Danasîna Kobaniyê:
Kobaniyê bajarekî Kurdan e, di sala 1912 an de, li başûr rojavayî Kurdistanê li ser sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, li Hemberî bajarê Sirûcê li Turkiyê ve hatiye damezirandin. Kobanî nêzîkî 160 KM bakurî rojhelatî Helebê ye, û bi dûrbûna 30 km î, li rojhilatî çemê Ferêt e.
Şêniyên Kobaniyê û gundên wê bi tevahî Kurd in, êlên Kobaniyê ên mezin sisê ne, ew jî ev in: Kêtik, Ilêdîn û Şêxin, û zêdetrî 360 gund, û du bajarokên ku nişteciyên wan jî Ereb in Şiyox û Sirîn bi herêmê ve girêdayî ne.
Hêjayî gotinê ye ku em bêjin ta sala 1936 an, bajarê Kobaniyê girêdayî herêma Cerablûsê bû. Nnavê kabaniyê Ingilîzî ye, dema ku ew kampaniya ku di şerê cîhanê yê yekemîn de, kar dikir û riya tirênê ji Alemaniya ta Bexdadê çêdikir, navê xwe jê wergirtiye.
Kobanî bi çandiniya genim, ceh, pembû, û di warê pêşeziyê jî çêkirina xerzan û kolandina bîrên avê ta gihiştin gelek dewletan wek Cezayir, Misir, Îraq, Senîgal û Nîcer navdar e.
Kobanî cihê tekoşerên kurd yên ku ji Turkiyê derbasî binxetê bûne mînak: Osman Sebrî, Qedrî Can, Celadet Bedirxan, Ihsan Nûrî Paşa û li vê dawiyê jî Ebdula Ocelan e.
Li vê dawiyê, ji aliyê komên çete û Daişê û hevalbendên wê ve, Kobanî û gundewarên wê, gelek astengî dîtine. Lê piştî ku bi hezaran keç û lawên wê ji bo axa pîroz canê xwe dane û rêxistina teror daye bezandin, ew bûye bajarê qehremanan û navê berxwedanê lê bûye.
Kobanî: 27.08.2022
* Rojnama Newroz – hejmar /153/ – 06 Rezber 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.