Gerebêtê xaço sed sal kir, bi kurdî distrand, ji kurda û strana kurdî hez dikir, Gerebêtê Xaço bi nav û resenê xwe Ermen bû, lê bi dil û zimanê xwe kurd bû, navê wî yê bi ra Gerebêt Xacdûryan e, li gundê «Bilaydir» li herêma «Bişêriyê» qeza Batmanê ji Kurdistana bakur ji dêya xwe re bû ye.
Dema fermana Osmanî sala 1935an derbarê kêmjimarên olî û netewî derket, dihat bîra Gerebêt gava birek ji hêzên Hemîdî hatin gund, jin û mêr dikuştin û zarok dihiştin, bi herdû çavên xwe kuştina dê û bavê xwe dîtin, ew wêne di hişê wî de û li ber çavên wî zindî dima, û hundirê wî bi kûrayî birîn dikir.
Rêbiwariya xwe ya dirêj digel xwih û birayê xwe bi sêwîtî destpêkir, reviyan herêma «Reşkota», herdû salên 1917 û 1918 lê jiyan.
Ew bi xwe dibêje: (axaftina me ya xweş bi kurdî em ji mirinê rizgarkirin, çimkî di dernedixistin ku em ermen in), her wiha bêzar û hejar li nav gundan digeriyan.
Gava temenê xwiha wî bû 12 sal, yekî li gundekî ew xwest, ew gund yê «Felîtê Quto» bû, pişt re Gerebêt stranekê avête ser.
Piştî xwiha wî mêr dike, ew jî şivantiyê dike û stranan dibêje, hinganê dengbêjê Ermen «Sako» û dengbêjê kurd «xwedêda» nas dike.
Carekê serokê hozê wî dibe Odeya (mêvangeha) xwe, ji hingî ve deng pêket û li hemî gundên hawîrdorê belavbû, ew dixwestin da ji wan re di civat û şahiyên wan de bistrê.
Dengê wî pir belav bû, nemaze piştî stranek avêt ser «Felîtê Quto».
Bi dilekî şewitî û xemgîn mirina birayê wî di bîra wî tê, ku piştî temenê wî dibe 10 sal nexweş dikeve û can dispêre, Gerebêt nedikarî li ser bigirî, lê straneke xemgîn û bi şîn li ser digot.
Felekê dev jê berneda, dest bi qûnaxeke nû kir, piştî şikestina şoreşa Şêx Se›îdê pîran di sala 1925an de penaber bû, di 1929an de berê xwe da bajarê Qamişlo û lê rûnişt, di 1931an de gihişte leşkerê Firensî (wekû karketekî mûçedar), çimkî Sûrî di bin deshilata Firensiyan de bû.
Di 1936an de xanima wî «Yeva Hagop» dibe hevjîna wî, keçek û çar kur ji wan re çê dibin. Pazde salan û sê mihan di karê xwe yê leşkerî de ma, heya 1946an, sala derketina Firensa ji sûrî.
Di dema karê xwe de, serdana Hisiça û Dêrezorê dikir. Çaxê derketina Firensiyan, jê xwestin bi wan re here Firensa, û soz didanê ku li wir dilşad û bi rûmet bijî, digel ku bi wan re giha bendera Beirutê jî, lê ji dûv wan vegiriya Qamişlo, paşî biryar da ku here welatê xwe Hayistanê (Ermeinstanê).
Qûnaxa wî ya dawî destpêkir, pir renc û zehmetî kişandin ta gihişt gundê «Soloxoza çaran» ji gundewarê «yirêvan» paytexta Erministana Sovyetî. Ew pêşwazî û bixêrhatina ku li wir guman dikir nedît, bi xizanî jiyan dikir, û her li gundên kurdên îzîdî distrand. Di sala 1950î de ji bal Êzge (radiyo) ya Yirêvanê beşa kurdî hat vexwendin, ew bû sedem ku li seranserê kurdistanê û cîhanê navdar bibe. Di radiyo de kar kir û gelek stran tê de û li Amedê (Diyarbekir) tomar kirin.
Jiyana xwe hemî li wir û di nav zaro û neviyên xwe de bûrand ta 16ê çilê paşî (miha 12an) ji sala 2005 dema koça dawî kir, hevjîna wî «Yeva» jî berî wî sala 1976an çûbû ber dilovania xwedê (xweda ji wan xweş be).
Hunermendê kurd Mihemed Ekbaş filimekî belgekirî bi navê (dengek ji vê serdemê) ser jiyana wî derhêna, û nivîskar Salih kevirbirî jî pirtûkek bi navê {Hawara peyaseyê (sedsaliyê)}li ser jiyana wî afirand.
Giyanê wî şad û aram be…
Bîranîna wî herdemî be…
Gerebêtê Xaço dê bimîne zindî bi deng û stranên xwe ve di hiş û derûna her kurdekî de…
Jêder û lêveger:
– nameya dektora ya lêkolerê Holendî (Wendy Hamelink) bi navê (hozên kurdî û Ermen).
– kovara Avşîn.
Evê tên hin ji stranê wî ne:
1- Eyşana Elî
2- Zembîlfiroş
3- Genc Xelîl
4- Xumxumê
5- Hesenîko
6- Lê dihol e
7- Bişêriyo
8- Lê lê Edûlê
9- Xezal
10- Felîtê Qutu
11- Silêmanê Mistî
12- De Xalo
13- Mîrzikê Zaza
14- Lawikê Metînî(dayîkê)
15- Evdalê Zeynê
16- Hey babikê
17- Nûrê
18- Ey lo Mîro
19- Mîro wayê
20- Derwêşê Evdî
21- Yane yane
22- Lo dilo
23- Diyarbekir
24- Lê Canê
25- Saliho û Nûrê
* Rojnama Newroz – hejmar /153/ – 06 Rezber 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.