilê ve girêdayî ye, /11/ KM ji navenda wê dûr e, ji dora /53/ malan pêkhatî ye, dora /300/ nişte ji nişteciyên Kurd ên resen têde bûn, di dema dijberiya bi ser herêmê de tev penaber bûn û zorane hatin koçberkirin, ji dawiya Rêbendana 2018an. Z ve yek ji wan nikanî vegeriya, û dora /375/ nişte ji anîndeyan têde hatin niştecîkirin.

Di encama topebarankirina Artêşa Turkiyê û milîseyên bi ser ve, /6/ mal ên “Mihemed Xelîl Heftaro, Mihemed Kemal Heftaro, Yûsêf Kemal Heftaro, Luqman Xelîl Heftaro, Henîf Heftaro, Şêxo Mihemed Heftaro” bi tevahî hatin roxandin, /11/ mal jî bi piçekî, ziyanin gihîştin xezanê (embar) ava vexwarinê, û bi ser de jî şikestin û tarûmarbûna tirektora çandiniyê ya “Mehmûd Xelîl Heftaro”.

“Maline roxandî li G. “Heftêr”.”

“Tirektoreke tarûmarbûyî li G. “Heftêr”.”

Milîseyên “Artêşa El’nuxbe” (yên ku “Mu’itez Reslan” serkêşiya wan dike, û leşkergeheke wan li “Çiyayê Kela Şêr – ê bi ser gund ve” heye) gund desteser dikin, û piraniya kelûpelên malan (ji xwarinvexwarinê, firaxên baqirî, alav û amûrên elektirîkê û amûrên taqeta elektirîkroniyê û hin tiştên din) dizîn, û anîndeyên ku dest danîne ser malan jî tiştên mane jê rêş kirin.

Û ji ber ku gund ji sînor ve nêzîk e, piştî du rojan ji dijberkirinê li 20.1.2018an. Z Artêşa Turk gihîştê, sivîl bilez jê derketin, û belgeyên xwamalînê û gelek pere û zêrmêr -ên ku ji aliyê milîseyên paşê derbasê bûne ve hatine dizîn- li şûn xwe hîştin, û wê hîngê jî hejmarek ji xelkê gund hatin girtin û pişt re hatin berdan.

Û herweha Milîseyên “El’nuxbe” /9/ tirektorên çandiniyê tevî dûmahîkên wan (tirêl, kotan/sike, kilfetor…) ên “Mihemed Hemo Heftaro, Receb Reşîd Heftaro, Hemîd Ibrahîm Heftaro, Mûrad Cimo Heftaro, Me’imê Heftaro, Nûrî Ibrahîm Heftaro, Mehmûd Xelîl Heftaro, Henan Ibrahîm Heftaro, Nîdal Horîk Heftaro”, du makîne yên “Pîkab – Horîk Kemal Heftaro, Texsî Bîco – Nûrî Ibrahîm Heftaro”, dora/50/zayendokên elektirîkê yên malan, û guheztok/tirans û kebil û beşek ji dîrakên toreya elektirîka giştî dizîn.

Û herwrha jî dizîna /150/ miyî, matoreke duloqî û (/8/ hezar mitir xertûmê avdana dilopî, /800/ mitir xertûma avdanê a çar’înçî, /2/ xetasên avhilkaşndinê yên bîran, giropeke zayenda elektirîkê) yên “Şêxo Heftaro/Bavê Mihemed”, digel roxandina xezanê ava avdanê û kuştina bi dehên din ji pez û dewarên xelkê gund.

Û “El’nuxbe” dest danî ser tevaya malmewdanên xelkê gund (malbata Heftaro), dora /35/ hezar darên biber (/25/ hezar darên zeytûnê, fistiqê, henarê…), û ser guvêşgeha zeytûna ya kevirî ya “Henan Ibrahîm Heftaro” digel dizîna tevaya alet û acetên wê, û ortaqiya/ortaxiya xwe ya nîvenîv di karanîna guvêşgeheke zeytûna ye nûjen de li gund ferz kir.

Û heman milîseyan bi hezaran darên zeytûnê li gund bêwijdan û hovane qut kirin, û bi ser de jî çêrandina bêwijdan ji keriyên pêz û dewêr re, di nav erd û zeviyên çandiniyê de.

Û di encama dijberkirinê de, li 26.1.2018an. Z, li Navça Bilbilê, li dema xizmetgzariyê di navendeke hêzên ewlekariya hundirîn (Asayêş) de, Hemwelatî “Ristem Nûrî Heftaro – 1994. Z” şehîd ket.

“Pakrewan “Ristem Nûrî Heftaro”.”

= Mirina temenmezinekî ji kerba re:

Li 15.10.2022an. Z, dizîna giropeke ji Milîseyên “Feyleq El’şam” deh çiwal (850KG) zeytûna ji nav zeviyê wî yê tekane, hîşt ku temenmezin “Elî Hesen /75/ sal û bi Elî Mêmê tê nasîn” ji xelkê Gundê “Edema” – Navça Reco pir bixeyide, û ji ber wê jî seknexîn pêre çêbibe û di nexweşxaneyeke Efrînê de bimre; Divê were zanîn ku ew belengaz bû û tu malmewdanên wî ji bilî wê zeviyê zeytûna yê biçûk tune ye.

“Temenmezin “Elî Hesen/Elî Mêmê” yê ku ji qehra re mirî.”

= Werza zeytûna:

Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” ji nû ve dan awê berê û li ser berhema zêtê zeytûna di hundir guvêşgehên gundên “Merwaniyê Jorin û Jêrin, Anqelê, Senarê, Hêkiçê, Aşkê Xerbî” – Navçên Cindirêsê û Şiyê (yên ku li 13.10.2022an. Z, ji aliyê “El’emşat” ve û bi piştgiriya “Desteya Tehrîr El’şam” ji Milîseyên “Lîwa’i El’weqas” hatine valakirin) 5% vêrgiyan ferz bike.

Weke serastkirina ji hûrgiliyeke biçûk e ku di rapora me ya borî de hatibû, ta niha Milîseyên “Lîwa’i Semerqend” Bajaroka “Kefirsefrê” desteser dikin, dest dîdinin ser dora /20/ hezar darên zeytûnê ji mamewalên hemwelatiyên ku ne li wir, û 10-15% jî vêrgiyan li ser berhema zêtê ya malmewalên ên li bajarokê ferz dikin.

Li Bajaroka “Meydankê” – Navça Şera, Milîseyên “Lîwa’i El’mu’itesêm/Firqit El’sultan Mûrad, Rîcal El’herb, Feyleq El’şam, Ceyş El’nuxbe, Firqit El’hemzat” 10% vêrgiyan li ser berhema zêtê zeytûna ya xelkê li wir ferz dikin, bi ser de jî birina nemafdar ji berhema dora /15/ hezar darên zeytûnê yên hemwelatiyên ne li gund û dest danîne ser, ji bilî dizînên ku bi şêwakî fere dighêjin malmewdanan bi giştî.

= Qutkirina daran û şewtandina daristanan:

Li vê dawiyê “Ehmed Ebid El’hadî Ugle” yê ku ji Gundewarê Humsê anîndekirî, ji zeviyeke li rex riya giştî ya B. Kefirsefrê (ya ku Lîwa’i Semerqend wê dester dike) , /7/ darên zeytûnê yên mezin ên “Fatme Bermece – ya jinebî” ji kokê ve qut kirin, û jinikê li ba “Asayêşa Sivîl li cindirêsê” gilî kir, lê bêsûde bû.

“Qutkirina darên zeytûnê li B. “Kefirsefrê”.”

– “Berevaniya Sivîl li Efrînê” tekez kir ku tîpên (tîmên) wê li Navça Cindirêsê agirin bi daristanine ihracê hatibûn xistin vemirandin, li 17.10.2022an. Z, li Gundê “Merwaniyê” piştî şewtandina dora /400/ dar”, û li 20.10.2022an. Z, li Bajaroka “Kefirsefrê” piştî şewata dora /300/ dar.

“Şewatek li daristaneke ihracê li G. “Merwaniyê” – N. Cindirêsê.”

“Şewatek li daristaneke ihracê li B. “Kefirsefrê” – N. Cindirêsê.”

= Bêserûberî û serberdayetî:

Li 22.10.2022an. Z, li nêzîk Bajaroka “Celemê” – Şêrewa, di navêna giropeke çekdar ji Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” û endamên rêbendeke çekdar ji Milîseyên “Feyleq El’şam” de, bi sedema derbasbûna giropê bê sekin di rêbendê re pevçûnin derketin, û di encamê de endamekî wê mir û du endamên rêbendê jî birîndar bûn.

Çi guherînên ku li Efrînê çêdibin ji aliyê Turkiyê ve rêkûpêkirî û kontirolkirî ne, û çawa bikeve xizmet siyasetên wê yên bi gûman, ew kane bi hêsanî di wext û ciyê lêhatî de kontirol û destlatdariyên xwe ferz bike.

23.10.2022an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

————————–

Wêne:

Maline roxandî li G. “Heftêr”.

Tirektoreke tarûmarbûyî li G. “Heftêr”.

Pakrewan “Ristem Nûrî Heftaro”.

Temenmezin “Elî Hesen/Elî Mêmê” yê ku ji qehra re mirî.

Qutkirina darên zeytûnê li B. “Kefirsefrê”.

Şewatek li daristaneke ihracê li G. “Merwaniyê” – N. Cindirêsê.

Şewatek li daristaneke ihracê li B. “Kefirsefrê” – N. Cindirêsê.

——————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Efrîn di bin dagîrkeriyê de-220-23-10-2022– PDF

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button