Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Hevpeyvîn bi nivîskar û helbestvanê Kurd Mehmûdê Sebrî re

Desteya sernivîser*

Nivîskar, helbestvan û kesayetiya civakî ya navdar, xwediyê 8 pirtrûkên çapkirî bi zimanê Kurdî û dehên gotar û pexşanan, ew kesê bi bîr û bawerî zanîbû ku Ziman, nasname û nîşana hebûna gelan e, û bi xwendin û zanînê rêya serbestî û azadiyê li pêş Kurdan dûz dibe, wî di wê qonaxa reş û tarî de, di dema tirs û qedexekirina zimanê Kurdî de, li kêleka hin welatparêzên Kurd barê giran hildaye ser milan û xwe fêrî zimanê Kurdî kiriye, pê xwendiye û nivîsandiye, nav di keç û lawên Kurdan daye ku ew jî li zimanê xwe xwedî derkevin, wî biparêzin û pêşve bibin.

   Îro, apê Mehmûdê Sebrî, mêvanê rojnameya NEWROZ û xwendevanên wê ye.

Tu gelekî bi xêr hatî mamoste, em hêvîdar in, xwendevanên weşana Kurdî Newroz, sûdeyeke qenc ji ezmûna we ya zengîn bigrin, û em ê bi kurtejiyana we dest bi vê hevpeyvînê bikin. 

  • Navê min, Mehmûdê Sebrî ye, Sala 1937an, li gundê MELEK, nêzîkî Derbêsiyê, Parêzgeha Hesîça ji dayik bûme, di 13 saliya xwe de, li ser destê şêx û feqeyan, dest bi xwendina olî kiriye, û ji ber ku min li ser şewata sînemeya Amûdê nivîsandiye, ji dibistana olî hatime bidûrxistin. Di salên 1960î de, bi alîkariya Hemze Niwêran û Hemîd Derwîş, ku wan pirtûk ji min re peyda kirin, min bawernameya pola 9ê sitand û ji ber ku ez hevalê Partî bûm, rijêmê ez weke mamoste qebûl nekirim, rabû min berê xwe da bajarê Dêra Zorê û li wir 6 salan karê mamostetiyê kir. Di wan 6 salan de, min bekelorya stand, herwiha min bawernameya (Dar muelimîn) jî wergirt, û ji ber ku li wî bajarî kesî haj kêşeya Kurdî tune bû, min xebata xwe ji bo zimanê Kurdî pêşxist, paşê, ez vegeriyam Hesîçe û li wir min karê mamostetiyê kir, û digel rewşa min a aborî ya dijwar, min dest bi xwendina zanîngehê, beşê Yasa û Mafnasiyê kir û jê derçûm.

Li destpêkê, hêjayî gotinê ye ku digel hebûna cudahiyê di navbera zimanê axaftinê (zimanê devokî) û zimanê nivîsandinê de, ango zimanê Kurdî yê petî de heye jî, lê, em ji bîr nakin ku zimanê me Kurdî ye. Ez Kurd im, zimanê min Kurdî ye.

Ji bilî vê yekê, min 10 salan bi zimanê Erebî xwendiye û li ber destê şêx û meleyan fêrî feqetiyê jî bûme, lewra, ji wê demê ve min helbestên tesewifê mîna yên Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî … û hwd dixwendin, vê yekê hişt ku heskirina zimên di dilê min de mezin bibe. Herwiha ji ber ku min feqetî kiriye, ez li deverên Herêma Cizîrê geriya me û zaravayên wan nas kirine. Ji ber van sedeman, min ji zimanê dayikê hez kiriye û dest bi xebatê ji bo vejîn û geşkirina wî kiriye, hewl daye ku wî pêşve bibim.

P1. Mamoste, gelo destpêkên fêrbûna te ya zimanê Kurdî têne bîra te? Rewşa civakî, asta zanebûnê, bandora û akama kê li te hebû ku evîna zimanê Kurdî di dilê te de mezin bû?

  • Dema ku min li cem mala Şêx dixwend, Mele Ebdullah…. tembiya min li mala Şêx Ehmedê Xiznewî kir û li ser xatirê wî melayê payebilind ez li dibistanê hatime bicihkirin. Lê, dema ku agir bi Sînemeya Amûdê ket û min li ser wê bûyera xembar nivîsand, ez ji dibistanê hatim bidûrxistin!

P2. Di wê dem û qonaxê de, xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî li cem dezgehên dewleta Sûriyê sûc û gunehek bû, pirtûk û jêderên bi zimanê Kurdî pir kêm bûn. Çawa hun fêrî zimanê dayikê bûne?

  • Di salên 1960î de, min dest bi karê rêxistinî kiriye, di nava rêzên PARTÎ de cih girtiye, hin ji hevalên min gorbihuşt Hemzeyê Niwêran û Hemîdê Hec Derwêş bûn. Ji bo kar û barên Partiyê, çend caran ez çûme Başûrê Kurdistanê, di warê zimanê Kurdî de, min sûdeyeke baş ji wan serdanan wergirtiye.

Herwiha, çend caran çûme Bakurê Kurdistanê, li wir jî min sûdeyeke baş dîtiye, ku hêz dane min û ji bo min bûne bingeh û xurtî.

P3. Ji bilî kovara HAWAR, RONAHÎ, ROJA NÛ…Helbest û dîwanên Seydayê Cegerxwîn, Mele Ehmedê Namî, Tîrêj, Melayê Palo, Bêbuhr, Mele Nûriyê Hesarî, Seydayê Keleş …HWD. Çi jêderên Kurdî di nav destên we de hebûn, kesî hun fêrî ziman dikirin?

  • Bi rastî, têkiliyên min bi helbestvanên wê demê re kêm bûn, ji ber ku min didît ku zimanê wan ne ewqas xurt e, zimanê min pê dinivîsand, zimanê standard û petî bû, ne zimanê gelêrî bû.

P4. Çi bandora nivîsên Mîr Celadet Bedirxan, Osman Sebrî, Dr. Nûredîn Zaza, Qedrî Can, Dr. Kamîran Bedirxan … û hevalên wan li vîna keç û lawên wê serdemê hebû?

  • Ji kesên ku di warê zimên de têkiliya min bi wan re hebû, apê Osman Sebrî bû, du caran li Qamişloyê min serdana wî kiriye, lê mixabin ku min mîr Celadet û Dr. Nûredîn Zaza nedîtin.

P5. Te helbest û vekolînên wêjeyî bi zimanê Kurdî nivîsandine, gelo çima te ev beşên nivîsê bijartine?

  • Derbarê ziman û nivîsandina helbestê dikarim bêjim ku çi beşên wêjeyê hebin, pêwist e ew bi zimanekî Kurdî xurû û xurt bêne nivîsandin û gotinên zimanên din têde tune bin. Ew gotina ku di zaravayekî Kurdî de tune be, yan winda bûbe, bê guman ew di zaravayekî Kurdî din de heye, divê em wê bikar bînin. Ji ber vê hindê, di pirtûkeke xwe de, min rexne li gelek helbestvanan kiriye.

P6. Tu rola tevgera Kurdî li Sûriyê di geşkirin û fêrkirina zimên de çawa dinirxînî?

  • Derbarê rola partiyên Kurdî di geşkirina zimanê dê de, ez dikarim bibêjim, tevî ku wan xwe li zimên dikirin xwedî jî, lê mixabin rola wan qels bû, ne li gora dihate xwestinê bû. Tişta ku gotina min tekez dike ew e, serkirdeyên partiyên me ji Cegerxwîn, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza… û hwd fêrî zimanê Kurdî nebûne!

Derbarê lêkolînên li ser zimanê Kurdî, ez baş di wî warî de xebitîme, û min pirtûk jî weşandine, û ji ber pabendiya min bi hişkiya zimên, min rexneyên wêjeyî û zimannasî li gelekan kirine, ji wan jî Cegerxwîn û Osman Sebrî.

Zimanê ku min pê dinivîsand, ne weke zimanê Kovarên Kurdî bû, lewra, ne min ji wan re dinivîsand, ne wan jî nivîsên min dipejirandin, lê ev nayê wateya ku belavok, rojname û kovarên Kurdî ne xwedî rol bûn, na… Ew berhem, û nivîskar û helbestvanên Kurd hemî xwedî rol bûn.

Careke din, dixwazim li ser helbestê biaxivim:

Pêwist e di hûnandina helbestê de, helbestvan bi movikan agahdar be, zanibe çawa movikan bikar bîne, wê çaxê, ez dikarim navê helbestê li nivîsa wî bikim.

P7. Tu dixwazî çi ji keç û lawên xwe yên Kurd re bibêjî?

  • Li dawiyê, dixwazim ji keç, xort û partiyên Kurdî, û hemî Kurdan re bibêjim: Bi Kurdî bixwînin, bi Kurdiyeke xurû, petî bê gotinên biyanî binivîsin, bi zamanê xwe serbilind bin.

Li dawiyê, bi navê deste û xwendevanên Rojnameya NEWROZ a ku eve bêtir ji 25 sala ye bi zimanê Kurdî li Sûriyê çap û belav dibe, em te spas dikin, hêviya temenekî dirêj û tenduristiyeke qenc ji te re dikin.

  • Ez spasiya we dikim, ji Rojnameya we re berdewamiyê dixwazim, ew zimanê ku hûn rojnameyê pê belav dikin, zimanekî xweş û paqij e.

Hêjayî gotinê ye ku 8 berhemên mamoste Mehmûd çap û belv bûne, ew jî ev in:

1-    Nîgarên kul û derdên jiyanê-Helbest- sala 1996.

2-    Nerînek di terazûya ristên Kurdî de- sala 1997.

3-    Geştek li nav baxê ristên»Cizîrî»-Beşê yekem- sala 2000.

4-    Hin hest û ramanên netewî û civakî- sala 2002.

5-    Geştek li nav baxê ristên «Cizîrî»-Beşê duwem- sala 2003.

6-    Doza giran û umîdên xwezga yên tevlihev-Helbest-Beşê yekem-sala 2006.

7-    Doza giran û umîdên xwezga yên tevlihev-Helbest-Beşê yekem-sala 2007.

8-    Cengên xaçparêzî û şikodariya berevaniya Kurdî-Vekolîn-sala- 2013.

 * Rojnama Newroz – hejmar /153/ – 06 Rezber 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button