Nûçeالقسم الكوردي (kurdi)

Nivîskara Kurd Mizgîn Ronak piştî 30 salî ji zindana Amedê serbest hate berdan

Rojnama Newroz*

(Ta ku hevalên me di zindanê de ne, azadî, ne azadî ye!)

Roja Çarşembê 10.08.2022, nivîskar û çalakvana Kurd Mizgîn Ronak, piştî derbaskirina 30 salî di zindanên zordariya dewleta kûr a Turkiyê de serbest hate berdan. Mizgîna jîr a xebatkar, ji ber xebat û tevgera xwe, di 19saliya xwe de hate zindankirin û bi temenê 49 salî ji zinadanê hate berdan. Di zindana xwe de jî, Mizgîna Kurd xebata xwe ya wêjeyî berdewam kir û gelek pirtûk nivîsandin, ji wan pirtûkan romana»Dergevanên kulîlkên Kobanê».

Li ber dergehên zindanê, Bi kul û hesreteke mezin Mizgîn got:

(Ta ku hevalên me di zindanê de ne, azadî, ne azadî ye!)

* Rojnama Newroz – hejmar /153/ – 06 Rezber 2022 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Back to top button