Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Herdu baskên Partiya Demokarat a Kurdistan a Îranê yekîtiya xwe birin serî

Rojnama Newroz*

Piştî danûsatndin û gotûbêjên biratî, bi pêngaveke dîrokî, herdu baskên Partiya Demokarat a Kurdistan a Îranê yekîtiya Partiya xwe serkeftî birin serî.

Bi vê boneya giring, Partiya me, Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê, nameyeke pîrozbahiyê ji Partiya bira re şand, ev e li jêr, deqa wê ye:

Pîrozname

Bona:

Berêz Mustefa Hicrî…

Berêz Xalid Ezîzî…

Endamên serkirde, heval û hogirên herdu baskên Partî Demokratî Kurdistanî Îran…

Silav û rêz…

Serkeftina diyalog û gotûbêjên we li ser rêya rêkeftinên bona cîbecîkirina yekrêziya xebat û têkoşîna Hizbî Demokrat li Kurdistana Îran û li derve, pêngaveke dîrokî, ciyê şahî û dilxweşiya gelê Kurd û hemî azadîxwaz û demokrathezan bû.

Em bi dil û can we hemiya pîroz dikin, hêvî û bawerî li cî ne ku, hûn dê her û her li ser rêya xebata dadmend û rewa li beramber nijadperestî û setemkariyê bin, ji bo pêkanîna Aştî, Azadî û Wekheviyê.

Nivîsgeha Rêzanî Ya

Partiya Yekîtî Ya Demokrat a Kurd Li Sûriyê

Qamişlo 24ê Tebaxa 2022an.

* Rojnama Newroz – hejmar /153/ – 06 Rezber 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button