Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Raza dilê min… Çavên zeytûnî û xeyalên şevê

Kalê Maratê*

Bayekî hênik xwe berdabû nava şeveke havînê, pelên daran û giya bi nazdariya xemla havînê radimûsandin û hêdî hêdî dihejandin. Di nava şeveke tarî de distira bi dilê dayikan, û xwe berdida nava landikên zarokan. Şeveke tarî bû heyva çardeşevî ronahiya xwe berdabû nava dilê esmên û hev du hembêz dikirin, esman û xweza mest dibûn.

Çavên zeytûnî li ser banê malê bi vê hembêzkirina efsûnî şa dibû û xwe berdida nava xeyalan, li benda mêvanên xwe bû, geh li esmên dinihêrî geh jî li rê. Pîştî demekê bi dengê firîşteyan hate ser hişê xwe. Bi lez û bez ji banê malê hat xwarê û agahî da dayika xwe. Çavên zeytûnî li jinên ku li menzeleke biçûk bûn, û li bin ronahiya çirayê rûdiniştin nihêrî mîna firîşteyan dixuyan li ber çavên zeytûnî dipeyîvin nîqaş dikirin, nîqaşeke kûr û dirêj xwe berdabû nava menzelê çavên zeytûnî Ji xwe dipirsî.

Gelo berxwedan çi ye azadî çi ye? Lê Jin …

Peyva Jinê her dem dibihîsim erê peyva jinê di jiyana rojane de pir bihîstibû.

Lê wateya wê? Çavên zeytûnî di nav liv û lebateke mezin da bû, ji devê kîjan firşteyê peyvek derdiket bala xwe dida wê derê, weteya peyvan nedizanî lê peyvên efsûnî ji lêvên firîşteyan ewqas xweşik diherikîn giyanê wê mêjiyê wê mest dikir.

Dem diborî û peyvên watedar û şênber dinin kêlî bi kêlî xwe berdidan nava kûrahiya jiyanê jiyaneke ku bi destê firîşteyeke azadîxwaz dihat xemilandin.

Çirûska Agirê Xwebûnê. Hêdî hêdî dixemilî jiyana xwebûna jinê xwebûneke ku erd û esman pê vedijiyan û dijiyan.

Çirûskek agir bû xwebûna jinê ku agirê xwebûn û azadiyê gur û geş dikir tovek li bin axa pîroz bû, ku li ser rûyê erdê rastî, başî û bedewî şîn dikir …

Ronahiya Dem Gerdûn û jiyanê. Berxwedana te jinê ji nû ve zayîna xakê bû ku belav dibû li erdê. Tovê li bin xaka pîroz dêm û alekên te maç dikirin Bi laşê xwe bi giyanê xwe tu dibûyî mêvana şevên pîroz û dibûyî çirûskeke êgir ku di nava xwe de ronahiya dem, gerdûn û jiyanê dihewand.

* Rojnama Newroz – hejmar /153/ – 06 Rezber 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button